Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
serhildana mala elîyê ûnis - tirşik
serhildana mala elîyê ûnis
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. mihemedê eliyê ûnis di sala 1863 de li herêma Xerza li gundê Mêrgan ku bi hezoyê ve girêdayî ye hatiye dinê. Eliyê ûnis, ji mala Şeref e. Mala Şeref, milek ji milê eşîra kîkî ye.

Berîya serhildana Şêx seîd, damezrêner û serokê rêxistina azadî xalid begê cibirî û yûsif ziya beg bi gelek zor û zehmetiya xebatekî li dar xistibûn. Di heman demê de her ronakbîr û dozkarê kurd bi awayekî li çareserîyek digeriya. Di vî warî de, xebatên dîplomatîk û leşkerî xwedî cîyeke girîng bûn. Ji bo vî yekê abdulrezaq bedirxan ji bo hinek hevdîtina çûbû Rûsya.

Rojekî nameyek digîje destê Mihemedê Elî. Mihemed vê nameyê dixwîne û gazî birayê xwe Evdirhman û Derwêş dike. Name dide wan û wan rê dike ba cemîlê Çeto. Evdirhman û Derwêş diçin ba Cemîlê Çeto wê nameyê didinê. Di nameyê de weha dinivîse: “Ez Abdulrezaq Bedirxan im. Ez niha li gokmeydana Bidlîsê li ber gora Şehîdên me seyîd elî, Şêx Şabedîn û mele selîm rûniştîme û vê nameyê ji we re dinivîsim. Gelî Şêx û Axayên Kurdistanê; vêga tirk ser tenişt ketine, eger me dahfekî li wan da û me wan da erdê, ji xwe em gîhiştin meqseda xwe û em ê serfiraz bibin. Yan nexwe ku tirk fersend dîtin û ketin ser lepê xwe, wê zikê jinê kurda yên avis bi singoya tifingê xwe biqelêşin û zarokên di zikê dayika xwe de bi kujin. Min bi Rûsya re peymanek çêkirîye. Bi gorî vî peymanê wê Rûsya bi leşkerê xwe alîkariya me bike. Herkes bila qertê xwe bistîne û wextê Rûs hatin bila nîşanê wan bidin û wextê serhildanê her eşîr bajarê xwe bigrin.”

Mihemedê Elî ji bo serhildanê haziriya xwe dikir, ku bi serê xwe jî bimîne sond dixwe ku bandora tirka li welatê xwe qebûl nekê. Mineta wî zêdeyî Xwedê ji tu kesî re tinebû.

Wextê serhildana Şêx Seîd dest pê dike, Mihemedê Elî bi bira û eşîra xwe ve digrin ser Hezo û dixwazin ku erkana dewletê teslîm bistînin, belê dixwaze bê xwîn rijandinê vî karî safî bike. Li ser vê bûyerê, Midurê milefan (Milefan gundekî li rojhilatê Hezo dimîne) cemîl efendî telgiraf dide Dîyarbekirê. Di têlgirafê de dibêje: “Li Hezo xwîn leşan dibe, acele îmdat.” Qolordiya Dîyarbekirê dikeve rê û bi ecele, bi lingan bi rêde tên. Wextê digîjin Hezo Kumandanê tirk lê dinihêre agahiya Cemîl Efendî ne di cî de ye û facîayekî mezin tineye. Kumandan dibêje: “Li ser agahiya te min wisa li leşkerê xwe ecele kiriyê ku heta em gihîştine Hezo, 13 leşkêrê ku nikaribûn bi rê de bihatana û westiyabûn bi potîna xwe min serê wan perçiqandîye.” Leşkerekî giran bi ser zaruwê Eliyê Unis, Qewmê Çiyê ve digre. Lêbelê bi serekatiya Mihemedê Elî, zaîyatên mezin didin leşkerê tirk. Leşker ciyê ku pê ve diçe bi hovîtîyekî bêemsal re rûbirû dihêlin. Leşker têk diçe li hember çekdarên Mihemedê Elî. Ji bo heyfa xwe hilînin, gundan dişewitînin û xelkê bêçek gullebaran dikin, wan davêjin ava kelîyayî û çiqas hovîtîyek di dilê wan de heye bi cih tînin. Serhildana Şêx Seîd têk diçe, lêbelê berxwedana Mihemedê Elî bi hemû heybeta xwe ve didome. Artêşa tirk bi hewqas hêzekî mezin û xwirt, bi hewqas leşker, çekên giran, şewat û hovîtiyê şikestên dijwar dixwe li himber Mihemedê Elî. Waliyê Sêrtê Îbrahîm ethem tê Milefan û 2 kesê navbeyncî rê dike ba Mihemedê Elî, dixwaze wî bi dest bixe. Ji ber bêbextî ya tirkan, Mihemedê Elî bi xwe naçe, lêbelê Evdirhmanê birayê xwe yê biçûk rê dike ba Walî. Walî dixwaze ku Mihemedê Elî hemû çekan teslîmê dewletê bike. Mihemedê Elî dibêje: “Bi şertê ku leşker xwe paşve bikşîne, emê çekên xwe teslîm bikin.” Walî ji Evdirhman re dibêje: “Sucê we li ba dewletê gelek mezin e. Hûn him hevalbendên Şêx Seîd in û him jî me sah kirîye nuh begî (ji eşîra xwêtî) ji we re 50 hezar zêrên îngîlîz anîne. Ji bo hûn tifinga bistînin û bidin eşîrên der û dora xwe û li himber dewletê rakin. Eger hûn tifingê xwe nedin, tê wî maneyî ku ev tişt rast in. Ji ber vî jî wê dewlet leşker bişeyîne ser we.” Evdirehman wekî ku Mihemed jê re gotibû, teslîmkirina çekan qebûl nekir û walî dest vala vedigere Sêrtê. Piştî vî bûyerê leşkerekî giran tê Hezo û hildikişe çiyê. Mihemedê Elî, eşîrên der û dor dicivîne û tev bi hev re sond dixwin ku heta dawî ji tirka re serî daneynin. Mihemedê Elî bi eşîra xwe ve xwe didin çîyayê arzîv, karmelêh û Şelaş. Ev çîyayên han, çîyayên Sasonê yên herî asê ne. Qumandanê leşkerî bi kîn û xezeb tijî bû, çiqas leşker bihata kuştin hewqas xelkên bêçek û belengaz dida kuştin. Li himber vî hovîtî, Mihemedê Elî emrekî qetî dabû tekoşeran ku heta ji wan were bila leşkerê bê ritbe nekuje. Îmanca yekemîn tim li ser qumandana be. Mihemed digot, leşker di bin emir de ye. Serleşkerên tirk li gelek cîyan însanan di xanî û çala de sax dişewitandin. Di serhildana Sason de serleşkerê artêşa tirk cemal madanoğlu jî di pirtûka xwe ya "Serpêhatî" de wê wahşetê teyît dike, ku tekoşerên kurd ji bo leşkerên bêritbe ne kujin îhtîmamekî zêde nîşan didana.

Cemîlê Çeto û Şêxê çiyê emînê seyîd têne girtin. Dewlet ji devê wan ji Mihemedê Elî re name dinivîse. Di nameyê de weha dibêje: “Me hemiya rastiya Hikumeta Tirka dît û me xwe siparte dewletê. Ji bo te jî tiştek tine, were tu jî teslîm bibe. Eger tu bawer nakî û tu bi xwe nayî jî, bira û pismamên xwe bişîne, guneh in, bila li serê çiyê perîşan nebin, wextê ji te re bawerî çêbû tu jî were.” Mihemedê Elî jî weha bersiv dide vî nameyê: “Bila Hikumet Emînê Seyîd û Cemîlê Çeto berde û bila werin ba min, emê hev bibînin, eger hikumet bext bide me, welew ez neyim jî, ezê bira û pismamê xwe bişeynim.” Mihemedê Elî, dixwest Cemîlê Çeto û Emînê Seyîd ji destê dewletê xelas bike. Tirk jî dixwestin Mihemedê Elî bigrin û aqubeta Şêx Seîd bi serê wî ve bînin. Mihemedê Elî, tirka baş nas dikir û li himber fet û dahfikên wan, der û dorê xwe jî şîyar dikir.

Mihemedê Elî bi 7 birayê xwe (Mistê, Xelîl, Evdirehman, Derwêş, Unis, Şêxo û Nuredîn) û pismamên xwe ve 63 tifing bûn. Yê ku bi çekdarî tevlî serhildanê bûbûn bi tevayî 300 tifing bûn. Ew çîyayê asê yên Sasunê ku zivistana lawir têda îdare nedikir, Mihemedê Elî xwe lê girtibû: Karmelêh, Arzîv û Şelaş. Mihemedê Elî li himber dagirkeriyê bi dewletekî 700 salî re şer dikir. Artêşa vî dewletê bi hemû îmkan û çekên xwe yê giran bi ser Sasun û Hezoyê ve girtibû. Ev leşker axlebê wan ji Dîyarbekir, Sêrt, Mûş, Mêrdîn, Çewlîg û Bilîsê ve hatibûn.

di sala 1926 an, di meha Hezîranê de xwarina wan namîne. Mihemed Dixwaze zar û zêç li hinek ciyê ewle bi cîh bike û ji bo ku bi tekoşerê xwe ve tekoşîna xwe çêtir bikin berê xwe didin çîyayê poragan. Bi şev li Hormeyînan li wan diqewime û heta şeveqê şer dikin. Di vî şerî de 2 boluk leşker telef dikin û 63 kes jî ji wan birîndar dibin, belê kesek ji wan nayê kuştin. Di vî şerrî de Mihemedê Elî bi 13 cîyan birîndar dibe. Di vî şerrî de gelek çek û cebilxaneyên leşkeran jî ji wan re dimîne.

Şerr didome. Ew kesê ku têne girtin yan têne kuştin yan jî nefî yê Anatolê dikin. Di sala1928an de dewlet efû îlan dike. Herkes tê cihê xwe. Dewlet, xeber dide Cemîl Efendî yê Midurê Nehya Milefan. Dixwazin Mihemed bi çekên xwe ve teslîm bibe. Mihemedê Elî teslîmîyetê qebûl nake. Dibêje: “Eger rast e, efû derketibe, wê dewlet çi bike ji min. Ji xwe ez li vir im. Eger çek bixwaze ez çek jî teslîm nakim, ez li bextê tirkan ewle nabim.” Li ser vî Cemîl Efendî dibêje "Mihemed Axa wiha nabe, ji bo şerefa dewletê be jî usulen divê tu tiştek çek teslîm bikî.” Mihemedê Elî jî 6 tifingê ku naşixulin dide teslîmkirin. Ew bi xwe jî naçe teslîm nabe û tu îfade nade.

Rojekî hinek leşkerên qereqola Milefan diçin gundê Mihemed Axa ji bo şewatê dar û ber dixwazin. Çend heb zaruyê Mala Eliyê Unis jî ku bi tirkî nizanibûn, ew û leşkeran ji hev fêm nakin û şer dikin. Zaruyê mala Elî destê leşkeran girê didin û dibin Milefan ba Cemîl Efendî, dibêjin : “Ev leşkerê we dîn bûne, wan bigrin.” Cemîl Efendî vê bûyerê hazim nake û radibe bi leşkeran zaruwê Mala Elî li qereqolê hepis dike. Mihemedê Elî çawa ku vê meselê sah dike, diçe Milefan. Cemîl Efendî dertê pêşiya Mihemed, bi xêr hatina wî dike û dibêje: “Keremke qahwekî vexwe.” Mihemed jî dibêje: “Wextê tu zaroyê min berdî, wî wextî ezê qahwa te vexwim.” Cemîl Efendî jî dibêje: “Ez bixwe nikarim wan berdim, mifta derî ev e, kerem bike tu wan berde.” Mihemed mifte dide destê yekî û girtîyan ji hindiro dide berdan. Piştre Mihemed ji zaruyên ku hatibûn girtin re dibêje: “De herin destê Cemîl Efendî û carekî dî tiştekî wisa nekin.” Cemîl Dibêje: “Nexêr, bila werin destê te, te wan da berdan.” Piştre Mihemedê Elî bi Cemîl Efendî ve rudinên qehwe vedixwin. Mihemed tê malê û nexweş dikeve. di wî qehweyî de jahr hebû. Wextê qehwe vedixwin kurê Cemîlê Çeto, Evdê jî pê re ye û wî jî qehwe vexarîye. Evdê Cemîlê Çeto piştî ji Mihemed vediqete leqî eloyê hekîm tê û Eloyê Hekîm şîr didê û wisa ji jahrê xelas dibe. Li ser vî bûyerî, Mihemedê Elî di sala 1930 de diçe ser dilovaniya xwe.

şervanên mala elîyê ûnis: Here lînkê

miradê kinê li ser vê serhildanê dibêje: fermane




18.10.2016 13:50 ~14:00 | xwelî li ser

2. navê pirtûkeke mehmûd baksî ye. di sala 2001 an de hatiye çap kirin.



19.10.2016 19:19 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» serhildana li ekşi sozlukê
» mala amedê
» elîyê herirî

Kategoriyên mijarê:: cand cand cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî