Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
mihemed arif cizîrî - tirşik
mihemed arif cizîrî
(6) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Tevnepirk rast dibêje ji cizîrê ye. Navê birayê wî hesen e tê gotin ku ew jî ji cizîrê ye, lê kes qala diya wan nake. A ku dike ew e ên ku dixwin ew.



24.08.2013 00:10 | înano lo

2. dengbêjê ku hestan bi girî dike...



24.08.2013 10:33 | devliken kelogiri

3. ew ji dikare bi zekata dengê xwe gelek qirş û qalên ku ji xwe re dibêjin hûnermend heya heya têr û tîr bike.



24.08.2013 14:54 | tivirloismail

4. meseleyek ya mihme arif cizîrû u mele Mistefa barzanî heye .. ku tê gotin, mihme arif ji Mele mistefa dixwazi ku jê re dibêji "min bike bilbilê kurdistanê". Mele mistefa dibêji "kuro mihme arif stirhanên te hertim ser işq u meşkê ye te carekê ser işqa Kurdistanê stirhanek ne gotîye ku heya ez te bikim bilbilê kurdistanê" ...



24.08.2013 23:00 | singundiki

5. sewtek welê li ser mihemed arif bû ku heta gelek hunermendên navdar guh didanê. li gorî gotina beşir ant zeki müren di ereba xwe de ji xeynî mihemed arif guh nedida tu muzîkê. di derbarê jiyan û hunermendiya mihemed arif de par pirtûkek bi navê "bilbilê kurdistanê" derket, nivîskarê vê pirtûkê şÊwirmendê rehmetî şerafettin elçi, beşir ant e. pirtûk ji weşanên ba derçûye.



04.11.2013 07:36 | zero

6. gava ez gÛhdarîyÊ xezal xezala wÊ dikim hemû demarÊn minÊ kurdistanÎ ji nu ve vetidin. ew demarana ku bi destÊ evdilla öcalan hatibÛn miçikandin.





15.02.2014 16:55 | cinorek

7. Mozart sax bÛna we mihemed arif cizîrî guhdarî bikira.*



25.05.2014 17:45 | xwelî li ser

8. ji bo min hemû stranên wî hizn û melankolî ne, dibêjim hizn lê hizneke esilzade, ne ji wan hiznên ''varoş'' hizneke ku ji te ve pê kes nizane û pê nahese. meselen emrê borî;



16.07.2016 23:58 | endazer

9. di derbarê stranên xwe û stranên bi vî dengîde xweyê vê gotina hanêye; "herçî gohdarî van miqama bike,kêfê bike emrê wî wê dirêj be" pirahiya stranên wî xweşin hinek ji wan evin;

zozaniyê, metran îsa, ez kevokim, lê lê xifşê, gulnîşan, xezal xezal, elîkê betê, kejê, lê lê hinê, cana min, eyşana elî, eman eman koçerê... gelekên din



18.07.2016 00:19 | shorbevan

10. li civatekî dengê xwe li bêrîvanê germ dike, ew qasî xweş dike û ji dil distirê, dawiyê yek ji civatê xwe nagire û dibêje ''xwe bikuje hey te'd.......''



27.08.2016 00:29 | endazer

11. hozanê xemê bi keyfê distre.

metelokek heye derbarê wî û mela mistefa barzanî de ku mehme arif diçe qendîl meqerê mistefa barzanî da xwe bide pêşwaz kirin. mehme arif bi coş û heyecan e bi dîtina mele mistefa, dibêje ez mihemed arifê cizrawî, bilbilê kurdistan im. mele mistefa qet ne keyfxweş e bi dîtina wî, dibêje ew ê strana xifşê dibêje tu yî, mehme arif dibêje belê ezbenî, mele mistefa lê divegerîne: em li vê derê ji bo namûsa kurdan şer dikin tu behsa keçên kurdan dikî, ne bilbil tu qeşmerê kurdistanî.

belkî hevok rasterast ne wisa bin lê mele mistefa bertekek bi vî awayî nîşan daye û mehme arif bi lêvên şor, girî jê kêm, patka xwe dixwerîne w diçe.

dîsa li gor gotegotan di qeyda orîjînal a strana xifşê de wiha gotye:

xifşê ji paş ve kifşê



04.03.2020 20:24 | hespêsor

12. Deng nemir e. Li ser jiyana wî vîdeoyek gelek xweş li ser kanala youtubeê a pel filmê hatiye parvekirin. destê wan sax be.



19.04.2020 23:13 ~23:13 | kajav

13. hinekî dereng bi heybeta dengê mihemed arif cizîrî ketim. bi rastî ez berketim ku çima dereng pê hisîyam.



19.04.2020 23:37 | raman

14. Min li ser jiyana hunermendê hêja Mihemed Arif Cizîrî çend tiştên bi taybetî li ser torên civakî hatine belavkirin ji niviskar û lêkolîner Konê Reş pirsî. Min xwest ku ew Mihemed Arifê ji terefê gelek kesan bêtir weke stranbêjê eşqê û tenê li ser dilan kilam gotiye derdikeve pêş ve bi çend pirsan ji kilam û stranên wî wêdetir li ser ked û hezkirina wî ya Kurdî û welêt bisekinin.

1– Mihemed Arif di 13 saliya xwe de hîn zarok tê heseb, çima tê girtin. Ji ber sedemên polîtîk an ji ber tiştekî din?

- Mihemed Arif Cizîrî an Cizrawî, ev ê ku ji berî 108 salan ve (Havîna1912), li bajarê Cizîra Botan, taxa Mîr Elî çêbûye û wek tevahiya zarokên Cizîra Botan, ji bav û kalên xwe, fêrî çîroka Memê Alan û serboriyên Mîr Bedirxan û kurên wî bûye û li gor biryara Mîrê Botan ya ku lazim e, her kurdek ji xelkên bajarê Cizîra Botan straneke kurdî zanibe.. Anku bajarê Cizîra Botan ji mêj ve keleha ziman, ferheng û rewşenbîriya Kurdî a giştî ye.. Ji ber kurdewariya xelkên wê, di heyamê komara Kemalî de, bi tundî şerê wan hat kirin.. Di sala 1925an de, piştî têkçûna şoreşa Şêx Seîd Efendî li Diyarbekirê, Mihemed Arif jî bi gunehê kurdewariyê digel gelek xelkên Cizîrê hat girtin û zindankirin û çar sal ji temenê xwe di zindana Amedê de derbas kirin.. Anku dikarim bibêjim; girtina wî polîtîkî bû.

2- Ji hepsa Diyarbekirê bi efûyê derdikeve gelo? An salê xwe dadigire û derdikeve. Û dibêjin hevalên wî ên pê re hatine girtin tên îdam kirin ev rast e?

- Ez nizanim kî pê re hatibûn girtin an îdam kirin û temenê wan çend bû.. Lê tiştê ez zanim hingî temenê M. Arif 13 sal bûn û dema ku ew di sala 1928an de, di nav lêborîna giştî de serbest hatiye berdan temenê wî 17 sal bûn.. Belê ew bi efûya sala 1928an, ji ber temenê wî yê biçûk hatiye berdan.

3- Çûna wî ya Duhokê ji feqîrî ye an ji ber çi Cizîrê derdikeve?

- Piştî ku ji zindanê hatiye berdan û vegeriya ye Cizîrê. Ji ber feqîrî û hejariyê, berê xwe daye herêma Badînan, bajarê Zaxo. Lê, lê dirêj nekiriye.. çûye Duhokê û bûye yek ji xelkên wê.. Li Duhokê û derdorên wê wek sinetçî kar kiriye.. pêre jî stran di koçk û dîwanên axaler û begleran de gotiye, ta ku rewşa wî pak bûye, hingê ji nû, ji xwe re dikanek wek restorantekê li Duhokê vekiriye.

4- Bi rastî jî diyalogek bi vî rengî di navbera wî û Mele Mistefa Barzanî de derbas bûye? "Ku tê gotin, Mihmed Arif ji Mele Mistefa Berzanî daxwazekê dike û jê re dibêje "Min bike bilbilê Kurdistanê". Mele Mistefa dibêje "Kuro Mihmed Arif stranên te hertim li ser eşq û meşqê ye te carekê li ser eşqa kurdistanê stranek ne gotîye ku heya ez te bikim bilbilê Kurdistanê"

- Li gor ku min bihîstiye kêfa Barzaniyê nemir ji kultura civakî re dihat.. Herwiha ji deng û stranên Mihemed Arif re.. Min jî wek we ev çîrok bihîstiye; min bihîstiye ku Barzanî bi henekî lê vegerandiye: "Tu bilbilê Xifşê ye..". Di baweriya min de, ev gotina Barzanî jêre ne bi wateya ku (Mihemed Arif), ne bilbilê Kurdistanê ye.
Ji ber ku Mihemed Arif Cizîrî li ser Kurdistanê stran gotine, wek vê strana di pesnê PDK de, dema dibêje: "Partî me partî me.. esasê xwe partî me.. Lê yadê lê yadê.. bextê te me tu bêje.. Ro derket ji Bexdayê, şewqa xwe da dinyayê.. Şer ketiye Kurdistanê.. Şer kiriya Barzanî.. Partî me partî me, bûm lawikê partî me..". Ma ev strana wî ne li ser Kurdistanê ye?!
Tiştên wek hev têne bîra mirov; carekê rehmetiyê Seîd Yûsif ev serpêhatiya xwe û Dr. Kamîran Bedirxan ji min re got: Di sala 1971ê de Mîr Dr. Kamîran Bedirxan ji Parîsê hat Beyrûtê.. Ez jî, di nav kurdên Libnanê çûn pêşaziya wî û, em di civata wî de kom bûn.. dema ku kêfa xwe ji min re anî.. yekî ji civatê jê re got; Mîrê min! Seîd Yûsif stranên netewî nabêje..?! Mîr Kamîran beşişî û lê vegerand: Kurê min! Dema dibêje; Girê sîra bi sire, ew Kurdistan e..

5- Bi we çima dengbêjekî mîna Mihemed Arif bi qîmet navê wî bi qasî stranên wî derneketiye pêş? Bi taybetî li bakurê welêt.

- Di baweriya min de ev yek li rewşa Kurdistanê a ciyopolîtîkî vedigere; dagirkirin û perçekirina Kurdistanê.. Wek ku hûn zanin, her perçeyekî Kurdistanê di pîkola serxwebûnê de ye.. Hîn ew aramiya ku em li navdarên xwe ji stranbêj û dengbêjan xwedî derkevin nehatiye.. Heqê tevan heye.. Li vir dipirsim gelo! Guhdana ku bi navê Mihemed Arif hatiye kirin, wilo bi navê Gerebêtê Xaço, Kewîs Axa, Elî Merdan, Tehsîn Taha, Miradê Kinê, Şakiro û yên di bejna wan de hatiye kirin? Sebaretî guhana bi navê Mihemed Arif Holek bi navê wî li Duhokê hatiye avakirin û pêkerê wî li ber dergehê wê holê bilind xuy dike.. Hem jî du pirtûk li dor jiyan û stranên wî hatine çapkirin yek ji rex mamoste Segvan Abdulhekîm ve bi navê (Mihemed Arif Kewê Resen e), û yek ji rex mamoste Ehmed Cizrawî ve, ew jî li dor stran û hunera wî.. Xwezî me karîba li dor tev stranbêj û navdarên xwe pirtûk berhev kiribana..

6- Hezkirina Mihemed Arifî li ser welêt û Kurdistanê bi çi rengî bû?

- Dikarim wilo bibêjim; her miletek bi navdarên xwe tê naskirin û dîroka gelan li ser pişta navdaran tê avakirin.. çi di warê şer û cengê de be û çi di warê zanîn û pênûs û xamê de be. Mihemed Arif Cizîrî jî yek ji wan navdarên me ye. Di heyamê ku zimanê kurdî qedexe bû, kesî newêrîbû bigota ez kurd im, wî, li seranserî 50 salî, jiyana xwe ji bo gotin û awazên strana kurdî a orjînal terxankir û di wê navê re gelek ji folklorê me ji talanê parast.. Erê ew bû yê ku di mercên dijwar de, bi dûv gotina kurdî ya resen de dibeziya, ew gotin di tûrêkê xwe de diparast û tovê wê di nav gel de belav dikir.
Sebaretî min û Mihemed Arif dikarim bibêjim; her ku bîna min teng dibe û xwe di nav tenêtiyê de dibînim, li kovara Hawarê a mîr Celadet Bedirxan an li dîwana Melayê Cizîrî vedigerim û pêre jî li dengê Mihemed Arif Cizîrî guhdarî dikim.. Bi wiha xwendin û guhdarîkirin re bêhna min derdikeve, ew tenêtî û valahiya ku ez têde, ji hev belwela dibe. Û her roj lê guhdarî dikim.
Xweş li bîra mine, di sala 1968 an de, ez di qonaxa amadeyî de bûm, dema ku M. A Cizîrî hat Qamişlo û li seyrangeha Gerbîs ahengek gerand.. Di wê ahengê de gelek stranên xweş gotin.. Ta niha, ew hatina wî ketiye bîranînên xelkên bajarê Qamişlo de.
Konê Reş/ Qamişlo 30/10/2020

Hevpeyvîn: Mefer Kurdil



31.10.2020 01:30 ~15:46 | mefer

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mihemedê şewitî
» arifo
» cizîrîyê bi stranbêja ingilîz re stran gotî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî