Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
rûbar - tirşik
rûbar
(13) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. Ava ku diherike. jê re ro û robar jî tên gotin. ji çeman biçûktir lê ji coyan boştir û mezintir e. Bi gelemperî li çiyayan pey dide û diherike heta digihêje deryayeke.



Carinan bi rûbarokan re tên tevî hev kirin belam ava rûbaran ji ava rûbarokan gurtir e. ji navê van diyar dibe ku rûbarok ji rûbar biçûktir e.



Wek Rû/rûxar/rûber/rûxal/rûqal/rûkal/rûxsar/rûx/rûbayî bi wateya sath jî tê bi kar anîn. Ango mînak sathê/rûyê/rûbarê dinyayê



Yan jî tê wateya li hemberî rû



Navek bi kurdî ye li kurikan tê lê kirin.



(bnr: çem)

(bnr: co)

(bnr: rûbarok)



16.08.2016 00:48 ~01:40 | rûbar

2. Bi îngilîzî jê re dibêjin river.

Rûbar-river peyvên hemwate ne. di navbera îngilîzî û kurdî de peyvên manend gelek in. Ji xwe her dû ziman pêgirê xêzana zimanê koma hind-ewrûpa nin. wekî farisî, belûcî,hindî, fransî, elemanî..... û bêtir.



(bnr: burda me)



16.08.2016 01:40 ~2016.08.19 00:22 | rûbar

3. nivîskarekê tirşikê ye, bi xêr hatiye.

bêtir li ser erdnîgariyê ditirşikîne, bi kurmanciyeke xweş dinivîse.

me hêvî heye di tirşikê de her berdewam be.



16.08.2016 03:02 ~03:28 | endazer

4. Nivîskarekî tirşikê ye. Bi kurdî dikare dinivîse û pirî caran dikare bi kurdî bifikire lê belê nikare baş biaxive. Ji ber ku ji biçûkatî heta niha li stenbolê ye û kes bi vî re bi kurdî ne axivîye. Kêmasîyek mezin e. Lê belê bi destûra xwedê demekî nêzik de ev kêmasî ji holê tê rakirin. Nivîskarîya Tirşikê ji xwe re wek firsendek pêşve birinê bikartîne. Vê mijarê de ji xwe re armanc kirîye ku nivîsandina vî û axaftina vî bibe rêze û serbest.



Wisan e ya li rojên pêş zimanê kurdî di cîhanê û rojhilata navînê de bibe zimanek girîng û diyarker û pêşxistin înşaallah. Wiha ye demek xirab demek baş.



Xwedayê dilovan û dilovîn her du demê de ji me re jiyanek bi îman û bê îsyan, bi rûmet û bê quretî, bi 'izzet û bê riya, bi aram û bê hewcedar bide û serketinê bike nesîb. Serkeftin hey bi xweda ye.



17.08.2016 04:36 ~05:05 | rûbar

5. jina ku jê ra bizewice yê xwe ra kêf ke *

Bnr: mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan/99433



24.05.2017 16:19 | bûtîmar

7. endamek bêbandore. Yek ji wan misilmanên fehmkore ku mîna xwedayê xwe ateîstan bi agirê dojehê tehdît dike. :D bi bakara makarayan hewl dide çavên kesên ne misilman bitirsîne. Lê başe madem we bi ayetan êrîş kir, ezê jî bi heman ayetan bersiv bidim we. Paşê negirîn!



25.04.2020 23:46 | hespêsor

8. Çima zora te diçe?!

Tehdît ne tehdîtê min e. Tehdîtê xwedaye min û te ye.

Tu delîl filan dixwast aha ji te re delîl.

Tu dikarî li hember qurana kerîmê tiştek, gotinek... bideynê?

Aha furqan li wir e aha rûbar li wir e.
Wa ye meydan heye şêr!

Te û hemû piştevaniyên xwe jî kom bike were.

Erzanî meke.

Baş bizane ku di nav ava rûbara min de gelek kes xeniqîn.

Vêca dora te ne be baş e.

Wer wer.

Di nav hêrsbûna xwe de bifetise. Ji destên te tiştek nayê. Tenê diaxivê û evqas. Tiştek deyne miyanê. Tu ji gotinên devan wergirtî pê ve tu tişt nikarê bêjê û nizanê bêjê.

Heke xwe zana dihesibînî wer meydan.

Aha bersiva ev gefana bide.
Ka delîlên te?

Tu nexoş î. Here ba psîkiyatrîstek ku xwedê şifa ji te re bişîne. Tu şizofren î. Yan jî bi qest sextekariyan dikî. Destê te de ne kitêbek ne agahiyek ne tiştek heye xwediyê nav û kitêb û agahiyan re dev diavêjê. Şiltaxî li van dikê. A rastî derewker tu yî. Madem tu di doza xwe de rast î. Wer bi delîlên xwe. Wilo çenabe. vêga belku tu wek biçûkxistineke fêm bike lê mebesta min biçûkxistina yekî nîn e. Ez cidî me.Lê eilo jî bê fêm kirin ne xema min e.



25.04.2020 23:55 ~2020.04.26 01:20 | rûbar

9. xişîmê selefî, kevneperestê çolê dîsa vireşaye, herder lewitandiye, pişta bavsalarek dilpîs girtiye. ev selefî rasterast bangaşeya şerîeta îslamê û hedîsên mihemed dike ku ew kulliyat jêdera rêxistinên terorî yên îslamî ne. Bi wan referans û hedîsan daîş kuştin û serjêkirina kurdan, revandin û destavêtina jinên kurd li xwe helal kirin, jinên êzidî kirin carîye li bazaran firotinin. heçî bêje ev ne îslame bila biçe quranê û hedîsên pêxember bixwêne. ev selefîyê nezan feraseta cîhadîstan diparêze ku ev feraset dijminê mirovahîyê ye, herî zêde jî kurdan xwisaret ji vê bawerîyê dîtye.



02.05.2020 00:19 | hespêsor

11. Di vê peyama xwe de gengeşeya di navbera dashnî murad û romî harkî de/121650 ger ne bi armanca trolliyê yan jî Ne bi armanca îronî be, piştevanîya xwe ya li gel romîyê qûndev kiriye.

Meraq dikim gelo keça vî nivîskarî hebe, gelo keça xwe dê bide mêrê bi sê jinan? Yanî keça xwe dike jina çarem a doxînsistekî?



02.05.2020 00:36 ~00:37 | ferhenga şikestî

13. nivîskarê ku hêvî dikim henekê xwe bi Romî dike
wekî din karê me ti ne kar e. Kesên mîna Romî difikirin li ser tirşikê jî hebîn, me pê girtiye!!



02.05.2020 00:44 | gulêê

21. Nivîskara xuyaye şaş hatiye fehm kirin ji romî herkî bêhtir hatiye recmkirin *



02.05.2020 01:11 | telebê hz mêdî

22. Bi bersiva pirsa min, min baş fêm kir mejiyê wî wek hizbiyan dişixule.
Bersiva pirsa min nedaye, lê ji dêla bersivê pirseke ehmeqane pirsîye, tir li kû das li kû.
Dibe ku ez lawê xwe bidim keçikek weke dashni dibe ku nedim jî ev biryara min a şexsî ye, lê ez nikarim ji kesî re bêjim lawê xwe bidin keçikên mîna dashni yan nedin. Çimkî eleqeya min bi xelkê tune ye.
Lê tu rabî bêjî çar jin li gorî fitara mêran e hingê tu yê keça xwe bidî doxînsistekî xwedan sê jinan. Çimkî tu parastina vê ehmeqiyê dikî. Nexwe lazim e tu jî mîna baweriya xwe tev bigerî. Lê ez mîna dindaran hest û Best, liv û tevgerên xwe li gorî sînorên dîn û îmanê pêk nayênim çimkî ez ferdek im û tevgerên xwe li gorî mejiyê xwe dikim.
Lê ez dizanim heta sibehê jî ez behsa vê cudahiyê bikim ev nivîskar dê dîsa bibe bilbilê baxê xwe loma ne hewce ye ez dirêj bikim



02.05.2020 01:21 ~01:21 | ferhenga şikestî

24. Nivîskarê ku ciwaniya min têne bîra min e. Wextekî ez jî bo parastina nirxên îslamê pir tûj bûm. Min dikaribû kesên zimandirêjî dikin serjê jî bikira lê piştî demekî mirov diweste, jê aciz dibe, fikrên mirov diguhere, mirov fêm dike ku rêza bo xwe dixwazin divê nîşanî kesên in jî bidin. Fikr û nêrînên mirov li gor nêvenga têde ye diguhere, nûjen dibe. Îroj tiştê mirov jê aciz e, piştî wextekî mirov jê hez dike, an tiştê mirov anha jê hez dike piştî demekî jê aciz dibe. Axir mirov ji hewldana guherandina fikrên mirovan jî aciz dibe û piştî wextekî ne ji bo guhertina fikrê tu kesî, hew bo nîşandan û rave kirina hizrê xwe dinivîse û daxive. Ez bawerim ev nivîskar jî hêj di erê vê riyê de ye.

Ese ese tu jî xwe nexiyidênî.



02.05.2020 01:24 | tîrêj zana 21

29. bi peyam û mijarên xwe yê dawî min fêm kiriye ku serhişkek e. tiştêk ku bawer dike xelet e, rast e qet nikare bifikire. naxwaze bifikire. Kevnperest e. Ez bawer dikim kalê wî Melekî xwedîyê sê jinan bûye. Te dî mirovên serhişk qet nikarin çewtiya baweriya xwe qebûl bikin. Nikarin bifikirin wextê ku têde dijîn ne wextê berê ye. Nikarin bêjin Belê, berê bapîrên me tiştek wisa kirine Lê îro ez difikirim ew tişt ku kirine li gor min xelet e.
Ê Bawo naxwaze kes behsê kalê wî yê mele bike. Ji ber wî dibêje nexasim ez piştgirî bidim kalê xweyê xwedîyê sê jinan. Ez jî du-sê jin bînim.

Kaka giyan rastiyên jiyanê hene qebûl bikin. Dev ji baweriyên pûç û vala berdin.



02.05.2020 15:01 | kajav

33. Nivîskarek xemxur yê tirşikê ye. tirşik translate/130650 di vê peyama xwe de bo ji derdê tirşikvanekî re bibe derman gelek xwe daye tehbê. Bi qasî ji nivîsên wî dixuye mirovek pir dîndar e. Carek ew û hespêsor li ser meseleya romî harkî ketibûn munaqeşeyê û buyer gelek m⊕ezin bibû. Heya ew gengeşe bibû şerê ateîst û dîndara. Lê piştî şer û gengeşe sekinîn her du aliyê minaqeşî jî pişta xwe dan tirşikê û çûn.

Bi min nivîskarek hêja ye. Min dixwest li tirşikê hêj bêhtir aktîf bûna. Car caran tê serîkî li tirşikê dixe û diçe.



13.02.2021 14:46 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rûbarok

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî