Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 53 peyam
înano lo - tirşik
înano lo
(8) (11) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskarek zorçalak û zirzîrek ê tirşikê ye.. fêm nakim û ecêb dimînim çawa heta niha tu kesî bixêrhatin lê nekiriye û qene ferîşteyekî fahîşe jî sing jê re venekiriye.. bi zimaneke xweş û sivik û ji madeneke têr û tijî dinivîse.. hindik maye ku wek tivirloismail bibe yek ji fenomenên tirşikê..de ya bi xêr..



24.08.2013 03:13 | endazer

2. şêrîntirîn û zîrektirîn xortê sedsala bîst û yekemîn e. bila xwêya wî her hebe di nav tirşika me de.



24.08.2013 21:30 | terkexem

3. di tirşikê de yek ji wanên ku xwediyê peyamê xweş, mizahake serkeftiye. bila binivîse, bitirşkîne.ez jê razî û kêfxweşim.



01.09.2013 23:13 | tivirloismail

4. bi vê entriya xwe ez şad û şabaşkirime,fermo:

https://www.tirsik.net/p/2023/lokman-polat/today



01.09.2013 23:16 | tivirloismail

5. admînê nû yê tirşikê.. em wek konseya rêveber ya tirşikê pîrozbahiyê lê dikin jê û ji xwudê hêvî dikin ku bi dest xwe re li dijî şaşiyên rêzimanî yên di nav nivîsên tirşikê de şer ragihîne û bi wê kurmanciya xwe ya xweş û şirîn qirra şaşiyan bîne û kitê ji wan nehêle..



03.09.2013 15:24 | endazer

6. Çi dema ez navê vî tirşikvanê hêja dibînim hema ji xwe de strana Gulîstan Perwer a bi navê Sînano lo tê bîra min. Gelo belkî rastî jî hevalê înano lo xwestibê navê xwe bikê sînano lo, lê belkî herfa pêşiyê ji bîr kiribê û înano lo mabê…



09.09.2013 22:18 | nan û av

7. navê camêr dr. qasimlo tîne bîra mirhov. û her wisa xortekî hêjayî î bismîlî tê bîra min. -xwedê zane- bes, ez dibê'm ew e.



14.09.2013 14:35 | seydayê_peyvan

8. navê wî lo lo'ya tîrk jî bo kurdan bîkar tînin tîne bîra mîn, bawer im ji ber înan'a lî pêş lo'yê ye.



14.09.2013 22:37 | azadixwaz

9. çavê min e û hew! *



21.10.2013 18:45 | zero

10. nivîskarê ku ji mêj de yê pêjn jê naye..



21.10.2013 19:03 | endazer

11. Bi bloga xwe pesneyek heq dike.
Here lînkê



13.02.2017 16:12 | elaziz izzetpasa camii

12. nivîsên wî wek meîl ji min re tên û gava ez dibînim ez gelekî kêfxweş dibim. lê hinek caran peyvên ecêb bikar tîne, ji ber vê jî eger di binê nivîsan de (bnr: glossary)ekê bidanê, wê pir xweş be.



14.02.2017 00:00 | wiha wilo wisa

13. nivîskarê ku ez dibêm qey înan eroglu ye. van rojan dest bi podcastan kiriye.



11.02.2021 01:17 | hueyn

14. asta wî ya berzanîperestî Li gor axabegê xwe cuwanmerd kulek hindek qels e. aferî birazî! Here lînkê




18.09.2021 05:41 ~2021.09.19 21:46 | ezcan

15. bûye şêxzadeyê biçûk ê şêx abdullah keskin. li gor feraseta wan ya qirase ocalan pesnê misto kemal daye û pêşengên kurdan reş kiriye.

ma ocalan nedizanî mirovên bîna van biferaset û entelektuel rojek bê û nivîsên wî yên nepen derxin meydanê, bêjin: ocalan pesnê misto kemal daye û pêşengên kurdan reş kiriye.

werhasil înan, ew kes e ku ne çîrokên wî ti çîrok in, ne jî keşfên wî yên derbarê ocalan û pkkê de kemilî ne.



12.11.2021 04:24 | asîmanê sêwî

16. Navê wî Înan Eroglû ye. Ji Bismilê ye. Di sala 1994an de hatiye dinê. Du kitêbên wî yên çîrokan hene. Yê ewil “Têbîniyek” di sala 2019an de ji hêla Avestayê ve hatiye weşandin. Ya diduyan “Serpêhatiyên Înanolo û Çîrokên Din” jî di 2021an de dîsa ji hêla Avestayê ve hatiye weşandin. Min Têbîniyek xwend û ez dikarim bêjim ku kitêb him ji hêla zimên ve û him ji hêla naverokê ve qels e. Nivîskêr xwestiye bi peyvên soranî û badînî zimanekî elît biafirîne lê di dawiyê de zimanekî nebaş derketiye holê.
Ku min nivîskar nas nekiriba min ê bigota ev kitêb ji hêla “Serhat Qereyazî” ve hatiye nivîsandin :-)



14.06.2022 09:16 | reşwanî

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» înano lo

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî