Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    2 mijar û 2 peyam
    evîndar im - tirşik
    evîndar im
    (1) (0) ecêb (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. piştî berfîn a sîmir rûdan, strana herî serkeftî ya albûma peşk e ku ji bo bîranîna bro omerî hatiye amadekirin. di destpêka stranê de, kerem sevinç jî bi fîtiyan hewayeke xweş dide stranê.












    ji derdê evîna yarê

    perîşan im, min sed eman

    ji beyanî ta êvarê

    şaş û gêj û wek serseman,



    heta ku ez te nebînim

    maçek ji lêvan nestînim

    pê sedsalan neqedînim

    qet namirim û esselam.



    evîndarê çavên belek

    pora tarî, biskên xelek

    bro omerî wisa gelek

    dil şa dike bi xeyalan.



    ka em herin omeriya

    li nav bax û hûrdeviya

    tu bibî diya sebiya

    ew çax mirin li ser çavan.



    2016.08.01-01:30 [guhertin:2016.08.01 01:31]| endazer

    2. stranek hêja ye li jor rêzikeke gotinên wê şaş hatiye nivîsanin.

    di çarika dawîde de rêzika sêyemîn wê "rizgar bin ji derd û kûlan" be lê weke " tu bibî diya sebiya" hatiye nivîsandin.

    belkî orjînala helbestê wisa be lê di stranê de wisa nayê gotin.



    2016.08.01-13:17 | simurg56

    3. navê straneka hozan şiyare jî, straneka pir xweşe ez pêra nagihîjim ku gotinên wê binivîsînim lê ez pera digihîjim ku bi we bidim gohdarkirin..;














    2016.08.01-23:51 | shorbevan

    4. evindar im : ker im



    2016.08.01-23:55 | çarçoveya bextewariyê

    5. ez ne şaş bim besteya vê stranê (strana ku li albûma peşkê de ye) mirady kiriye
    gelek gelek xweş e nexasim wexta gotinên stranê diqede fonek lêdikeve gelek xweş e, ez dikarim bi saetan bi tenê wê fonê guhdarî bikim



    2017.12.06-09:05 | ferhenga şikestî

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    keçikên seksîtirîn ên kurdistanê [4]
    bi qewlê cegerxwîn; tev dinamêt in, agir û pêt in, sor in wek êtûn. ...
    arinlabs [1]
    şirîkatiya ku li ser bingeha big datayê hatiye avakirin û navê...
    tirsik.net [2]
    Malpera ku wê rojê moralê hevalekî min xira kir e. Mesele wiha bû; hev...
    pismam.com [3]
    malperek din yê şorbeya kurdî û tirkî ye. malperên wisa dilê kurdên...
    serê şevê çîrokek [2]
    Berhevkarîyeka nûwaze ye (2019). Amadekar û wergêr selîm temo ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » evîndarê çaya qaçax

    Kategoriyên mijarê:: muzik muzikstrn
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî