Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
çetelastîk - tirşik
çetelastîk
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: sapan)Ev peyv ne kurdî ye.li gorî ferhenga yekbunê navê wî qûsikê ev yek aparatekî ji bo avetina kevire.ji dar kî çetellî,du heb lastîk û ji yek kef çêdibe.(cihê kevir dikevi jê re dibejin kef) gedetîyê xwe de min jî ev pirr bikaranî.mixabin min pê yek çûçik jî kuşt.



23.08.2013 22:39 | bayesar

2. ku ne peyvek kurdî be alternatîfên wê pir in:

http://www.turkcekurtcesozluk.com/index.php/term/T%C3%BCrk%C3%A7e+K%C3%BCrt%C3%A7e+S%C3%B6zl%C3%BCk+%28Ferhenga+Tirk%C3%AE-Kurd%C3%AE%29,sapan.xhtml



" kevkanî, qoçanik, kalesing, qûçanik, berdekanî, kelasîng, kelasung, berkanî, kevirkanî, berdeqanî, qanîk, berqanîk, "



lê cem me jê re tiştek din dihat gotin. dikim nakim nayê bîra min.



23.08.2013 22:41 | simurg56

3. aslê wi .......qanike em kevirkanik dibejin.



23.08.2013 22:44 | hun çawane heval:)))))))

4. Gundê ku em tê dijîna ji vî re me di got berqanî. navên din min nû hînbûm. ferhengê tirşik ji bo kurdî yên xwe hinek peşbibin pirr baş e..binivîsin..binivîsin..binivîsin..



23.08.2013 23:15 | avrel

5. Herê bavo. Bi wê xwene em hindik çûn nêçîra teyr û tilûran. Xwene hindik $ikiyan pacên der û cîranan.



23.08.2013 23:33 | înano lo

6. dijminê çûkan e niha hê jî (pirr nebe jî) di gundan de tê xebitandin gava em zarok bûn em ser sibê derdiketin derve heya ku ji ber birçîbûnê vedigeriyan malê me bera çûkan didan lê rojeke jî nayê bîra min ku neçîr anî. niha dibêm baş e ku bêbehre bûme.. niha jî ketiye nava bajarên Kurdan ku polîsan neçîr dikin



07.12.2013 00:08 | ferhenga şikestî

7. alava ku min demsalek ji dest xwe berneda lê dîsa jî min çûkek mûkek nekuşt. dibê qey heram bûn.



07.12.2013 10:51 | ceso

8. li herêma Botan li hin deveran qosk tê gotin jibo vê peyvê



23.03.2014 22:52 | bakur-başûr

9. li herêma dêrika çiyayê maziyê jê re dargulîk jî tê gotin.



23.03.2014 22:58 | mergehez

10. (bnr: çetel)

(bnr: lastîk)

kevirkanî, kevank,... û neh deh heb navê wî hene çekek kevnare û sivike pirahî ji bû kuştina çûka bikartê û birîndar kirina polîsa... jî bikartê.



24.06.2015 22:34 | shorbevan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» çetelastîk

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî