Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 43 peyam
ji tirkiyê çuyîn - tirşik
ji tirkiyê çuyîn
(0) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. meseleya hingî diçe li tirkiyê berbilavtir dibe. hingî roja paştir e li min jî bimantiqtir tê. gorî hin daneyên li ser înternetê ku niha nizanim min ji kîjan malperê xwendibu, serîlêdanên ji bo multecîtiyê ji bo elmanyayê 6 mehên pêşînde bi qasî hêjmara tevahiya par e (ji tirkiyê). weke din jî serlêdanên li ofîsên vî karî yên ne weke multecî lê bicihbunê jî gelekî zêde bune. hingî roja paştir e hêviya mirovan bêtir dişike.

(bnr: reşbîn



14.08.2016 13:51 | azadixwaz

2. ez jî xwe ber re dikim, lê dîsa jî dema dibihîsm ev karîkatûr tê bîra min; Here lînkê



14.08.2016 15:39 | endazer

3. (bnr: siktirbûn û çûyîna ji tirkiyê)



14.08.2016 19:48 | shorbevan

4. gotineke çiqasî xweş.



26.09.2017 23:26 | robar cilo

5. karê biaqilan e.
derfeta kê hebe divê aqilê xwe jî hilde û her here.



01.05.2018 02:37 ~02:39 | bûtîmar

6. Di sala 2015 bû, ez wê çaxê stenbolê bûm, rojekî çûbûm kitêbfiroşekî min kitêbên kurdî lê dinihêrî, çend kes, xwendekar jî derdora min ser kitêban xeber didan behsa kurdan, ziman filan dikirin, çay vedixwarin. Ez şahid bûm, dengên du heb kurik dihate guhê min yekî wan yê din re digot, "penaberên Sûrî bi rêya behrê, pê botan, keştiyan diçine Ewropayê niyeta min heye ez jî bîna Suriyeyiyan herim Ewropayê li wir ez ê bêjim ez ji Sûrî hatime" Min di dilê xwe de got "ew kurik dîn e çi ye qey aqil avêtiye" Ewçax jiyana Tirkiyê ewqas neketibû tengasiyê, meseleya xendekan, girtin, desteserkirin, ji memûrtiyê avêtin hwd. Hê rû nedabû.

Kê texmîn dikir gotina wê kurikê jar û reş rast derkeve.

Ev roja di sala 2015 çû ava, rojên reş yên niha nehatin ser çava...



05.05.2018 21:36 ~21:40 | mîr

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» çuyîna kar bi duçerxeyê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî