Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
yilmaz erdoğan - tirşik
yilmaz erdoğan
(10) (1) (4)
di mijarê de bigere

16. Gernasekî herî bilind ya dîrokî ye ku di nav kurdan de derketîye. Lê belê sedemê gernasbûna vî hatiye ji bîr kirin û vê mijarê de ti agahîyek nebûye bi dest xistin.



Lîstikvan, derhêner û şanogerekî kurd e lê heta niha tu çalakîyê xwe de kurdî bi kar ne anîye û kurdî re cihek nedaye yan jî tu agahîyek me negihîştiye.



Nivîskarekî kurd e. pirtûk û lîstîk û helbest dinivîse belam ne bi kurdî. Zimanê xwe ji karê xwe diparêze, zimanê xwe bi karê xwe re tevlîhev nake. Di vê meseleyê de zêde 'laîk' e û gelek giringî li vê mijarê dide.



zorandina dibetîyan pir hez dike. Rewş û dahatê vî başe. zêde qezenc dike. Qasê ku min fêm kirîye dibetîya hatina pere û dolaran hez kirîye.



Li Kurdistanê li bajarê Hekarîyê ji dayik bûye lê tu sûdekî vî ji welatê xwe re nebûye. Însanekî nagihan û komîk e. Jiyanê vî yek ji bizavan gelek xweş e.



Jiyanê vî di bernameya vî de ger wek skêçek hatibe weşandin bi misogerî 'çgh'yek zêde çepikkirî standibû lê ka mêjî?



17.08.2016 16:29 ~16:32 | rûbar



19. (bnr: elok eloka me ye..) *



08.09.2016 11:55 | bûtîmar

20. li antalyayê gelek milk û emlakên bavê wî -nazım erdoğan- hene, li ser bextê hevalekî dibêjin bavê wî jî yekî wekê kurê xwe şîrheram, bitima û çavbirçî ye. ji xwe di hevpeyvîneka xwe de dibêje; ''kürt sorunu yabancı ülkeler tarafından ülkemize ihraç edildi.''



03.11.2016 22:27 | endazer

21. "ben senin beni sevebilme ihtimalini sevdim"



04.11.2016 21:45 | xwedêda

22. yılmaz erdoğan,nivîskar, helbestvan,Lîstikvan û derhênere.

Kesekî colemergî ye.

Her wiha Kurd e.
Lê ji aliye çand û hunera kurdan ti tişt nekiriye
(Ger hebê jî min nedîtiye)

fîlmên wî;
vizontele
organize işler
kelebeğin rüyası
ekşi elmalar
gergedan mevsimi
bir zamanlar anadolu'da
son umut
.
.
.



07.05.2020 22:50 | merwano

23. (bnr: yilmaz erdoğan)
(bnr: ji lêgerînê bawerkirin)



07.05.2020 23:00 ~23:00 | biaqila malê

24. hunermendekî hêjaye
mirovantiya wî heye
xişka xwe xera nekir tu cara
erê ji kurdare tiştek nekir lê nebu tirşikçî jî ne bu dijmin jî



08.05.2020 21:06 | hak buddy

25. ê ku tu caran xwe nêzî kurdan nekiriye lê bi qasê ez zanim tu caran xwe tam nedayê alê din jî.
bi min her kurdek xwedî berpirsiyariyek e ji bo gelê xwe. mirovekî ku aîdê gelekî weke kurdan be, divê kêm zêde hinek ji bo gelê xwe jî bike. an bi rêya xebata ziman, an bi çend hevokan, an bi hûnera xwe ya ku dikare tesîrên mezin li ser civakê bike; peyama xwe bide. vî zilamî ev berpirsyariya xwe neaniye cih. lê dîsa jî xwe ber çavê min reş jî nekiriye.



09.05.2020 19:43 | brusk56

26. derhêner û helbestvanek hêja ye hema alî polîtîkayê piştgiriya neyara dike û car caran bî gotina îngîlizî opportuniste. birastî kurdên bakûrê derhema xweş derdixine holê hema neçar dimînin û mixabin dibin opportunist...



09.05.2020 20:11 ~20:13 | doesntmatter

27. Di vir li ser zimanê Kurdî fikr û ramanên xwe bi şilekî zelal diyarkiriye




09.05.2020 20:45 ~20:46 | merwano

28. Xizmeta dagirkerê xwe de ye , biçe Hollywood'ê jî karekî serkeftî bike jî vala ye, tişta muhîm ewe ku bi rengê xwe û bi zimanê xwe bo miletê xwe bixete!!!!!!!



09.05.2020 21:56 | serhedo bê kiras

29. Di helbesta xwe ya bi navê yaşayabilme ihtimaliyê de dema behsa rêwitiya xwe ya ji enqereyê berev Colemêrgê ve dike dibêje bir "bir ülkeden bir iç ülkeye" ji ber vê rêzikê demekî bibû kelemê çavên xwendeyên tirk.
dîsa di pirtûka wî ya bi navê hüzünbaz sevişmelerê de bi navê kaldır başını ciğerim helbestek heye behsa du gerîlayên PKKê dike ku ji ber hej hev kirine û bi vê hejhevkirinê li dijî rêzikên rêxistinê derketine wê bên înfazkirin.
bi navê bir demet tiyatro şanoyeka wî heye cara ewil e şanoyek wekê rêzefîlmekî li ser televîzyonê dihat weşandin. wan deman min nedikarî temaşe bikim lê çend berê min li ser înternetê temaşe kir, li gorî dema xwe rêzeşanoyeke pir serkeftî bûye. Heta dikarin bêjim di nav hemû berhemên wî de ya herî serkeftî ev e.



09.05.2020 21:58 | endazer

30. disney+ filmê yilo yê organize işler dike rêzefilmekî cîhanî. di qadroyê de andy garcia, russell crowe û cem yılmaz heye. Here lînkê



14.03.2022 00:28 | ezcan

31. Fîlma xwe ya dawî, bi navê kin seba netflixê çekiribû.
Min doh sêr kir.
tew xweş nebûye.
Çîrok tijî xeletiyên mantiqî ye. lîstikvanî jî ne baş e.



14.03.2022 13:11 ~13:12 | cinorek

32. heyfa min ji wî re te.

ji cem yılmaz, ata demirer, û hwd pir jêhatîtir e. lê belê kurdbûna xwe heye.

tirk niha zêde jê dengê xwe dernaxin lê gava ew mir xûya dike ku aqibeta xwe mina yilmaz guney be. xwezî berê mirinê vergere eslê xwe bi zimanê dayika xwe jî çend xebat çêke.



19.09.2023 05:16 | cinorek

33. Piştî ku min dît di rûpela xwe ya înstagramê de mistafuck parve kiriye dilê min jê sar bû. Nizanim belkû jî dilê wî pak be ji ber hinek karîgeran û ji bo saxlemkirina mewkiya xwe tiştên wisa dike lê her çi be jî divê kesên netewî vê yekê qebûl nekin. Ev kiryar nebûna wî ji hebûna wî çêtir dike.



20.09.2023 18:57 | bayê xerbî

34. di fîlma siyabend û xecê (1991) de wek birayê xecê lîstiye û ez bawer im bi dublaja kesekî din kurmancî dane axaftin. Here lînkê

yilmaz erdoğan 52:24



15 roj berê 03:52 ~04:01 | tizbîkêş

35. Hêzên tarî ji mala wan jî mirov kuştine.Dema wî helbest nîvisandin û bideng dikir ev jan gelekî bi karanî. Ji aliyekî bi hestên kurdperweran list ji aliyekî din şelafî ji celadan re kir. Ji her du aliyan dixwe. Lê ji kesayetiya xweyî vala pêvde tiştek danegirt.
Yilmaz hat lê wê tolaz here.



13 roj berê 21:34 ~21:37 | derdxane

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» yilmaz erdoğan
» erdoğan emir

Kategoriyên mijarê:: sinemadrhnr niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî