2. Peyvên stranê;
Ewrê asmîn erman(x4) degormijin(x2)
Geriyê berxan xwayê can debarêjin
Hemdil hevdû ezîz can qet navêjin hevalê
Cav şûr pirin erman(x4) sere savê(x2)
Orzelingê heval can verîn rawê
Biken bira ezîz can derd bela vê hevalê
Terki mi kir ella xweyî erman(x2) dilberê min(x2)
Daqek danî yarî can cîgerê min
Bû xeraw o mal xeraw dilberê min lelay lay
Xewer navû ella xweyê erman(x2) je yarê min(x2)
Kemandarê bê murwet bir dilê min
Xewer navû azîzê je yarê min lelay lay
Balaxane erman(x6) xişt o nîme erman erman xişt o nîme
Fekî yarê hevalê kaniya jî me
Fekî yarê hevalê kaniya jî me lelay lay
Ser helînem erman(x4) le kevîran(x2)
Çare vûme yarî can xane vêran
Le vî kara mal xeraw vûme heyran lelay lay
Balaxane erman(x4) xişt o nîme(x2)
Fekî yarê hevalê kaniya jî me
Fekî yarê ezîzê kaniya jî me lelay lay
Terki mi kir ella xweyê erman erman dilberî min(x2)
Daqek danî yarî can cîgerê min
Bû xeraw o mal xeraw dilberê min lelay lay
Xewer navû ella xweyê erman erman je yarê min(x2)
Kemandarê bê murwet bir dilê min
Xewer navû azîzê je yarê min lelay lay
Şa sîyaran erman(x4) ka gula min(x2)
Kemendarê bî murwet bir dilê min
Daxek danî yarî can cîgerê min lelay lay
Wateyên peyvên ku di nav stranê de dibuhure;
1-
Degormijin: digurmîn, digumîn, dixumîn, diwizîn, diorîn...
-dengê gurm- tundiya teqîn, lê xistin, lê ketin û hevşêweyê van bûyeran bi riya dengê nîşan dide û wateya bûyeran dihê xurtkirin.
Gerî: kerî
Debarêjin: debat dikin, giftûgo dikin, gotûbej dikin...
Navêjin: nabêjin
Hemdil: dilbend, bi tirkî gönüldaş
Cav şûr: Çavşor, biwêjek e, ji bo mêrên gelekî li pey jinan digerin wek tebîrek tê bi kar anîn. Yan jî çavbaz, çav xerab.
Savê: sibe.
Orzeling: ûzeling, cûreyek gulan e. Ji bo çavînî nebe yanê nezer lê nekeve tê verîçkandin û wek mişemayê ango wek mûmê tê şevitandin. Bi tirkî üzerlik.
Verîn: verçikînin, verûçikînin, rûçikînin, pirçikînin, pirçukînin...
Rawê: rawî, mûm, mişema
Bela: belav
Vê: bê
2-
Ella: ellah, allah
Xweyê, xweyî: xwedê, xweda
Daq: dax
Xeraw: xerab
3-
Xewer: xeber
Navû: nebû
Kemendar, kemendar: xwediyê pêşerojê.
Keman, kemen: kevan, zewicî, cewitî yan jî aso, ufûq, pêşeroj...
Bê murwet: ne bextiyar, ne dilxweş, ne bextewer, bextreş, bedbext...
Murwet: weke şa bûna serkeftineke bi dest xistî ji buyerên qenc û baş re şad û bextewer bûn, dilşayî, kêf, dilxweşî... Bi erebî muruwwet.
4-
Balaxane: balexanî, avahiyên gelek bilind.
Bala: bale, berz, bilind
Bal: balahî, serî, jorî,berzahî, bilindî, hilindî...
Xişt: qalibên ji heriyê yan jî ji çîmentoyê çêkirî. libin, tuxle, acûr, kerpîç, kelpîç.
O: ew, wî, wê.
Nîm: nîv
Fek: herwiha feq, xefik, kemîn yan jî dev. Heger peyva fek li cihê peyva devê hatibe bi kar anîn bi riya peyva devê dihê wateya cem, nik, ba... jî.
Jî: jîn, jiyan, merg, temen, heyat, umir...
5-
Helîn: hêlîn
Kevîr: kevir
Vûme: bûme
6-
Şa sîyaran: serokê, qehremanê, palewanê, egidê siwaran yan jî şahê şahan, şahê padişahan...
Şa sîyar: şahsiwar, şehsiwar, sersiwar...
Şahsiwar: Zêdetir ji bo serokê siwaran tê gotin, sersiwar.
Herwiha di dîrokê de di dema Serdema Navîn ji bo cengawerên bijare û guzide hatibû gotin.
Yekî din şayê hikimdar û serdestan, şayê ferwar, şa û padişayan...
Siwar: Herwiha kesa/ê ji cihekî weke otomobîlê di amyarekê yanê wesaîtekê de yan jî li gunda li ser pişta dewaran diçe cihekî din tê gotin.
Yekî din ji bo kesayetiyên ku hikmê wan gotinê wan li ba mirovan derbas dibe, derbasdar e, muteber e yanê. Ji hikm û qerarê wan û gotinê wan re dihêt qedir û qîmet danîn, tê sepandin. serdest, ferwar, padişa, paşa, şa, serok...
vîdyoyê veke
|