Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 18 peyam
li ber derî - tirşik
li ber derî
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. navê helbesteka şairê kurd evdila peşêw ê ji başûrê kurdistanê ye.. helbesta hizn û melankoliyê ye.. dema mirov vê helbestê dixwîne bi qewlê arjen arî ''sirûda xemgîniyê dijenin sîsirk ji dûr ve'' di ber re.. xwudê tu kesî li ber derî û dîwaran nehêle.. û hew!



Şev bû dereng

Çoka min sist bû

Hîv li nav ezmên kizirî

Derê xwe li min veke

Îşev hatime

Ji çinîna baqek ji nêrgîzên çavên te

Bo razanek, bo xewnek, bo hin girîn

Li ser ewrê porê te yê xav

Îşev hatime

Çirîska bajarê yadîgar bangî min kir

Bi sîma zarotiya xwe ve

Bi xema şorebiya xwe ve

Hatime û venagerim

An digihêjim te

An wek momekê dişewitim û dihelim



Derê xwe li min veke

Ez dildarê te yê cara me

Her zeviya ber derê te me

Her tîna berf û barana te me

Derê xwe li min veke

Ez ew kes im

Heta do

Li nav gewriya ronahiyê te ez vedişartim

Li nav tasa tirsê te ez vedixwarim



Dem: Li bin baskê ezmên dike bawîşk were

Şûn: Reşikeke bêdeng e

Derî li min veke

Tiştek nîn e şîrîntir be

Ji xişta pê û çip çipa lêvê

Deriyê xwe li min veke

Westayê riyek dûr im

Wekî caran hinekî rûdinim û radibim



Şev bû dereng

Çoka min sist bû

Hîv li nav ezmên kizirî

Derê xwe li min veke

Dar û kevirên devê derî xwe davêjin te



Evdila Peşêw,,,

Veger - Birakujî / r. 58-59,,,

Ji Soranî :Rûken Bagdû Keskîn & Bedran Hebîb,,,



25.08.2013 00:29 | endazer

2. helbesta ku ez îro liqayî versiyoneka din ya wergera wê ya kurmancî hatim e..

ev versiyona nû ji aliyê husein muhammed ve hatiye wergerandin..



Şev daket,

çokên min qerimîn,

heyv bi banê esman ve betilî.

Deriyê xwe li min veke!

Îşev hatime

çinîna

gurzeke nêrgizên çavên te,

bo hinek bêhnvedanê,

bo xewnekê, bo piçek girînê

li ser ewrê keziyên xav ên te.



Îşev hatime...

Çirîskên bajarê bîranînan bang kirime.

Li gel sîmayê min yê zarokane,

bi biyên xwe yên şor ve,

hatime û venagerim.

Yan ezê bigihim te

yan jî mîna mûmekê

bişewitim û bihelim.



Deriyê xwe li min veke!

Heman dildarê berê me,

eynî toza ber deriyê te me,

her tiyê li ber pûka berfê,

ba bahozê me!



Deriyê xwe li min veke!

Heman kes im

ku ta duh jî

te ji ronahiyê diniximand

û li ber siya gefan dixwand.



Deriyê xwe li min veke!

Qerimî û kerixiyê rêyeke dûr im.

Weke berê, ezê piçekê li bal te bim

û dîsa biborim!



Şev daket,

çokên min qerimîn,

heyv bi banê esman ve betilî.

Deriyê xwe li min veke!

Her dar û kevir ji tika dike!



Ebdulla Peşêw / 1969 Hewlêr,,,

Xewa Min Nayê / r. 276-277,,,

Ji Soranî : Husein Muhammed,,,



29.12.2013 01:05 | endazer

3. herwiha helbesteka ku ji aliyê bûka kamkaranan, meryem îbrahîmpur ve bi navê li ber derge -muhtemelen resen yê helbestê jî ev e- hatiye stirandin e..







29.12.2013 01:08 | endazer

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
belki ev jî bala te bikişînin
» berqoq
» derî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî