1. straneke xweş ya sîmir rûdan e.
stranê de gotina "fireh" ya sîmir bi min gelek xweş tê ku weke "fereeeh" ji devê wî derdikeve.
herwiha vê stranê de tişteke ku bala min dikişîne ew e ku;
destêpêka stranê de dibêje "dilê wî" yanî behsa kesekî 'mêr' dike. li dereke din jî dibêje 'bêhna wî çiqas xweş e' yanî dîsa behsa mêrek dike lê paşê hevokeke din de dibêje "rengên wê balkêş in" yanî li vir behsa jinek dike. li vir tevliheviyek heye.
gotinên stranê:
"birînên dilê wî hingî hebûn,
nediviya, dûr dikir ji xwe yê dihat ku nêzik dibûya
nêrî dora xwe, bawer e zor e jiyan
nabûre naçe wiha
wija bi tenê
kengî vekir deriyên dilê xwe
rasta wî hat, dît zeriya he
bi dengê nerm fireh dibe bêhna wî çiqas xweş e
rengên wê balkêş in
mirov pê şa dibin
birînên dilê min jî
nebin çêdibe ma qey?
ji ku ve têm, bi ku ve diçim
nizanim, di rê de me
dinêrim li dora xwe
dibînim, zor e jiyan
ji vê dûr bin em, çêtir e
serê me pê naêşe
kengî vekir deriyên dilê xwe
rasta wî hat, dît zeriya he
bi dengê nerm fireh dibe bêhna wî çiqas xweş e
rengên wê balkêş in
mirov pê şa dibin
kengî vekir deriyên dilê xwe
rasta wî hat, dît zeriya he
bi dengê nerm fireh dibe bêhna wî çiqas xweş e
rengên wê balkêş in
mirov pê şa dibin "
|