Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


24 mijar û 46 peyam
ozan irmak - tirşik
ozan irmak
(0) (0) ecêb (0) (1)
di mijarê de bigere

1. stranbêjê xwediyê albûma "ji sorî" ye. rock mûzîkê çêdike. tarza wî û dengê wî ne zêde be jî piçekî dişibe teq û reqê.

di albûma wî ya ku ji kom mûzîkê derketiye, 11 stranan dihewîne;



1. bîranîna azadiyê

2. pakrewan

3. berf

4. ez

5. berxwedan jiyan e

6. hawar

7. baranek bixwîn

8. kûçik û pinpinîk

9. xwe li erdê bixîne

10. nikarim

11. min bi girî veke



gotinên 9 strana aîdê wî ne. strana Pakrewan, helbesta rênas jiyan e. gotinên strana Baranek Bixwîn jî aîdê janez sar e. ew bixwe li zanîngeha mardîn artukluyê, di beşa ziman û çanda kurdî de lîsansa bilind dike. mêrik ev demek dirêj e bi mûzîkê re eleqedar e, di gelek organîzasyonan de weke enstrumanist xebitiye. weke din min agahî di derbarê wî de peyda nekirin.



ev 2-3 roj in li albûmê guhdar dikim. yekemîn strana ku gotin û melodiya wê ma li ser zimanê min û di mejiyê min de, strana baranek bixwîn e. bi rastî jî stranek xweş e;














ku albûmê peyda bikim ez ê bikirim îşelleh. hêjayî piştgiriyê ye.



2016.09.04-18:11 | simurg56

dengdanên dawîn (Yên Din..)
tirsik.net [1]
Kurdînûs berê xwe dane Twitterê. Zû de ye li Twitterê de tune me. Niha...
dilbirîno [1]
Nivîskarekî difikirim wan rojan ji bo min dibêje “err ew qas jî nabe, ...
kurdî fikirîn û tirkî gotin [1]
Gunê min pê tê - günahım geliyor *...
kurdî fikirîn û tirkî gotin [1]
sen günahsın...
roja zimanê dayîkê [1]
roja kurd dibêjin pîroz be w bi tirkî dewam dikin. ji min re bûye kul ...
belki ev jî bala te bikişînin
» ozan irmak

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî