Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    19 mijar û 29 peyam
    zewac - tirşik
    zewac
    (7) (0) ecêb (0) (20)
    di mijarê de bigere

    2. Karê bêaqilan...



    2013.08.24-10:30 | devliken kelogiri

    3. tirşika her roj.. gelek hevalên min ê bi vê tirşikê zikêşî bûyîn hene.. lê feqîrên xwudê newêrin û nikarin vê zikêşiya xwe jî li xwe bînin der.. roj berî rojekî din divê li kurdistanê jî şoreşa mehra muteyê çêbe û xwelîserên kurd jî bikaribin mirÎşkên porzer û lêvrûjkirî tam bikin..



    2013.08.24-20:04 | endazer

    4. nîr û bendê ku mirov bi kêfxweşî dilxweşî dixin stuyên xwe. Ma ez hê çi bêjim baba..



    2013.08.24-23:05 | rojan

    5. na, heval. ev helwesta we ya li hember zewacê şaş e. zewac dirêjtirîn êşkence ye.



    2013.08.24-23:30 | terkexem

    6. Bi kurmanciya gewr “jin anîn” dibêjin.. Mêr jin tînin û jin jî mêr dikin an diçin mêr. li deverinan şû kirin jî di berdêla zewac û jinanîn/mêrkirinê de tê bikaranîn.



    ''Zewac bi jin xwestinê dibe ango însiyatîf di xuyanî de ji aliyê mêr ve dest pê dike. Aşkera kes naçe mala kesî nabêje “em hatine kurê we ji keça xwe re dixwazin”, lê dê an bavê keçikê yan rasterast an jî bi riya navberan davêjin ber guhên dê û bavê kurikê ku dilê wan li ser wan e; “Kurê we jî berzewac e û Gula me jî xama ye, heta ku here bibe bûka xerîban bira bibe ya we, xizmeta we bike, dilê me ji we re dixwaze. Hema du kesê xwe bişînin ser cilika me.” Biryar dayîn yê dê û bavan e. Ji keçikê û kurik re dibêjin, lê ew bêjin erê an nebêjin erê dilê wan e, ferq nake. Eger dê û bavên herdû aliyan gotibin erê, mesele qediyaye. Qenaeta giştî ev e ku “piştî zewacê ewê herdû hêdî hêdî li hev bibanin, hogirî hev bibin; ku yar û dostên wan çêbûbin jî ewê piştî zewacê ji bîr bikin.



    Meriv pêşiyê haya mala bavê keçikê pê dixe, dibêje ku filan roj êvarkî dilê me heye em werin mala we.”, ku bibêjin “kerem kin” koma xwezgîniyan ku ji çend rûsipî û kesên xuyanî yên merivên kurik ên mêr pêk tên diçin mala bavê keçikê. Piştî bixêrhatinî dayin, pirsa hev kirin û tiştek wek çay an qawe îkram kirinê berdevkê xwezgîniyan niyeta pê hatinê ji xwediyê malê re vedike. Dibêje “dilê me di merivatiya we de heye, li ser qewlê Xwedê û şerîeta pêxember em hatine ku keça we ya Gulê ji Ferzendeyê kurê Tîtal re bixwazin.” Li serê, ji herdû aliyan ve gotûbêj tê kirin, ku herdû alî ji berê ve gotina xwe kiribin yek, bavê keçikê dibêje erê. Li ser vê erêyê fatîha tê xwendin û aliyê zavê erêkirina xwe datîne; ev tiştek madî ye. Carna pê re jî qewlê roja nîşanê datînin. Ku ji berê ve gotina xwe nekiribin yek û aliyê keçikê di nav xwe de nelihev an dudilî bin, dibêjine mêvanan ku divê bi meriv û kesên xwe bişêwirin û ji wan jî bipirsin. Di keç xwestin û keç dayînê de usûl e ku herdû alî jî bi kes û merivên xwe bişêwirin, di keç dayînê de jî wan pê razî bikin. Wan pê razî bikin ku ewlehî û piştrastiya keçê bi piştgiriya bi mala bavê, bi kesên wê yên mêrîn e ku heta ew hebin. Hingê siberoj gava mala mêr gotinek nexweş an giran jê re bêjin, divê ku hesabê mala bavê wê, kesên wê, eşîra wê bikin. Ew êdî dibe zeyiya mala bavê, biraxo û eşîra xwe. Herçend jin be, “darê şikestî” be jî bi hebûna bira, pismam û kesê ji eşîra xwe ne bêxwedî an bêkes e. Ji ber vî awayî gelek û gelek girîng e ku di keç dayinê de bira û pismaman pê razî bikin, ku siberoj lê zordestî bibe, di berê de serê xwe û yên zarûkên xwe bidin şikandin, gava bê serbeserê jî li ser wê xwe bidin kuştin jî. Ji ber vê jî xwezgînî li mesela pêşêwirînê xweş dinihêrin.



    Xwezgînî dizivirin têne mala xwe. Mala bavê kurik rêpaniya bersîva mala bavê keçikê dike.



    Nîşan / rûvekirin: Dawetek piçûk e ku aşkera kirina vê xwestinê ye. Mala kurik nîşana xwe bi keçikê ve dikin. Şerbet û şîranî dixwin û vedixwin. Niha gustîlk dikin tiliya wan, berê tiştek wek zêr bi wan ve vedikirin. Merivên kurik wek xal, ap, xatî û met diyariyên xwe bi keçikê vedikin. Keçik û kurik êdî xwestiyên hev in, bi xwestî ne.



    Rê vekirina zavê: Mala bavê keçikê riya zavê vedikin: Ew vedixwînin mala xwe, şîvê. Bi zavê re çend mezin ên mêrîn tên şîvê. Di pey de zava êdî aşkera dikare were mala bavê xwestiya xwe.



    Qelen birîn: Qelen (qelend / neqd) ji aliyên mala bavê zavê ve miqdarek bi peretî an beramberê wê didin mala bavê bûkê. Qelen birîn, bi erêkirinê re jî dibe bê birînê û dibe di pey nîşanê de û berî dawetê de be, carina di hatina birina bûkê de jî dibe. Qelen mafê peretî yê bavê bûkê ye. Ji wê pê ve mafê bira û pismaman jî heye ku perû (diyarî) bixwazin.Berê perûya birê, ya her pismamî cihê cihê dihate xwestin û ev wek mafekî li rê dihate dîtin. Li ser qelen û perûyan rûsipiyên herdû beran diketin ber hev, ji bavê bûkê re digotin “de şekirek bixwe!” ango ji bazara xwe ya bilind dakeve, tiştek şîrîn ê wek dilê me bêje. Ev bazar bi xwe aciz kirin, xwe zirtikandin, rabûn û ji civatê çûyîn dewam dikir. Bi piranî di paşiyê de li hev dikirin, lê kêm car jî li hev nedikirin û xelat vedigerandin.



    Ku li hev kirana, lê qelen bilind biya an qelen ne bilind biya lê taqeta aborî ya mala bavê zavê jê re kêm biya, hingê wî barê giran li meriv û kesên zavê par vedikirin ku ji vê re tar an beş dihate digotin. Di qelen, xwîndayîn û cirman de tarkirin edet bû, wek merivên zavê an qisas tara xwe nedan qebehet bû. Ji ber nedayîna qelenek maqûl, ku nîşan bihata vegerandin, ev li ser mala zavê, kes û eşîra wî wek şerm û kêmasiyek gelek mezin bû, di nav civatê de rûreşî bû. Ji ber vê jî diva merivên wî xwe bidin ber barê wî, welew ew sêwiyê bê dê û bê bav be jî.



    Xonçe: Berê ji bona gazîkirina dawetê xonçe dihate belavkirin. Xonçe dibû ku tiştek wek destmal be, şekir an tiştek dinê be. Di şûna dawetiye de bû



    Dawet: Li ser banê mala bavê zavê darika zavê dihate danîn, ev nîşana mala dawetê bû. Ev dar darek bi şax û gulî bû ku meyweyên hişk û ter ên navçeyê wek hinar, biyok, sêv, încas, hirmê h.w.d pê ve girêdidan. Bi vê darê dawet li dara diket. Daweta hinekan du-sê roj, ya hinekan hefteyek dajot. Ya hinekan bi çend def û çend zirne, ya hinekan bi bilûr û elbane, ya hinekan jî bi kilam û dîlokên ber dawetê dihat kirin. Dawetvanî li gora rewşa xwe ya aborî û têkiliyên merivatiyê bi xwe re heywanek serjêkirinê, satilek rûn, barek arvan, tûrek şekirê çayê, tiştên ku dawetê de wek xwarin û vexwarin ewê li dêrizandina mêvanan here tanîn. Hin jî bi miqdarek pere alîkariya mala bavê zavê dikirin. Li Silîvan ku bûkê ji gundekî bibirana gundekî berî bûk derxistinê xwarin danîn edet bû. Piştî ku bûkê peya dikirin li mala dawetê xwarin dihat danîn. Xwarina dawetê ya sereke goşt û birinc an savar û tirşik bû. Tirşika dawetê jî bi goşt e. Tirşik li gora barîganê diguhire: Ya firingî, balîcan û dolmikan, ya kartolan, ya fasûlyê hişk, ya kerengan, ya gerih û alûceyan, ya kundirê tirşê an ê mîranî û h.w.d. Piştî ku dawet belav dibû ezepçerî zavê derdixistin dibirin li nav baxçeyan, Kaniya Mezin, Kaniya Navîn, Qolekê heta êvarê digeradin, êvarê dihatin mala kirîva. Heta dereng bi kêf, şahî, yarî wextê xwe dibuhartin



    Di dema dawetê de bi zavê, bav, bira û merivên zavê yariyên bi dest û gotin têne kirin, sosret tînin serê hev. Piştî ku bûkê tînin destmala bûkê, kumê zavê revandin, cirmkirina merivên zavê jî ji edetan e.



    Serhine: Bexşîşa ku di şeva dest hinekirina bûkê de ji aliyê zavê distînin.



    Cihêz raxistin: Berî ku bûkê bibin; cihêzê bûkê radixin, berbûrî û xelkên dinê dibînin bê mala bavê bûkê çi bi keça xwe re danîne.



    Pişderî: Gava ku ewê êdî bûkê ji mala bavê derxin, ji mala bûkê yek dikeve pişt derî û nahêle bûkê derxin, bi bexşîşa pişderiyê hê xwe ji pişt derî dide alî.



    Gîska ezepan: Gîsk ji karikê mezintir ji bizinê piçûktir e. Bexşîşa ezepên (xortê hê nezewicî) aliyê mala bavê bûke ye ku ji aliyê zavê distînin.



    Rêbirîn: Ji mala bavê bûkê heta mala bavê zavê bi mebesta bexşîş stendinê xelk tên riya dawetê dibirin, bexşîşa xwe distînin.



    Şabaşa mutriban: Gava ji deverek bûkê dibin deverek din, bi rê de mutribên ji dûrî ve çav bi qefla bûk û berbûriya dikevin, radikin def û zirna xwe têne pêşiya wan ew şabaş dikin û bexşîşa xwe distînin. Wekî dinê piştî ku bûkê datînin êdî li ber qedandina dawetê mutrib tên ber yekî ku çavê wan dibire, di reqisin û dibêjin “şabaş ji “ filan kes re, ew kes jî derdixe bexşîşek didê. Mutribên navçeya Silîvan yên def (dehol) û zirnê ne.



    Bexşîşa peyabûna bûkê: Gava bûk tê ber deriyê mala zavê, bê li çi siwar e jê peya nabeheta ku xezûr an tiyê mezin wê perû neke. Xezûrê wê tiştek hêja didê ku pê razî be hingê peya dibe.



    Pêrgîniya bûkê: Gava bûk peya dibe tiştê wek nan, xwey, hingiv (şîranî) dibin pêşiya wê, bûk piçek jê diçêje (tam dike). Yên sereke yê jiyana li ba me nan û xwey e. “Nanê te bê xwey e” bi maneya tu çi jî bikî tu bê rûmet î, kira te beredayî ye, nayê şêkirandin.



    Berbûrî tiştên ku ji mala bavê bûkê dizîne an anîne wek kevçî, şûşê çayê, lembayê don, heskên darîn davêjin ber piyê zavê, zava ew bi piyê xwe dişkêne. Zava di ser serê bûkê de bexşîş direşîne ku ji pereyên madenî, şekir, mewij w.d. pêk tê. Zarûk wan ji xwe re berhev dikin, pê şad dibin. Cêrek neqişandî didin destê bûke, bûk vî cêrî li ber pêdera dergehê malê li erdê dixe dişkêne. Hêkek davêje serdera dergeh, pê de dişkêne.



    Bi pê û par be. Duayê li mala dawetê tê kirin ev e: Bi pê û par be, ango piyê bûkê li we were, ji we re xêr û xweşiyê bîne û bi hatina wê rizqê we zêde bibe; rizqê wê, nesîbê xwe yê fereh bi xwe re anîbe û ji ya we jî pardar be.



    Diyariyên bûkê: Ji cihêzê bûkê pêve mala bavê wê pê re hin tiştên diyarî kirinê dişînin ku mala xezûrên wê wek sipasî didin dawetvaniya û merivên zavê.



    Sêroja bûkê: Piştî zewacê roja sisiyan merivên zavê, derûcîran tên sêroja bûkê û wê perû dikin.



    Çûna zeyî: Piştî bi çendekî mala bavê bûkê tên wê dibin, ji vê re çûna zeyî tê gotin. Di çûyîn û vegerê de pê re tiştên xwarinê yên meqbûl datînin ku ji vana re jî tûşiyê bûkê tê gotin.''



    2013.10.24-01:39 [guhertin:2016.07.01 21:39]| endazer

    7. destavêtina peresendiyê mirovan e. vê têkilahî ji ol û tore û zagona bêhtir bibandor e li ser hemû ferda. jinanîn û mêrkirin... kurdiya navê zewacê ji bo newekheviyê jin û mêran rê me dide ku taybetiyên xweseriyê zewacê ev tişt e.



    2013.10.24-11:20 | biruya hayao miyazaki

    8. "zewac tişteke her rewşê de pêwîste. eger jina te baş be, tu yê bibî bextewar; eger jina te ne baş be, tu yê bibî feylesof" (bnr: sokrates)



    2014.01.20-14:48 | nazim tolhildan

    9. zewac; xwelî li serî xwe kirine.. *



    2014.01.20-20:31 | payîz

    10. hevsarê jiyanê ye ,kî xwe bawerê bila biqetînê ...



    2014.01.20-20:37 | newenda

    11. reqsa şansê ye nebe nabe bibe jî carinan jiyanê dike jehr lê ji bo mirovên têgihîştî û fêmbar gelek pîroz û bixêr e.. kesinan di hemberê zewacê de ber xwe didin lê yan di mal de dimînin û jiyana xwe ya dawîn bi poşmaniyê didomînin an jî di vê berxwedana bêwateyê de têk diçin û zarokên xweşik û rindik çêdikin*))



    2014.01.21-04:18 | ferhenga şikestî

    12. malpera ku asta çêkirinê de ye;

    http://www.zewac.net/

    carina hinek wergerên malperê dişînin ji min re û dibim alîkar, de hadê ya bi xêr.



    2014.01.21-20:43 | simurg56

    13. li kurdistanê û bi taybet di nav kurdan de dema jin dizewice, diçe û digihe mêr an mêr dike û dema mêr dizewice jinê tîne..

    (bnr: mêrkirin)

    (bnr: jinanÎn)



    2014.01.21-23:48 [guhertin:2015.09.11 02:18]| endazer

    14. mahr kirin. ji mihr ê tê.



    2014.05.07-22:51 | dara berrûyê

    15. (bnr: kutana belaş)

    (bnr: kutana azad)

    (bnr: kutana helal)



    2015.09.11-01:19 | dijber

    17. cewat, zewicandin,

    peyvek bi eslê xwe erebîye dibe ku kurdî jî dizanibe, destpêka têkîlîyên cînsî û berdewamkirina zurrîyetê, destpêka bi hevre bûna jin û mêra ji bû emrekî bihevre bijîn û hev gadin.



    di derbarê zewacêde tiştê ez bêjim eve ez di vî awayîde ne xweyî tecrûbe me lê belê ez dikarim bêjim xweşîya zewacê jî heye û nexweşîya wî jî heye ez dîsa pêşniyarîdikim bizewicin û herî hindik pênc heb zarok li kurdî yê zêdebikin û jibîr nekin zewac ne hewqasê ku gel xweş dide nişandan û bawernakin bizewicin zewac ne niyan tenêye di meriv tê niyane jî.



    not: ez bawerdikim ku min di jorde daye nîşandan ku ez ne zewicandîme ê ka hebin keçikên tirşikê bira ez ji ber serê wan neçim ji kerema xwere.

    ger tovê keçika biriyabe yên hevzayend jî em dikarin li serê bifikirin..



    2015.09.24-22:23 | shorbevan

    18. wê di 24ê îlona evê salê ez jî vê çalakiyê bitehmijînim anku ezê jî bizewicim. ha radigihînim! li amedê ye û her tirşikvan jî vexwendiyî daweta min e..

    ez xwe hê jî wek zarokekî ji berşîr vebûyî dihesibînim, nizanim piştî zewacê dê jiyana min çawa be, ku bi rastî jî min ji dil hez nekira minê qet vî gûyî nexwara..





    yekê digot zewac çawa ye? yê dî digot; de bifikire, li malê jinikek heye û qet naçe*





    2016.07.01-13:11 | ferhenga şikestî

    19. Ne tişteke xerab e ne qenc, ne xweşî ye ne reşî.. bi kesekê/î re heta hetayê jîyîn, bi kesekê/î re heta hetayê mayîn… gelo bextewarî di hembêza zewacê de zîl dide yan hembêza wê de difetise? Dibe ku em yarekî digerin, dibe ku xwe… herkes di nav wê meydana gewr û boz de hespê xwe diajo kî digihîje mirazê xwe, kî vedigere dil şikestî.. wek bi gotina nivîskarekî “evîn, noqaveke kristal e, hinek tê de xewnên ecêb dibînin.”



    2016.07.02-21:44 | sergijik

    20. Nizanim baş e an jî ne baş e lê dizanim ku ne karê Gulêê ye.



    2016.07.02-21:47 | gulêê

    21. ne tiştek zehmet û ne tiştek rihete.. hinek gotinên timî tên gotin bibêjim ger aqûbet(hizûr) hebe yanî meriv Du kese ji halê hev fehmbike meriv vê têkilîyê neyne hedê şer û pevçûn û dev jihevberdanê bawerim başe... Lê meriv ne ji xwera be, bereday be, meriv tevgerên nebaş bike meriv du kes nikaribe malek îdare bike.. tiştek nebaşe.. li ser vê mijarê meseleyek wiha di nava min û yekî de derbas bû mesele ev bû; apê min qîza xwe dabû an hê dida, roja dest hinê hatin gundê me ez jî liwir bûm min dî apê min û Evdilayê xeravguriya (bavê Bûkê û yê zava ) ketine ber hev dilê wan heye şerbikin apê min dibêje gere hûn zêrê qîzikê temam bikin hê wê bibin yê din jî dibêje bese min zêra haniye.. min jî xwe negirt min got; xalê evdila ez gotina we bi Hingiv dibirim û lêborin dixwazim, xalê evdila niha tu jî apê min jî usûla vê sektorê zanin tevekê qîzan û bûkan çewa diçin ev jî wisa ne kêm ne zêde û min got Jixwe hûn zêra ji xwera distînin.. niha hûn ji bû merivatiyê hatine qîza apê min apê min jî eynî Wisa jibû merivatiyê qîza xwe daye we, yanî ne ji bû ji roja ewilda hûn şerbikin merivatiya xwe xerab bikin.. gotinên min bi serê wîde çûn.. jiminre got tu kurê kîyî min navê bavê xwe got (qamyoncî Hesen :l ) got welleh Şerefa te û bavê te heye ez te naşkênim ezê zêra temam bikim û kefa wî gelek ji minre hat camêro got wa qîzên gundê me û yên gundê xirba jî li binê malê destê bûkê hine dikin tu herî destê kijanî bi serê xwedî/bixwazî bi Xwedê ez wekîltiya wan dikim didim te.. her wiha min jî got Xwedê ji te razîbe û di nav dilê xweda got ez Feqîrê Xwedê rabim bibim bela mala qasê.. * Herwiha mijar herdiçe belav dibe nuqtekî li vir, me digot çi! ha usûla zewacê şert û mercên wî li holêne ger pê bînin bi zewicin an hûn jî û kesên lihemberî we jî gunene.. her çiqas kesên ku dikebin ferqa pûçbûna dinyayê û jiyana bêwate.. zewacê wekî heps û zîndan/gêjahî/bêwate dibînin.. ev fikir şaşe; piştî em hatine dinyayê malê(mal, jin, zarok..) dinyayê ji dinyayêre gereke..

    têkiliya ku ezê jî jê nemînim û haya gulêê, sergijik, biaqila malê, binevşa narîn, elegez.. pê dixim ku ez jî jiber serê we diçim *





    2016.07.02-23:31 | shorbevan

    22. Lîstikek qûmarê ye û ez ji qûmarê heznakim *



    2016.07.03-19:27 | biaqila malê

    23. tiştek xweş e. li gotinên nezewicîyan nenêrin.

    êdî ne wek berê ye, berî zewacê derfeta herkesî çêdibe ku hevalê/a xwe nas bike. ger hûn di pêvajoya berî zewacê de ji dil bin, hûn ê hev bi rastî nas bikin û piştî zewacê hûnê rastî surprîzan neyên.

    lê ger hûn berî zewacê û di pêvajoya zewacê de hev bixapînin, piştî zewacê normal e ku hûn ji hev aciz bibin û dinyayê li hev biherimînin.



    ne qumar e lê biryarek cîdî ye. mirov nikare û divê nebe ku berpirsiyariyê tenê ji dil an jî ji mejî re bihêle.



    2016.07.03-23:21 | simurg56

    24. Biheşta li ser rûyê dinê ye tabî şert ewe ku herdu alî bi evîneke qewî ji hevdu hez bikin wî çaxî jîyan ji bo herdu alî dibe biheşt*



    2016.12.20-20:20 | azad30

    25. di civakê de bûye wek armanceke jiyanê. law ma ji zewacê pê ve ti tişt tune oxlim?! ma helez e!!



    2018.08.09-16:42 | xwelî li ser

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    go spidey go [1]
    gotinekê spider-manê ye ku di dema lezê de ji xwe re dibêje &q...
    erasmus [1]
    Bernameya erasmusê, projeya erasmus anjî erasmus plus. Yek ji projeyên...
    avahiyê herî bilind yê dinyayê [1]
    îro burj khalifa ye. sibe ew dibe kîjan, em ê bibînin. nêzî bi...
    avahiyê empire stateê [1]
    avahiyek gelek blind û gelek navdar yê new yorkê ye. (bnr: emp...
    bila moderator endazer were guhertin [3]
    daxwazeke vala ye ji ber ku weke malperên din ên weke tirşikê yên zima...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » zewaca yekem a zerdeştî

    Kategoriyên mijarê:: tekili
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî