Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 28 peyam
lo lo pismamo - tirşik
lo lo pismamo
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbestek ji cegerxwin

stranek ji aram tigran.







23.08.2013 16:18 | soraxwin

2. Lo lo pismamo çima dey nakî?

Serê xwe carek bilind ranakî? !



Leşkerê dijmin li çiyayê jorîn

Weke xweşmêran ji hev bela nakî



Lo lo pismamo zanim xweşmêr î

Pismamê Rustem yan Êzdîn Şêr î



Roja halanê, roja lêdanê

Mêr û gernas î, dotmam bi gorî



Lo lo pismamo haya tej te bî

Çaroka min reş li serê te bî



Roja lêdanê, mêr be li meydanê

Kuştin tim hebî, reva te nebî



Dotmama te me, min çav kildaye

Dereşa Kawa, bo te hildaye



Rojek lêdanê, rojek razanê

Îro lêdan e roja Kurda ye



Dengê min zîz e, hewar û gazî

Serqot û pêxwas, birçî û tazî



Êrîş e lêxe pismamo lêxe

Şerm û fehêt e îro tu razî



Şalê xerzanî rab eli xwe ke

Li pişta xwe girêde rext û fîşek e



Pismamê min î, dotmama te me

Mij ter kildane çavên belek e



Cigerxwîn



23.08.2013 16:19 | soraxwin

3. yek ji klasîkên muzîka kurdî ye.

ciwaneke bi navê eyüp aydemir bi awayeke amatorî stiriye. kerem bikin bihesînin.





02.07.2014 03:07 | oxir

4. bi dengê temo jî pir xweş e.

Ji albûma bi navê “Temo Barde du Kurdistan (La Tradition Continue En Exil)” 1982 – France

Here lînkê



16.09.2015 18:07 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
dîsfajî [1]
Zehmetî ú zoriya qurpandinê a di Destpê kirin an domandina wê de. hest...
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
belki ev jî bala te bikişînin
» pismamo

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî