Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
pêrtage - tirşik
pêrtage
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navçeyeke dêrsimê ye.



19.08.2016 17:34 | xendekî

2. li gor wîkîpediayê navê kurdî yê pertekê ye.




birayê min li vir zanîngehê dixwîne, du sê beşên zanîngeha munzûrê (dêrsimê) li vê navçeyê vebûne. birayê min jî piştî ajokarî û eskeriyê poşman bû û berê xwe da xwendinê û bi kopya i xurtî û zorê lîse ji derve qedand û ket ezmûna zanîngehê û beşa "harita kadastro" qezenc kir. ez jî ev hefteyeke li vir im,
li gor dîtina min pertek:



navçeyeke dêrsimê ye lê bêhtir nêzîkî elezîzê ye, navbera wê elezîzê 25 deqe ye (bi ferîbotê, 6 mîlyonî), navbera wê dêrsimê nêzî seetekî ye.



gelê pêrtage an jî pertek nîvî sûnnî nîvî heta % 60-70 elewî ye; axaftin ne dimilî, kurmancî ye. kurmanciya wan weke ya semsûrê ye.



li kêlekê bendav hatiye çêkirin û weke navçeyeke betlanê/tehtîlê ye; xweysahîl e, yên bixwazin dikarin têra dilê xwe masî bigrin, bendav tijî masî ye. mirov heta êvara dikare xwe'l avê bide, ji ketinava wê mirov têr nabe.



nava wê şîn e, hema bêje baxçeyê herkesî heye; hêjîr, tirî, sêv, karçik û sewze/şînatî, firingî, bîber û û. .. darên goz û yên behîva.



tişta min dîtî xelkê vir alîkariya xerîban û mêhvanan dikin, xweyî'l xwendekaran derdikevin.



edit: rast e li girên dora bajêr dar û ber nîn inn, lê nava bajêr wek min li jor gotî têra xwe kesk û û ni dar û ber e; tişteke din jî di nava bajêr de tu diçî serê kîjan kolanê kaniyek heye, ji girê jor aveke cemidî diherike nava bajêr, binesaziyeke kevin û dîrokî heye vê avê li nava bajêr digerîne.



19.08.2016 17:45 ~2016.08.20 12:59 | xendekî

3. Li gorî hin çavkaniyên "pêrtag" peyvek ermenkî ye û wate keleha biçûk ango bi tirkî “kalecîk” e.. Navçeya ku di salên 2010 û 2011an de çar penc caran çûme..ku meriv ji mamekiyê (tuncelî) derket û berê xwe da ber xarpûtê divê di nava pêrtagê derbas bibe ..Rêya din a sivriceyê hinek dûr û dirêj e..

li pertegê bi ferîbotê derbasî aliyê xarpûtê dibin..di nîv saetê ferîbot radibin..

ji ber bendavê navçeyek baş e, havînî pir kes tên û diçin ..cihên masî xwarin pir in...lê dîsa jî hêşinî, daristan, dar û ber pir tune, derdor ji girên rût pêk tên..



19.08.2016 23:34 | havka

4. gundên xwe hemû kurd in. kurdiya wan jî pirranî kurmancî ye zazakî pir kêm e -hetta tinû. devê wan mina kurmanciya semsûr û qonyê ye.

gundên sunnî (pirrani koçerên şekak in) di navbera pêrtag û çemişgezekêne. li nav bajêr gellek malên tirk jî hene. dema berê fille jî gellek hebûne. bi navê çarsancak navçeyeka fillan hebûye ku nûha wenda bûye.



20.08.2016 16:33 | cinorek

5. Navçeyeke dêrsimê ye.
Nufûsa wê 6-7 hezar e.
Cîyekî piçûk û şirîn û sahil e.
Dûrahiya Navbera wê û elezîzê de 30 km ye.
li aliyê elezîzê va bo ku meriv here navçeyê, divê hun ferîbotê siwar bibin.
Li ferîbotan ve seyreke pir xaş va em derbasê pertekê bûn.
Menzereya rêwitiya ferîbotê pir xaş bû. kela pertekê şahidtiyê rêwîtiya we ra dike..

Me li çayxaneyeke pertekê da çay vexwar. Miletên wir xwîngerm xûya dikirin..

Têketina navçeyê da termaleke avê navdar heye.
cihê mozên hingiv, zeviyên rakirî, rezên tiriya... Li wir pir in..



02.04.2017 17:29 | bûtîmar

6. Ferîbot heta saet 8ê êvarê nîv saetî carekî, piştî 8an jî serê saetê carekî radibin.

Navê navçeyê tirkîtî pertek e.



02.04.2017 21:57 | bûtîmar

7. Kurdên xarpêtê navê vê bajarokê weke pertag debejîn.



06.04.2017 18:34 | elaziz izzetpasa camii

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêrtage

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî