Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    42 mijar û 65 peyam
    şemlê - tirşik
    şemlê
    (1) (0) ecêb (0) (8)
    di mijarê de bigere

    1. stranek gelek xweş ya gelerî ye. bi ya min herî xweş ji aliyê koma sîmurg ve hatiye gotin;














    gotinên stranê li jêr in lê min tam fêhm nekir mesele çi ye *



    "Hêlînê wan tîtiya malik weranê Şemlê

    Hêlîn çêkir ber kanîya mala bavê Şemlanê

    Lê Şemlê Şemlê Şemlê malik vêranê Şemlê

    Lê Şemlê Şemlê Şemlê mala bavê Şemlanê



    Hêlîn çêkir ber kanîya mala bavê Şemlanê

    Lê Şemlê Şemlê Şemlê malik vêranê Şemlê

    Lê Şemlê Şemlê Şemlê mala bavê Şemlanê



    Hêlînê wan Qertela, malik weranê Şemlê

    Hêlîn çêkir ser Kendala mala bavê Şemlanê

    Lê Şemlê Şemlê Şemlê malik vêranê Şemlê

    Lê Şemlê Şemlê Şemlê mala bavê Şemlanê



    hêlîn çêkir ser kendala mala bavê Şemlanê

    Lê Şemlê Şemlê Şemlê malik vêranê Şemlê

    Lê Şemlê Şemlê Şemlê mala bavê Şemlanê



    Hêlînê wan kevoka, malik weranê Şemlê

    Hêlîn çêkir ser refokan mala bavê Şemlanê

    Lê Şemlê Şemlê Şemlê malik vêranê Şemlê

    Lê Şemlê Şemlê Şemlê mala bavê Şemranê



    Hêlîn çêkir ser refokan mala bavê Şemlanê

    Lê Şemlê Şemlê Şemlê malik vêranê Şemlê

    Lê Şemlê Şemlê Şemlê mala bavê Şemlanê



    Hêlîn çêkir ser refokan mala bavê Şemlanê

    Lê Şemlê Şemlê Şemlê malik vêranê şemlê

    Lê Şemlê Şemlê Şemlê mala bavê şemlanê"



    2016.09.25-09:52 | simurg56

    2. versiyona herî nexweş ya vê stranê jî her berêvar li diyarbekir li kolana hunerê, ji aliyê kom û kolosên amator ve tê gotin. Mala Xwudê ava havîn çû û em jî ji vê zilmê xilas bûn.

    Bawerim heçiyê destê wî/wê bi erbanê ketibe cizbê qene carekî dengê xwe li vê stranê jî germ kiriye. Çawa gîtara klasîk strana "Akdeniz akşamları" tîne bîra min wisa jî dema erbanê dibînim ev stran tê bîra min, belkî ji bo qonax û gehîneka destpêkê ya zanîna jenîna erbanê em bêjin asta şemlê. ;)



    2016.09.25-16:32 | endazer

    3. şemlanê jî Hatiye gotin jêre, gotinên stranê yên herî xweş jî nebawerim lê ez dibêjim evin;

    şemlanê/89356



    2016.09.25-17:17 | shorbevan

    4. hingî me bihîst vê stranê êdî îmana me jê diçe! kî dirajê erbanê vê stranê dibejê. di tembûrê de
    tren gelir hoş gelir çi be di erbanê de şemlê ew e. *

    (bnr: agir bikevê mala bavê şemlanê)



    2017.06.02-22:44 | xwelî li ser

    6. ev vîdeoya hanê, bûye tercimeya hestên min ên li ser şamlê : ) ez ji lodublajê ra zehv spasdarim *











    2019.01.14-10:22 | hozan serhad

    7. mijara vê stranê sê sal berî niha hatiye vekirin û nivîskarê hanê jî bi wesf û pesna qala stranê kiriye. tiştê ku meraq dikim piştî vê pêvajoya ku 123167463 kes li 12346475 cîh û mekanan, li rojê 12314564798 caran vê stranê strandin, nivîskarê hanê hê jî dikare qala vê stranê bi heman hestan bike? *



    2019.12.14-16:51 | ferhenga şikestî

    8. Herî xweş hozan brader distrîye.











    2019.12.14-16:53 | kajav

    9. mixabin êdî bûye mijara henekan. weke mînak beşa 4. a mala minê: http://tirsik.net/g.php?l=700

    loma êdî tu tama wê nema. jixwe piştî peyama min, keça min bi hezaran caran ji me re gotibû tam tê de nehiştibû *



    2019.12.14-19:00 [guhertin:2019.12.14 19:01]| simurg56

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    beravêtin [1]
    Ji bo ajalan bûyîna têjikên mirî. Heke ajalek berî ku bizê têjika wê d...
    triviabot 6.0 êdî bi kurdî ye [1]
    TriviaBot 6.0 pirr kevine û lîstikeke chat irc ( internet relay chat ...
    li otobusê gengeşîya min û keçikek bêedep [5]
    Dilê min ji van gotinên we yî gemarî hev ket. Ger şaşîyek hebe mirov d...
    kampanyaya alîkarkirina navçeyên wêranbûyî yên kurdistana bakur [1]
    kampanyaya ku bi dawî bû 2100 TL'ya ku hate komkirin wê roja d...
    kampanyaya alîkarkirina navçeyên wêranbûyî yên kurdistana bakur [3]
    Komele û dezgehên yê ku ez dizanim alîkarî kirine ev in: ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » şemlê

    Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî