Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


57 mijar û 141 peyam
awa hat vahar ~ (ئاوا هات وا هار) - tirşik
awa hat vahar ~ (ئاوا هات وا هار)
(3) (0) ecêb (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Stranek hewramîzar e û strana evînê ye. awazê stran û dengê stranbêj gelek xweş e. Navê stranbêj şahîn telebanî ye û awazê stranê jî hunermend hiseyn elîzade danîye ger ez şaş nebim.

Di fîlmê nîwemang de ku fîlmê derhêner behmen qubadî ye cara yekem min bihîst û gelek xweşiya min lê hat. stranek zor ciwan û pejndar e.










Fîlmê nîwemang jî ez dibêjim teqez zûzika temaşa bikin. Fîlmek pir serkevtîye, bo behmen qubadî berdewamiya serkeftinê dixwazim û gelek spas dikim.

Peyvên stranê;

Hewramî;

awa hat vahar deştûkê rengîn
dillî 'alem şad, dillî min xemgîn

reng zerdî xezan xetay payîze
reng zerdî min dûrî azîze

pirsîm le çîmen qewmêl ew qebre kêye
fermûy qebrî Mecnun e, şeyday Leylê ye

___.---.___.---.___.---.___.---.___.

ئاوا هات وا هار دەشتوکێ ڕەنگین
دڵی عالەم شاد، دڵی من غەمگین

ڕەنگ زەردی خەزان خەتای پاییزە
رەنگ زەردی من دووری ئازیزە

پرسیم لە چیمەن قەومێل ئەو قەبرە كێیە
فەرمووی قەبری مەجنونە، شەیدای لەیلێیە

----.___.---.___.---.___.---.___.---.___.---.___.---.___.
Kurmancî;

Va hat bihar, deştekî rengîn
Dilê alem şad, dilê min xemgîn

Rengzeriya xezanê xeteya payîze
Rengzeriya min ji dûrîya ezîz e

Dipirsim li çîmen bêje ev gorrê kî ye
Got fermo gorrê Mecnûn e, şeydayê Leyla ye



2016.10.18-01:41 [guhertin:2016.10.18 02:10]| rûbar

2. (bnr: asghar imanî ~ leyla)



2016.10.19-06:24 | rûbar

dengdanên dawîn (Yên Din..)
meaşên tirşikvanan [1]
wille ev trollek xweş e we ez jî xapandim . min go qey hûn hemû bi p...
wûhana rengîn [1]
Ax korona korona To zeredê ma na Wûhan de vejîya na nêweşî Ma pê te...
wûhana rengîn [1]
wûhana rengîn azad e feqîr û zengîn man mal de trump ka tu deng bide...
meaşên tirşikvanan [1]
Meaşê ku bûye sedema alozî û tevliheviyê. Di nava tirşikvana de çend a...
wûhana rengîn [1]
xwedî kovîd-19ê, weke tê zanîn dawiya sala 2019an ev vayrusa korona li...
belki ev jî bala te bikişînin
» awazdaner
» hateful eight

Kategoriyên mijarê:: sinemadrhnr muzikstrn muzikstrnbj sinemadrhnr muzikstrn muzikstrnbj sinemadrhnr muzikstrn muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî