Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    0 mijar û peyam
        stranên kurdî yên li ser heywanan - tirşik
        stranên kurdî yên li ser heywanan
        (3) (0) ecêb (0) (10)
        di mijarê de bigere

        1. mijareke bi serê xwe heq dike, kurdan hema bêje li ser hemû heywan û heşeratên li kurdistanê dijîn û diçêrin stranek çêkiriye; şêr, mirîşk, dîk, masî, quling, qaz, werdek, çûk,qitî, kêvroşk, tajî, ker.. heywanên tên bîra min ku stran li ser wan hene.

        gava dî bi navê masîko, j dengê nazdar cizîrî stranek bihîst, piştî lêgerîneke kurt li ser netê, min dît ku rotînda jî bi navê ''masîko'' stranek gotiye;








        ''masîko''ya ji dengê nazdar cizîrî mixbin min li ser netê nedît.



        2016.07.31-01:43 | endazer

        2. cu cu cu .. mirîşka nizam çik reş ê de tu kerem ke were ser hêkê *



        2016.07.31-01:58 | çarçoveya bextewariyê

        3. ji van stranan a herî navdar ka berxê min e.



        2016.07.31-02:00 | mergehez

        4. Her çiqas stran ne li ser pisîkan be jî navê wê pisîk e .










        2016.07.31-02:24 | biaqila malê

        5. şivan perwer: qimil



        şivan di vî kilama xwe de qala qimil dike. qimil gorî ez fehm dikim cûreyekî ji mêşan e. qimil tê ser genimê kû hêj nepijiyaye û çênebûye, wî genimê dixwe û pêve dimîze...



        2016.07.31-02:48 [guhertin:2016.07.31 02:51]| zanko

        6. kewa gozel, Kewê, xezal, kevokim, kîwroşk,

        ciwan haco: diyalog; baz, Gurên boz, aslan

        kuro/kerîm lawo çeqilmast; eşekoğlu merkeb, pisîk,

        şêr û piling... niha yên hatin bîra min ev lê stranên ku gelekin wî hezrî bikin ku ku keda stranên kurdî li ser zimanê kurdî geleke..



        2016.07.31-23:02 | shorbevan

        7. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

        2016.07.31-23:44 | elegez

        8. siya şaperan - kardeş turkuler



        "ez teyr im têyre tawus li ser şengalê

        ez aramî dixwazim ey nêçirvano

        ez baz im teyrê baz dixwazim hawarê

        li zinaran hêlina min esmanî d’ramûsim

        li zinaran qet natirsim ey nêçirvano

        li zinaran hêlina min daxwaz bi gaz im

        li zinaran qet natirsim ey nêçirvano"



        2016.07.31-23:47 | simurg56

        9. strana agirê jiyan, mişko jî yek ji van stranan e.



        2016.08.01-00:31 | endazer

        10. strana cîhan çelîk, mirîşk, yek ji van stranan e..












        2016.08.01-22:29 | havka

        11. şemdin: qaz qaz












        qaz qaz, qaz dikim qaza min nayê

        naz naz, naz dikim naza min nayê



        qaz qaz qazka min e kulek e

        naz naz ketiye mêrga şilek e

        qaz qaz xwe di avê de ba neke

        naz naz dilkê min xerab neke



        qaz qaz, qaz dikim qaza min nayê

        naz naz, naz dikim naza min nayê



        qaz qaz havîn e, xweş havîn e

        naz naz xweşiya ava şîn e

        qaz qaz tu avê neçirpîne

        naz naz çavê reş neqirpîne



        qaz qaz, qaz dikim qaza min nayê

        naz naz, naz dikim naza min nayê



        ( gelêrî)



        2016.08.02-00:52 | sergijik

        12. strana çûko jî yek ji van strana ye, heta ji stranekî wêdetir lawij û zêmareke li ser çûkan, ku ednan dilxwaz, imad kakilo û koma teq û teq dibêje.



        2016.08.17-19:20 [guhertin:2016.08.17 22:54]| endazer

        dengdanên dawîn (Yên Din..)
        keçikên seksîtirîn ên kurdistanê [4]
        bi qewlê cegerxwîn; tev dinamêt in, agir û pêt in, sor in wek êtûn. ...
        arinlabs [1]
        şirîkatiya ku li ser bingeha big datayê hatiye avakirin û navê...
        tirsik.net [2]
        Malpera ku wê rojê moralê hevalekî min xira kir e. Mesele wiha bû; hev...
        pismam.com [3]
        malperek din yê şorbeya kurdî û tirkî ye. malperên wisa dilê kurdên...
        serê şevê çîrokek [2]
        Berhevkarîyeka nûwaze ye (2019). Amadekar û wergêr selîm temo ...
        belki ev jî bala te bikişînin
        » stranên sexapel
        » kurdish house music
        » yenidogan
        » seretayî

        Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand muzikstrn ajal
        nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


        sitemap
        reklamokên beredayî