Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
mele ebdullahê teraşî - tirşik
mele ebdullahê teraşî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Mele Ebdullahê Teraşî (1884-1925)
Mahabad Felat Arda


Seydayê Mele Ebdullahê Teraşî ku wî di hin helbestên xwe de navê namî jî bi kar aniye, di sala 1884 an de li gundê Teraş ku li ser navçeya Sasonê ye ji dayîk bûye. Teraş ne yek gund e, sê gundên nêzî hev in û bi yek navî ne. Lê di nav xwe de mîna tax têne bi nav kirin. Taxa Zîyaretê, taxa Jêrîn û taxa Heyder. Mele Ebdullah ji Taxa Heyder e.

Şêniyên ku li van her sê taxan rûdinên hemû pismam in û ji bavekî ne. Hin ji wan, di dema xwe de ji gund koç kirine û li aliyên Mûşê, Batmanê û Farqînê bi cî bûne. Herweha gundek jî nêzîkî Batmanê, bi navê Şabê kirîne. Şêniyên wî gundî jî, ji xeynê cenanan, pismamên hev in. Lê ev gund di demên dawî de şehîd dane û ji ber zilm û zordariyên dewletê, gund bi piranî vala bûye û gundî koçberî metropolên Tirkiyê bûne.

Seydayê Mele Ebdullahê Teraşî demeke dirêj li gundê Qeremûsa Farqînê melatî kiriye. Di demeke kin de ji ber alimiya xwe û berhemên xwe nav û deng daye. Seyda ji melayan pir hez kiriye, lewra gotiye ku mela kesên xwenda û zana ne. Lê li dijî Şêxan bûye, li gel malbata wî bi xwe jî şêx bûye.

Gelek berhemên mele Ebdullahê Teraşî hebûne, lê piştî têkçûna Serîhildana Şêx Seîd Efendî, dewleta tirk li Seydayê Mele Ebdullah jî digere û nasên wî, ji tirsa ku dê Seyda jî bi dar ve bikin, berhemên wî şewitandine. Hezar mixabin ku neha di destên me de bi tenê sê helbestên Seyda hene, ew jî yek jê ne temam e. Lewra kurê apê Mele Ebdullah Şêx Cafer, ew ji ber kirine û kurê Şêx Cafer, Şêx Mîsbahê Silîvî jî, ji bavê xwe ew ji ber kirine. Loma jî heta ku ev helbest gihîştine îro, hin rêzik hatine jibîrkirin. Ev cara yekem e ku ev her sê helbest û li gel jiyana Seyda ya trajîk têne nivîsîn.

Piştî têkçûna tevgera Şêx Seîd, mîna gelekan, mele Ebdullah jî ji aliyê dewleta tirk ve tê girtin û ew dişînine Xarpêtê. Seyda di 17ê tîrmeha sala 1925´an de li Xarpêtê, li gel 150 kesan tê bi darvekirin. Dema Seyda hatiye darvekirin, 41 salî bûye.

Cenazeyê wî nadine malbatê, bi tenê cube, fes û şaşika wî ji malbata wî re dişînin. Li hember vê jî, pereyên kindir, sêdar û heqê cellad, ji malbata wî dixwazin. Li ser vê yekê, kurê apê Seyda Şêx Cafer, çêlekeka xwe difroşe û pere dide dewletê û cubbe, şaşik û fesa Seyda ji wan digire. Niha ji Seydayê Mele Ebdullahê Teraşî ew cubbe, şaşik, fes û sê helbest (yek jê ne temam e) û sê nevî mane.

Keçeka Seyda hebûye û navê wê Emetullah bûye. Bînbaşiyek bi navê Arif Tufekcioglu ku bi xwe erebê Mêrdînê bûye, seyda digre û bi darve dike. Dema Seyda digre, keça wî Emetullah wê demê 7-8 salî bûye. Bînbaşî ew digre û bi xwe re dibe. Piştî bi darvekirina Seyda û 150 kurdên din, bînbaşî keça Seyda dibe mala xwe û wê ji xwe re dike qewraş. Çend sal şûn ve jina bînbaşî dimre û bînbaşî Emetullah li xwe mar dike. Keçek û du kur ji wan re çêdibin. Niha Emetullah heye an tune ye, em nizanin lê zarokên wê li Stenbolê ne û halxweş in. Lêbelê haya wan ji vê çîroka trajîk nîne.



24.10.2016 13:12 | bûtîmar

2. Xwediyê vê jiyana trajîk û gellek helbestên windabûyî ye. Wek li jor jî hatiye gotin tenê sê heb helbestên wî mane, hemûşk hatine şewitandin. Li wan hersê helbestan de yek kêm e..



24.10.2016 13:15 | bûtîmar

3. esÎrÊ qeydÊ

Esîrê qeydê ez im

Girtiyê seydê ez im

Zerdeştî bîdê ez im

Talibê feyzê ez im




A di mekr û keydê tu yî

Nade ruweydê tu yî

A tîr di eydê tu yî

Davêtî seydê tu yî




Ê dil birîndar ez im

Aşiqê dildar ez im

Gestiyê reşmar ez im

Xelîdê bê mal ez im




A dest vemiştî tu yî

A xelq dikuştî tu yî

Li erdê dihiştî tu yî

A dil dişûştî tu yî




Destmala destan ez im

Ê di bendî bostan ez im

Dayîm zivistan ez im

Serbestê dostan ez im




Newra biharê tu yî

Neqşa nîgarê tu yî

Sêva li darê tu yî

A bi şerm û arê tu yî




Ahmedê şettan ez im

Kulîlka xortan ez im

Ê dil bi tertan ez im

Kerê bi kurtan ez im




A bi qina û perdan tu yî

Dermana derdan tu yî

Xwediya kemendan tu yî

A kirime zîndan tu yî




Ê nab Ebdullah ez im

Ê dibê ya Allah ez im

Sewdayê mellah ez im

Kevirê der şella ez im.




Mele Ebdullahê Teraşî

Têbinî: Muzîka vê helbestê jî, ji aliyê Şêx Mîsbahê Silîvî ve hatiye çêkirin



24.10.2016 13:18 ~13:19 | bûtîmar

4. DÎLBEREK


Dîlberek min dî di xew da

Dîm wekî bedra şefeq da

Te ez kirim dîwan û sewda

Ax gelo derman heye




Dîm wekî bedra hîlal e

Şûle ye bi husn û cemal e

Nezerek bo min helal e

Min diye fetwa heye




Nezerek da min hebîbê

Kuştime bi tîra reqîbê

Way li halê min xerîbî

Rûreş û şermende me




Rûreş im dûr im ji babê

Sohtime bi mislê kebabê

Ray li halê min qet nabe

Emr û fermana te ye




Dîlbera´m ji takê nîhan bû

Şûle bû ji nûra Xuda bû

ê ku dî rih lê nemabû

Derdekî bê lome ye



24.10.2016 13:27 | bûtîmar

5. JI SIRRÊ WEHDETA HEQ


Ji sirrê wehdeta heq melbûsê şah û paşan

Nûra ji rengê atles feyza wekî qumaşan

Feyza ji qelbê arif wek Nîl û wek Ferat e

Gavek bikin tefekkur carek bikin temaşa




Xatem bi destê kî bit bê şik ew e Suleyman

Dil kir muteu munga muhr û tilismê qaşan

Ji ewwel ez eyaz im ji te bi îz û naz im

Dê te can teleb kim, ger xwîn hilîne laşan




Namî nezerke îro pir şêxên vî zemanî

Mezin dikin serên xwe bi teylesan û şaşan

Bi xîmên enqebûtî wan pir kirin mirîd e

Hemiyan me mal û dewlet dan mift û hem belaşan




Dama dinê vegirtin welgirtin zeyyê şêxan

Dal û mudîl û gumrah bûn şubhetê fîraşan

Ehlê kulûb û îrfan ji ber desaîsê wan

Dunya kirin musellem dan destên van gelaşan



24.10.2016 13:33 | bûtîmar

6. helbesya wî "dîlberek" min beri saetek filan guhdar kir ji camêrêkî .mest bûm. nizanim kî dibêjê. kerem kin:



wek îlahî jî hatiye gotin ev helbest. dibêjin ji bo pêxember nivîsîye. dîlber pêxember e. lê bi guhê min neket.. * ez dibêm ji bo dîlberek nivîsîye û ji bo ku ji devê xelkê xilas be gotîye ji bo pêxember e. yaw pêxember ee! *



26.04.2020 01:10 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mele elî kelek

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn niviskar wejehlbst weje cand niviskarhlbstvn niviskar wejehlbst weje cand niviskarhlbstvn niviskar wejehlbst weje cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî