Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    22 mijar û 30 peyam
    decathlon - tirşik
    decathlon
    (1) (0) ecêb (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. malpereke çekan e.(komara çek ango çekya) tê de ekîpmanên kampê hene. li gorî biha/performansê malperekê gelek baş e. ku hûn bixwazin herin kampê û bixwazin ku ekîpmanên we baş/îdare bin divê hûn teqez seriyekî li vê malperê bixin. çend meh berê piştî lêkolînan min hin ekîpman(çentê piştê, kon, mat, balîf, tupê kampê, sandalet, şort, tîşort û hwd.) ji xwe re kirî û ji wan memnûn im. tê de ji bo jiyana rojane jî hin tişt hene, bihaya wan jî baş e.

    lînka malperê: Here lînkê



    2016.08.13-14:26 [guhertin:2016.08.13 14:26]| mergehez

    2. Mexazayên têde ekîpmanên her branşên sporê tê firotin. Di sala 1976 an de li Fransayê hatiye avakirin. Li dinyayê de nêzîkî 1.000 li Tirkiyê de 15 heb mexazayên wan hene. Her wiha li ser înternetê jî firotina wan heye.

    Him Markayên navdar wek adidas, nike hwd. Difiroşin him jî markayên wan bixwe bi navê Newfeel, Quechua, kalenji hwd. hene. Her çeşîtê malzemeyên sporê tê peyda kirin, anegorî derva erzan û spehî ye.

    Dîzayna mexazayên wan gelekî baş e, avahiya wan tenê qatekî de fireh û bilind e, meriv têde çiqas bigere têr nabe.

    Carekî dîsa ez çibûm li wir, hundirê mexazê de pêşbaziya basketbolê hebû, ez jî tevlî pêşbaziyê wan bûm, di nava 10 kesî de min qezenc kir ji min re topekî basketbolê kipsta diyarî kirin.



    2017.07.13-20:42 [guhertin:2017.07.13 20:46]| mîr

    3. fîrmaya ku nû hîn bûm ku navê wê ji spora dekatlonê tê.
    wateya "deka" di zimanî latînî de 10 e. spora dekatlonê jî ji 10 pêşbaziyên atletîzmê yên li ser hev tên bezîn, pêk tê.
    her wiha (bnr: triatlon)



    2018.10.10-23:22 | simurg56

    4. (bnr: derpiyên termal)



    2018.10.11-18:55 | gulêê

    5. Dikanek ta û derzî şujin morî lê tên firoşştin tarzek wanî cuda heye herdem û herçax eynî tişta difroşin eynî dikana xatiya xerivêye tiştên wan saxlem û bihaya wan jî meriv na kewîne min sêsal berê solek sitendibû ez hêjî dikim pê şûbeyek wan li (bnr: istanbul forum) yek jî li marmara forumê heye ne jibû vê mixazê be riya min bi herdû foruma nakebe ger hun dewlemend bin rojê kincek jixwekin yek lixwekin neçin wirda her cilekî an tiştekî wan pazdeh sal garantiya wî heye herwiha reklamkirina wan bi min ketiye



    2018.10.11-20:58 | telebê hz mêdî

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    erasmus [1]
    Bernameya erasmusê, projeya erasmus anjî erasmus plus. Yek ji projeyên...
    avahiyê herî bilind yê dinyayê [1]
    îro burj khalifa ye. sibe ew dibe kîjan, em ê bibînin. nêzî bi...
    avahiyê empire stateê [1]
    avahiyek gelek blind û gelek navdar yê new yorkê ye. (bnr: emp...
    bila moderator endazer were guhertin [3]
    daxwazeke vala ye ji ber ku weke malperên din ên weke tirşikê yên zima...
    çala meteorê [1]
    li bazîdê, tam li sînora îranê ye. lê di sala 2009an de hatiye fêhmki...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » decathlon

    Kategoriyên mijarê:: malper
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî