Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 3 peyam
    nayê - tirşik
    nayê
    (2) (0) ecêb (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. xwesştraneke gelêrî ye, ku bilind îbrahîm bi terzeke gelek xweş xwendiye, demekî li hemû kolanan ev stran lê diket,












    Nayê û de nayê û hevalê gewrê nayê

    Hevalê gewrê nayê

    Xezala li ber çemayê

    Xezala li ber çemayê, kêvroşka li nêv demayê

    Kêvroşka li nêv demayê

    Tajî bi tûla berdayê pa negirt û negîhayê

    Negirt û negîhayê heta bi dangî malayê

    Heta bi dangî malayê pê girt û ramûsayê

    Girt û ramûsayê, sîng û berê te xweş in dê wek bi rûnê hîzayê

    Wek rûnê hîzayê, wek qeymaxê mîhayê,

    Qeymaxê mîhayê, wek hengivê şilxayê

    Hengivê şilxayê, dê tînim malê dinyayê

    Lê malê dinyayê

    Terka çavê te nakim tu ji min re bibî belayê

    Lêb lê, lêb lê, lêb lê, lêb lêb lê, de nayê

    Hayê

    Hayê de hayê pa çi qas geriyam li dinyayê

    Çi qas geriyam li dinyayê

    Çum himus û hemayê

    Himus û hemayê, çûme mûş û rûhayê

    Çûme mûş û rûhayê, çûme sînê û serayê

    Çûme sîne û serayê, çûm kerkûk û îlamê

    Kerkûk û îlamê, dêrsîmê û li nêv zazayê

    Dêrsimê li nêv zazayê, qeda xan û mîrayê

    Qeda xan û mîrayê, qurtêla çiyayê şingalê

    Qurtêla çiyayê şingalê, pa ez geriyam şarên dinyayê

    Geriyam şarên dinyayê, êşe giran li ber dilayê

    û kesek bi rêza te nayê

    Lêb lê, lêb lê, lêb lê, lêb lêb lê, de nayê



    2016.07.30-09:32 | endazer

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    keçikên seksîtirîn ên kurdistanê [4]
    bi qewlê cegerxwîn; tev dinamêt in, agir û pêt in, sor in wek êtûn. ...
    firat wergerî [3]
    di esilê xwe da firat cewerî ye û bi rastî nivîskarekî hêja ye...
    danîna hinaran li ser goran [1]
    yek çû,wê hezar were...
    apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir [1]
    bi ya min serkeftîtirîn romana kurdî ye. û mînakeke gelek baş e ji bo ...
    abdullah öcalan [1]
    ewrûpa û dinyayê, gotin û nivîsên öcalan weke çavkaniyeke jiyana moder...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » nayê zanîn

    Kategoriyên mijarê:: muzik muzikstrn
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî