Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
parzûngeha pêşketî ya biyolojîk ya ava pis ya li amedê - tirşik
parzûngeha pêşketî ya biyolojîk ya ava pis ya li amedê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bi navê xwe yê bi tirkî; diyarbakır İleri biyolojik atıksu arıtma tesisi.

projeyeke mezin û gewre ji bo dawerivandina ava pîs ya bajêr ku diçe diherike ser çemê dijîleyê.

li gorî vê projeyê ava pîs ya ku bi riya şebekeya kanalîzasyona bajêr berhev dibe, wê li vê parzûngehê ku li ser 20 hektar erd hatiye avakirin, were parzûnkirin, û ava paqij û parzûnkirî wê biherike ser çemê dîjleyê.

ji bo çêkirina vê projeyê 23 milyon euro bûdçe hatiye terxankrin, %85 ipa (Instrument for Pre-Accession Assistance, Navgîna alîkariya darayî ya berî beşdarîkirdinê), %6 wezareta bajarvanî û hawîrdorparêziyê û %9 jî rêvebiriya giştî ya dîskîyê wê bûdçeya vê projeyê bigire ser xwe.

proje di sala 2004an de destpê kiriye û dihat hêvîkirin ku sala 2014an temam bibe, lê 2 salên din jî dom kir û 2016an proje temam bû. proje li ser projeksiyona nûfoseka 1 milyon û 245 hezar kesî hatiye amadekirin û di rojekî de 175 hezar metrekûp av wê di vê parzûngehê de were parzûnkirin.

di çarçoveya vê projeyê de, wê barê giran yê ava pîs yê çemê dîjleyê sivik bibe, ji wan pîsîtayiyên ji avê tên parzûnkirin zibileke baş û bikalite wê bê hilberandin û ya herî baş jî ji gaza metan ya ku ji wê pîsîtayiyê çêdibe, wê kahrebe bê hilberandin û ji bo şixulandina parzûngehê wê ev kahrebe were bikaranîn.



12.08.2016 19:06 | endazer

2. projeyek gelek girîng û kêrhatî ye. li sêrtê jî saziyek wisa heye, ew jî gelek mezin e. ez çûmê û lêgeriyame, cihek gelek xweş e. di turbînên mezin de ew ava pîs ya bajêr tê paqijkirin û di dawiyê de avek zelal jê tê hilberandin. weke din ji zibil û tiştên din jî tên hilberandin. hema bêje tu tişt nabe çop. xwezî bala xwe zêdetir bida tiştên wisa.



12.08.2016 22:11 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» parzûngeha pêşketî ya biyolojîk ya ava pis ya li amedê
» avantûr
» pisîka schrödinger

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî