Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 85 peyam
kürk mantolu madonna - tirşik
kürk mantolu madonna
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê romana sabahattin ali a herî binavûdeng e. sala 1943an weke romana wî a yekem hate weşandin. ji ber peyva "madonna" a di navê romanê de van roja bûye rojev. lê ev madonna ne ew madonna ye* ev madonna bi navê "madonna delle arpie" ve ji tabloya andrea del sarto tê.



18.10.2016 11:17 | nazim tolhildan

2. madonna delle arpie:
Here lînkê



18.10.2016 11:18 | nazim tolhildan

3. di nav kitaplixa min de 3-4 heb jî wê hene.
engî dihat diçû ew pirtûka diyarî min dikir.



18.10.2016 11:38 | cinorek

4. (bnr: kürt madonna) .. sahneyek ji rêzefîlma leyla & mecnûn



23.10.2016 14:39 | bûtîmar

5.



23.10.2016 20:47 | simurg56

6. Îro saet nêzîkî 10 bû min dest bi xwendina wê kir û niha xilas bû, 160 rûpel e. Di medyaya civakî de zêde popûler bûbû, xelqê resmên xwe pê re parve dikir * loma zêde hêviya min jê tunebû, lêbelê tesîra wê li ser min de çêbû, romaneke xweş e.

Min 15 sal ewil romana Acımak (li ber ketin) ya reşat nuri güntekin xwendibû, ew hate bîra min herdu romanê de jî piştê xwendina rojnivîska lehengê romanê her tişt eşkere dibe, loma ji aliyê teknîkî ve piçekî dişibin.

Heke niyeta we ya xwendinê hebe pêşî şiroveyên wê nexwînin tahma wê usa xweştir bibe.



03.06.2017 17:58 ~22:06 | mîr

7. Romana rebeniyê ye, ku karakterê mêr niha navê wî nayê bîra min (lawra ji zû ve min ew xwendibû) lê belengazî û neçariya wî her tim bi navê madonna di mêjiyê min de bi cîh dibe û bi awayekî ecêb weke ku min ev çîroka Madonna bi xwe jê nihîstibe, ez dikevime hestên cûda. Hin berhem hene ku navê afirînerên xwe didin ji bîr kirin û bêtir têne naskirin. Ev roman jî bi vî awayî ye li gel ku Sebahattîn alî nivîskarek ne piçûk e jî.



04.06.2017 07:46 | subasi842

8. kürk mantolu madonna/99783

9 meh berê min rûpela wê ya pêşî wergerandibû kurdî, min ji xwe re gotibû, çi kêmasiya keçên Kurdan ji Tirkan heye, ewana jî ber vê kitêbê hanê resmên xwe pê fîncana qehwê re bikşînin û bavêjin medyaya civakî.Here lînkê
niyeta min hebû ez ê temam bikim lê nebû, min xîret nekir...

Kerem kin:
__________________________________________
merivekî ku di nava însanan de heta niha hatiye rastê min belkî li ser min de herî zede tesîr kiriye. Piştê wê çend meh derbas bû lê tesîra wê li ser min e. Kîngê ez tenê serê xwe bim, rûyê raif efendiyê zelal, ji dinyayê hinekî dûr, herwiha awirên wî ya çaxa ku rastê însanekî re were dixwaze ku bişirîne tên ber çavên min. Ya rast ew e ku, ew qet merivekî şahane nebû. Bir ser de jî zahf basît, ti taybetmendiya wî tune, merivekî ye ku her ro em derdorên xwe de wekî wî sed heb însan dibînin lê em nanêrin ber wan derbas dibin. bi rastî Jiyana wî de Aliyên eşkere û ne eşkere tiştekî bala meriv bikşîne tunebû. Çaxa ku em wekî wan kesana dibînin gelek caran meriv bi xwe re dipirse: “gelo ewana çima dijîn? Çi ji jiyanê xwe dixwazin? Kîjan mantiq, kijan hîkmet emir dike ku wana rûyê erdê de digerin û nefes hildidin?” lêbelê gava ku em wan tiştana difikirin, tenê em li ser şiklê wana dinerin; em qet naynin bîra xwe serekî wan ê di hundirê wê de, ger bixwazin jî nexwazin jî mêjiyekî wanê bi mecbûrî bixebite heye, ji netîce wê de têrê şexsê xwe hisiyatekê wan heye. Em, eşkere nekirina rûdanên vî alemê wan dinêrin li cihê ku em bejin ji hêla manewî ve wana sax nînin, bi herî basit meraqdariyekî mirovan, em ê vî alemê hanê meçhûl meraq bikin, belkî dîtina tiştên ku em qet hêvî nakin, zengîniya ku em nizanin hene mimkûne em rastî hev bên.
___________________________________________



24.12.2017 23:34 ~2017.12.25 21:47 | mîr

9. kürk mantoliya hemû kes wekî kürt mantolu rihana dixweyme



25.12.2017 11:58 | telebê hz mêdî

10. (bnr: tiştên ku kurd pê teqlîda tirkan dikin)

ez di modernîzma derengmayî jî zûhatî jî nim! wergera yûnis das a madonnaya mantokurk lê 2-3 meh berê hat çapkirin û kêfa min jî zehf ji wergerê re hatibû. lê heyran ev çi çavbirçîtiya we ye!? heman pirtûk îcar bi wergera receb dildar hatiye çapkirin, bi navê “madonna ya bi mantoyê kurk”

reklama kitêbê jî bi Tirkî dikin mêrê min, heyf!

Here lînkê



18.07.2019 00:05 ~03:54 | tizbîkêş

11. ev pirtûk ji hêla du kesan ve ji bo kurmancî hatiye wergerandin.
nivîskarekî tirşikê xwe ji ber vê rewşê eciz kiriye.
cara ewil ez dixwazim bêjim, ji bo zimanekî û edebiyatekî wergerandina berheman pirr muhîm e. hem tehmeke xweş dide wî zimanî û wê edebiyatê hem jî meriv dikare bi zimanê xwe çand, kultur û edebiyatên xelkê binase. mirov ger her û her ji pencereya xwe li dervê binêre bi şeref nikare gavekê jî li pêş biavêje.
ne hewce ye ez bi sê saetan qala girîngiya wergerandina berheman bikim jixwe hûn giş zanin.
di wergerê de jî tiştê giring jî serkeftîbûna wergerê ye. her wergêr cihê ye. îroj tu du rûpel pexşanê bide li ber deh wergêran her deh jî dê metneke ji hevûdû cudatir derxînin. di zimanekî de wergêr, bi çi qasî zêde be ew karê wergeriyê bi wê qasî bi pêş dikeve.
xwudê bike ku rojekî em hemî berhemên cîhanê bi zimanê xwe bixwînin, û ya girîngtir jî xwudê bike ku her yek berhemekê bi deh kesan, bi bîst kesan ve bên wergerandin.

îroj mesela di zimanê tirkî de jî hama bêje her weşanxane wergerên xwe dike, belkî wergerek baş e lê jê baştir jî dê hebe. îroj wergera şer û aşitî ya tolstoyî hama bêje di hemî weşanxaneyan de heye. belkî deh kes wergera wê pirtûkê kirine, kîja werger bi gorî dilê te be tu dikarî bikirrî û bixwînî. hama wexta kurd vê yekê dkin dibe qebhet?



06.01.2020 14:03 ~14:05 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kürk mantolu madonna
» madonnaya bi mantoyê kurk

Kategoriyên mijarê:: weje weje weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî