Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
17.08.2016 teqîna li wanê - tirşik
17.08.2016 teqîna li wanê
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Aniha ev çi ye ji bo xwudê? Ger ev jî ne terorîzm be pênasa terorîzmê çi ye?

Bes e law, destê xwe ji serê vî gelî rakin, hûn êdî bi temamî xisar û zirarê didin xelkê, niha çi heqê we heye hûn vê sedsalê de bêî ku destkeftiyeke berbiçav bidin xelkê, jiyana xelkê dikin dojeh?

Wallehîn bes e.



18.08.2016 13:45 | ferhenga şikestî

2. weke piraniya teqînên vê dawiyê mixabin bûye sedema mirina sîvîlan jî. lê gelo em dikarin bêjin ku êrîşek terorîst e?

di wikiya kurdî de pênasek baş tune, ya tirkî wisa dibêje "Terör ya da terörizm, siyasal, dinsel ve/veya ekonomik hedeflere ulaşmak amacıyla sivillere; resmî, yerel ve genel yönetimlere yönelik baskı, yıldırma ve her türlü şiddet içeren yolun kullanımını ifade eden terim"

ya îngîlîzî jî bi kurtî gotiye "use of violence (terror) in order to achieve a political, religious, or ideological aim." lê di binê mijarê de behsa gûftûgo û pênasên din yên dirêj kiriye.

di piraniya pênasan de behsa wê tê kirin ku armanca terorê ew e ku bi riya wehşet û tundîyê, tirsê bixe dilê gel de û bi vî awayî xwe bigihîne armanca xwe ya dînî, sîyasî an jî ekonomîk.



li gorî vê pênasan, ev êrîş ne terorîzm e. ji ber ku armanca pkkê di vê êrîşê de ne ew e ku bi kriya şîdetê, gel bitirsîne.



êrîşên wisa û encamên wan nikare were parastin û dilê min jî pê dişewite. lê ger em bi awayek objektîf lê binêrin, ev êrîş parçeyek ji şerekî ye û hew.



di pênasa tirkî de êrîşên li dijî rêvebiran jî weke terorîzm hatiye binavkirin. ger em vê pênasê qebûl bikin, ji 4 gavan 3 gavên dewleta tirk terorîzm e.



19.08.2016 00:00 | simurg56

3. wekê şerê xendekan, çalakiyên bi vî rengî yê ku sivîl jî tê de tên kuştin terorîzm e.



19.08.2016 23:49 | endazer

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» 17.08.2016 teqîna li wanê
» teqîna mezin

Kategoriyên mijarê:: nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî