Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
default - tirşik
default
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Peyva ku ev çend carin ez leqayî hatime û bi tirkî tê wateya: "varsayılan" , lê mixabin nizanim bêka wergera wê bi kurdî çi ye.

Mînak; default notebook : varsayılan not defteri : ( kurdîya wê ? )

Di ferhenga tirsikê de û wikîferhengê de ev wate nedît.
Gelo bi kurdî ji bedêla "default notebook" , "lênûska berdest" anjî. "Deftera berdest" werê nivîsîn çawa ye?

(bnr: berdest)



06.11.2016 23:33 ~23:42 | gumgumok

2. Peyva ku kurdiya wê ya tam min jî nedîtiye lê di komputergeriyê de carina weke 'jixweber' carina jî weke 'ya heyî' dikare were wergerandin. Me di wergera bernameyan de wisa bi kar dianî.

Ji xeynî van ger em li peyva rasterast beramberê wê bigerin, pêşniyara min 'pêşdiyarkî' an jî 'pêşdiyarkirî' ye.



07.11.2016 00:01 ~00:02 | simurg56

3. li gorî ferhenga etîmolojiyê; peyv ji îngîlîziya navîn (middle english) tê, ew jî ji frensiya kevn, ji peyva defaute (têkçûn, xusar, xirabe, kêmasî) tê, ew jî ji latînî, ji qertaf û peyva de- (dûr, berrî) û +fallo (fen û fût, xapîn, hay yekî ji tiştekî çênekirin, veşartina rastiyê) ketiye nav frensiya navîn.

wateya eslî ya peyvê; kêmasî, qisûr, bicihneanîna peywira xwe, nedana deynê xwe. lê dema niha peyv bi wateyeke nû ve rabûye û êdî bêtir ji bo tiştên varsayılan (fitrî) yanî ''tişta ku ji ber xwe de pêve tê'' tê bikaranîn. yanî em bêjin tu kombersekî dikirî, di kombersê de bêyî daxwaza te, windows 10 lê barkirî ye, ew windows 10 ji bo wê kombersê tişteke default e.

berdest, du wateyên wê hene, tişta amade ji bo bikaranînê û kesê amade ji bo xizmetkirinê. rasterast wateya peyva default nade, lê zêde jî jê ne dûr e. li gorî ferhengê bi erebî ji bo default peyva fitrî (tişta ku dema mirov xwudê dide, pê re tê) bikar tînin, li gorî min bi kurdî jî mirov dikare ji bo default peyva fitrî bikar bîne.



07.11.2016 00:16 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» default

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv ziman zimanpeyv ziman zimanpeyv ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî