Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
xeyda - tirşik
xeyda
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yek ji navên pîrejinên kurd e. bi vî navî straneka gelêrî jî heye, bilind îbrahîm û seîd gebarî xweş dibêjin. têkiliya wê bi xeyd û xeydokê re heye gelo, mereq e ji bo min.





21.08.2016 11:02 ~11:04 | endazer

2. peyva ez dibêjim têkiliya wê û xeyidandinê bihev heye, kurtasiya xeyidandinê bi kurtî bûye wekî nav û bûye xeyda, straneka xweş a govendêye hinek gotinên wê evin dibe kêmasî têde hebe û lihevketibe îdare bikin;

(w/j)êsilê li binya golê xeydaminê

şerê midyad û tolê xeydaminê

kinikê dan bi golê xeydaminê

te mala min xerabkir xeydaminê

te lawik berda çolê xeydaminê



êsilê li serxetê xeydaminê

êsilê li serxetê xeydaminê

kinikê bê murwetê xeydaminê

çavê reşbelek binêr xeydaminê

bîna hibra kaxide xeydaminê

ramûsankî bide min xeydaminê

xêra dê û bavê te be xeydaminê

rojkî tu were axretê xeydaminê

ez kefîlê te û cinetê xeydaminê






xeyda têye ji diyarbekir xeydaminê

xeyda têye ji carbekir xeydaminê

cilikê naylonî lixwekir xeydaminê

şûşa lewentê vekir xeydaminê

min (wê) ji xwere gote wê nekir xeydaminê



xeyda xeyda xeyda xeydaminê

ez tîşkî bibêjim nexeyide bêbav xeyda

meskenê kul û derda xeydaminê

sibê bibore îro eyde xeydaminê

ez dilketime keça mele qîza seyda xeydaminê

ez tiştekî bibêjim ne xeyide xeyda minê



21.08.2016 22:54 ~22:59 | shorbevan

3. tirşikvanek nû ye. bi peyamek gelek xweşik dest bi nivîsandinê kiriye: tim û tim bi telefonê mijûl bun/114094
bi xêr hatîye.



04.12.2019 22:44 | simurg56

4. “Dibêje emrê min mezin nîne” yan hemî nivîskara 30 sal û jor dizane yan jî nevîyê celadet elî bedirxan e. Gelek xweş nivîsîye. Bi tenê entryek nivîskariya wê hatiye pejirandin. Dîsa (bnr: torpîl) ez heta 10 entry çomez bûm. ;)



04.12.2019 22:58 | kajav

5. Keç an jî jina ku herdem xeyîdî ye, an jî li ber xeydê ye.
Weke ku tê zanîn bandora nav û pêşnavan li ser mirovan mezin e. Wilo tê xwiyakirin ku ev nav, tesîreke neyînî li ser mirovî dike.
Wekî dî navê Niviskareke zarşêrîn e. Ka em binêrin, ma di tûrikê vê tirşikvana zimanşêrîn û xwîngerm de çi heye.
Mayînde be îşellah. Tu bi xêr hatî Xeydokê.



11.12.2019 01:02 | gumgumok

6. Navekî balkêş e birastî jî. Helbet nav li ser mirovan tesîran dike lê navekî xweş e.

Her wiha di biwêjan de jî dihê bikaranîn.
Xeyda stûyan e. Ew kesê/a ku nikare ji berpirsiyarên malê bifilite.



11.12.2019 20:51 ~20:53 | hesinkar

7. xeyda.
demeke peyamên vê xanimê bala min dikişandin axir gava din htim vira û min hemû peyamê wê yek bi yek xwend. xanimeke zîrek, jêhatî û kubar e. peyam wisa dibêjin. baweri im emrê wê di biniya 30 î re ye belê dema merî bala xwe dide peyamên wê merî dibê qey jineke navsere ye. wisa zanepeyv û kemlan e bi gotina diya min. keseke neteweperwer, kurdistanî û elîtîst e ku eve baş e. bila berdewam be. awayê rexnekirina wê kêrhatî ye, bêyî heqaret û manîpulekirinê mebesta xwe bi zimanekî zelal pêşkêş dike. memûr e, li mêrdîn dixebite û sa texmîn dikim ku ji bajar/navçeyeke herêma serhedê ye. ji rûniştina li malê hez dike ku ez jî wisa me û her wekî wê nivîsî ev yek mirovan gelekî şaş û metel dihêlin.
şabaş ji wê hebûna gewrik re.

*demeke dirêj bû min li tirşikê nedinivîsî, belê min her û her taqîb dikir. gava din dema min biryar da li ser xeyda yê binivsînim, bêhemdî, qey bo ku xelk nebêjitin hate peyamek nivîsî û çû. rûniştim û min hindek peyamok nivîsîn, da dilê xwe jî rehet bikim.



11.04.2020 03:35 | hêvî

8. (bnr: someone has crush on her)*



11.04.2020 03:46 | xelîl


10. (bnr: radara keçan)



11.04.2020 16:08 | brzn

11. Heyra eyb e ji we re, meselê manîpule nekin. Kesî dil nedaye kesî. Ez neketime radara ti kesî. Gotinek heye, dibê "quna xwe ji derpê dernexe"

Tika dikim, quna xwe ji derpê dernexin.
Please.



11.04.2020 17:41 | hêvî

12. (bnr: sergijik) e.



12.04.2020 22:25 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» xeyda

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî