Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    44 mijar û 71 peyam
    her kurd bûn û her kurd ebîn - tirşik
    her kurd bûn û her kurd ebîn
    (2) (0) ecêb (0) (7)
    di mijarê de bigere

    2. helbest û stran û sirûdeka nuwaze ya îbrahîm ehmed e,



    gotinên wê yên bi soranî;



    Dagîrkerî dil pirr le qîn

    Dirrindey bê wîjdan û dîn

    Natwanî wakey Kurd nebîn

    Her Kurd bûyn û her Kurd ebîn



    Le pêş agirperestî da

    Le pêş musilmanêtî da

    Le dîlî û le serbestî da

    Her Kurd bûyn û her Kurd ebîn



    Ne Erebim, Ne Êranîm

    Ne Turkêkî şaxistanîm

    Nek min her xom, mêjûş elê

    Ke Kurdim û Kurdistanîm



    Ne nengî ew ne piyawetî

    Ciyawazî netewayetî

    Biryare û mêjû dawyetî

    Ke Kurd bîn û her Kurd ebîn



    Gelan hemû biray minin

    Her zordaranim dûjiminin

    Dawayî wilatî kes nakem

    Pence bo mafî kes nabem

    Bo mafî gel û xakekem

    Heta mawim xebat ekem



    Dagîrkerî dil pir le qîn

    Dirrindey bê wîjdan û dîn

    Ger Qendîl û Agirî şîrîn

    Yeksan key legel rûy zemîn

    Natwanî wakey Kurd nebîn

    Her Kurd bûyn û her Kurd ebîn



    wergera wê ya bi kurmancî;



    Dagirker bir bi kîn in.

    Hovê bê wijdan û îman in

    Tu nikarî Kurdan nebînî

    Kurd her hebûn û dê Kurd her hebin



    Berî agirperestiyê de

    Berî misilmanetiyê de

    Di êsîrî(dîl) û di azadiyê de

    Kurd her hebûn û dê Kurd her hebin



    Kurd her hebûn û dê Kurd her hebin

    Ne Ereb im, ne Faris im, û ne Tirkekî hovî me

    Wê dîrok her bisitirê

    Ku ez Kurd im.... Kurdistan im



    Doza welatê kesî nakim

    Doza axa tu kesî nakim

    Doza welat û gelê xwe dikim

    Heta hebim.... Bixebitim



    Ger çiyayê Qendîl û Agirî û Şîrîn

    Li erdê rast bibe

    Tu nikarî Kurdan nebînî

    Kurd her hebûn û dê Kurd her hebin



    ji bo wergêrra wê ya li ser zimanên îngîlîzî, frensî, swêdî û tirkî; Here lînkê



    2016.08.17-17:58 [guhertin:2016.08.17 18:01]| endazer

    3. Û li gor min sirûda ku ji Ey Reqîb xweştir e.



    2016.08.17-18:02 | biaqila malê

    4. zengila telefona min bû wextekî. Nehe jî soltanê ghalba ye lê tabî dema yek tlf dike telefona min deng dernaxe rebena telefona min çend cara sewa şapşaliyên min kete erdi, emekçiya min a delal bûye xirxope.



    2016.08.18-10:36 | elielilamalama

    5. hezar car ji ey reqîbê xweştir û kûrtir e.
    sibêroj dê kurdistan ava bibe emê jî mîna tirkan bikevin li du van nîqaşan*



    2019.12.14-16:17 | ferhenga şikestî

    6. Yek ji merşên kurdî ye ku kêfa min gellekî jê re tê. Çi ji aliyê gotinan çi ji aliyê mûzîkalîteyê berhemeke nûwaze a îbrahîm ehmed e. Carnan li ber xwe de vê rêzikê distirim "her Kurd bûyn û her kurd ebîn!" *



    2019.12.14-16:29 | xeyda

    7. sirûdek xweş e lê ji bo ku bibe sirûda netewî, ne baş e. ji ber ku tê rasterast ji bo tirkan û gelên din gotinên nebaş tên gotin. di sirûdek netewî de hebûna tiştekî wisa ne rast e. ya din jî dibêje berî misilmanbûnê an jî agirperestbûnê vs. kurd im. ez bixwe jî wisa difikirim lê herkes ne mecbûr e ku wisa bifikire.
    sirûdek netewî, divê hestên hevpar bihewîne. û weke "netewî" ye, divê tenê li ser wan nirxan bisekine.

    weke mînak ya tirkan jî e baş e. tê de behsa ezanê fîlan tê kirin. kesek ne-misilman, çima bila vê sirûdê bêje?



    2019.12.14-18:51 | simurg56

    8. Sirûdekî bi alîyê Ibrahm Ahmed hatîye nivîsîn.Sirûdekî xweş e lê qet nikare bibe sirûda netewî.Sedemên wê nivîskarê jorê jimartîye.

    Ne ereb im ne êranî
    ne jî tirkekî şaxistanî
    her tim kurd bûm û kurdistanî



    2019.12.14-22:09 | mêrxasê serhedê

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    beravêtin [1]
    Ji bo ajalan bûyîna têjikên mirî. Heke ajalek berî ku bizê têjika wê d...
    triviabot 6.0 êdî bi kurdî ye [1]
    TriviaBot 6.0 pirr kevine û lîstikeke chat irc ( internet relay chat ...
    li otobusê gengeşîya min û keçikek bêedep [5]
    Dilê min ji van gotinên we yî gemarî hev ket. Ger şaşîyek hebe mirov d...
    kampanyaya alîkarkirina navçeyên wêranbûyî yên kurdistana bakur [1]
    kampanyaya ku bi dawî bû 2100 TL'ya ku hate komkirin wê roja d...
    kampanyaya alîkarkirina navçeyên wêranbûyî yên kurdistana bakur [3]
    Komele û dezgehên yê ku ez dizanim alîkarî kirine ev in: ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » hertiştolog
    » kurdistan kurdistan
    » bûnisra
    » hêran
    » kurdî nizanim

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî