1. Koma jehrê ye.ev berê li amerîkayê derketî û li dinyayê belavbûye ji bo wî aniha pardarîyên herî mezin li vire.ev pardarîyan mêzekirin ji cixare pirr pere tîne(çîmkî mirovên cîxare dikşînin nikare wî berde û her roj her roj dikşîne) li her cîh propagandayê wî kirin.mixabin ,ji ber wî nav mirovan de cixare vek nîşana karîzma û mêranî tê qebul kirin.li kurdîstanê ji ev pirr belavbûye roj bi roj zêdetir jî dibe. |
|
26.08.2013 23:07 |
bayesar
|
2. tişta ku ez jê nefret dikim. 22 salî me û min tu caran hewes nekir ku bikişînim. |
|
27.08.2013 18:29 |
brusk56
|
3. a ku tê kişandin, nayê vexwarin. |
|
27.08.2013 20:15 |
azadixwaz
|
4. ya ku li cizîrê tê vexwarin nayê kişandin.. |
|
27.08.2013 23:44 |
endazer
|
5. heyat e, heval e, hevrê ye. |
|
28.08.2013 05:42 |
terkexem
|
6. wek axa me şırıne |
|
03.10.2013 23:54 |
elias
|
7. Quzzilqurt e! Hima çav pê dikevim dilê min li hev dikeve. Her çend berê cixarekêş bim jî. Ne ji bîhna wê ne jî ji dûyê wê tehemmul dikim. |
|
04.10.2013 07:27 |
ceso
|
8. tena jehr o. tu faydeyê xo çin o. |
|
05.10.2013 12:16 |
kurdane
|
9. titûna di perikên tenik yên kaxezîn de tên pêçan e.. di kurdî de gelek telafûzên muxtelîf ji bo navê vê mîratê hene.. yên bi ber guhê min ketîn; ciqare, cîgare, cigare, sixare, çixare.. li deverinan tê kêşan û li deverinan jî tê vexwarin.. hema bêje di hemû zimanên cîhanê de bi heman navî tê nasîn û bilêvkirin.. ji nîvî bêtir nûfusa cîhanê dikêşe lê kes jê nememnûn e.. ji ber ku dibe sebeba gelek nexweşî û nerihatiyan.. û ne tenê yê dikêşe yê di bin tesîra dû û dûkela cixarê de dimînin jî nexweş dikevin.. ji ber hindê li gelek welatan di cihên dor û ser girtî de kêşana cixarê qedexe ye û cezayên astronomîk ji bo kesên li van deran cixarê dikêşin û kesên ku destûrê didin cixarekêşanê tên birrîn.. |
|
05.10.2013 19:16 |
endazer
|
10. hin kesin heye nakşînin, dixwin. lê kIşandIna cixare tiştekî hunerÎ YE; NAV TILIYÊ JINAN DIBE OBJEYEKÎ ESTETÎK, NAV LÊVÊN HIN CAMÊRAN JÎ DIBE BANGA GAYÎN.**LÊ ÇI BE JÎ BÊHNA EV TIŞTÎ XERAB E BIRA. BÊHNEKÎ TEHL... |
|
14.10.2013 22:39 |
biruya hayao miyazaki
|
11. stendal bû ne şaşbim gotiye: ‘’min bi sedan caran dev jê berdaye.’’ Bi rehetî meriv dibê cixarekêş, lê devjêberdan hewqasî ne hêsane keka. |
|
14.10.2013 23:53 |
seydayê_peyvan
|
12. li gorî mamo berken bereh helbestkar cixarê nekişîne nikare bihizire, kêfa min ji nivîskarên ku hej cixarê nakin re nayê, ma bi zorê ye e.q.! |
|
15.10.2013 04:29 |
zero
|
13. li şaneşîna kantîna qursa ziman carek min dît keçikek bi çarşaf girtî ling avet li ser ling û cixarê kişand li ber çavêmin nizanim çima lê pir qarîzmatîk hat. |
|
15.12.2013 00:27 |
diljan
|
14. nebêjin jahr a, quzelqurt ,nizanim çi ye û yê bêaqil dikişenin.berê min jî wisa digot lê niha carina ku behna min teng dibe heval. |
|
15.12.2013 00:30 |
diljan
|
15. ne rêx e, gû ye gû, gûyê sa ye... |
|
16.12.2013 11:12 |
nazim tolhildan
|
19. Rojê yek derman e. |
|
04.03.2014 16:42 |
hemdilaarda
|
20. pêvexwarina(!) ku li cizîrê, li gorî bajarên din kêmtir tê vexwarin çimkî yên tînin û ticareta wî îşî dikin dizanin bê di nav çi de tê û diçe.. yanî şikl û şêweyê anîna cixareyên qaçax danin ser bergê pakêta cixarê bawer nakim ku êdî tu evdê xwudê devê xwe lê bide.. |
|
04.03.2014 18:22 |
endazer
|
22. (bnr: cixare kaşkirin) |
|
27.03.2014 18:43 |
xwelî li ser
|
23. ma berê cixare hebû? |
|
27.03.2014 19:23 |
dara berrûyê
|
24. (bnr: cixare şixulandin) |
|
27.03.2014 21:04 |
mergehez
|
25. Cixare evîneke platonîk e. Tu jê hez dikî lê ew ti car ji te hez nake. Le dîsa jî rojên çetîn û dijwar de li ba te ye. |
|
27.03.2014 23:38 |
bilîs
|
27. an jî cigare tiştekî bi ziyan û dûman e, ji tûtinê pêk dihê. xwezî kurdan jî markeyeke çêkira ku bi qasî tûtina wan navdar û pê dinya bihejanda. |
|
22.09.2015 12:56 |
dijber
|
28. Yek ji tiştên (bnr: Îmana min jê diçe) ye bêhna wî ra qet tehammula min tinne ye. |
|
24.05.2016 00:58 |
bûtîmar
|
29. Dîsa zam hatiye û buhaya wê zêde bûye, dikim nakim nikarim jî dev jê biqerim... |
|
11.07.2016 22:33 |
ferhenga şikestî
|
30. niha apê min min şand marketê tl'yek wî kêm bû got tuyê jî tl'yek têkî serê herwiha ez çûm çi tlyek çi du tl..* murattı 10 lt... |
|
11.07.2016 22:57 |
shorbevan
|
32. divê bilez kampanya devjêberdanê bê destpêkirin, wekî ku tê dîtin dewlet birçî dibe dikebe yekî jî hûn lêdin bira ranebe.. ez jî Jixwe piştgirî didim salê mehê carek be jî ezê alkola tekelê venexwim hebe a qaçax tunebe nexeme ez bi xwe dikarim benê min di destê mindeye.. hûn cixarekêş jî titûna qaçax bikşînin an ji binî nekşînin, piştgirî nedin van kuştina.. ev bihabûna cixarê jî sedemek xurte ku meriv dev jê berde, sê çar meh tenê xwe bihijdînin nekşînin êdî hûnê nekşînin, vaye 4 sale nakşînim qirik, gewrî dev û poz vekirîne bêhna meriv dertê.... |
|
12.07.2016 23:29 |
shorbevan
|
33. (bnr: quzzilqurta mirinê) |
|
13.07.2016 13:29 |
azadixwaz
|
34. ji xêndî wateya wê ya esil wateyeke wê ya din jî heye. weje yekeyeke demê jî tê bikaranîn. tabî eleqeya vê wateyê û wateya wê ya esil heye. demeke bi qasî kişandina cixareyekê ye lê li gorî çi li gorî kê? hin hene di deqeyekê de cixara xwe diqedîne hin jî hene ku di deh deqeyan de diqedîne lewma demeke ne diyar e. ji bo demeke kin tê bikaranîn. şûna wê mirov dikare bêje qederekî, bîskek û hwd.. |
|
25.09.2016 01:37 |
mergehez
|
35. (bnr: wek yekîneyeka pîvanê cixareyek) |
|
25.09.2016 09:39 |
simurg56
|
36. (bnr: qe nebe weke demek e cixareyekî ji min re bipeyîve) * |
|
25.09.2016 13:21 |
bûtîmar
|
37. ger nehata danîn, çandin, kişandin.., ji binî rabibûya ewê baş bibûya, xuyaye ewê ji holê ranebe, jixwe yê dikişîne li cehlimêbe jî xwe digihînê.. gelo li Kurdistana başur fabrîqeyên wî hene tunene? ger hebin başe.. pere têde heye ger karê wî bê kirin ewê ji gelek xebatkaranre xebat derê, çêkirina wî jî pir ne zehmete qet nebe kes pakêtek bi deh lireyî nastîne kêş jî gunene... |
|
25.09.2016 17:33 ~17:35 |
shorbevan
|
38. piştî evê entrya nexweşîya buerger/114021 simurg begî hinekî çavtirsandî bûm |
|
04.12.2019 09:45 |
ferhenga şikestî
|
39. Zirara wê filan li alîkî bi hink helbesta li nîvê şevê kezeba mirova diqedîne lê hestekî gelek baş e |
|
04.12.2019 10:32 |
rizgarm
|
40. hin stran an jî fîlm hene ku gava tu guhdarî an temaşe dike bêyî hemd agir bi wê dikeve tiştekî ecêb e. |
|
04.12.2019 10:50 |
kesê ku ji kêfa re nebûye sazbend
|
41. heta îro min nekişandiye. Xwedê xêr ke wê nebikşînim jî. Tanê car caran nava hevalên kêşkaran bi keyfî dikşînim. Lê dûman nagihije kezeban |
|
04.12.2019 14:34 |
kajav
|
42. Cixare venaxwim lê dema ku serxweş bim cixare bi min xweş dibe. Dibêjin ev rewş bi gelek mirovan re heye. Pîştî eraqê cixare dibe ferz. * |
|
04.12.2019 14:47 |
xwelî li ser
|
43. belayek e. divê mirov serî de xwe tevlî neke. ku mirov tevlî bibe divê mirov zÛ dev jê berde. |
|
04.12.2019 22:34 |
brusk56
|
44. tişta ku devjêberdana wê gellek zehmet e. îsal min du cara ceribandinên devjêberdanê kir lê bi ser neketim. carekî min ji 40 rojî zêdetir nekişand û êdî min digot cixare mir lê di nava hevalan de min şaşî çend heb kişand êdî dawî lê nehat. lê teqez ez ê dev jê berdim ji bo ceribandina cara sisêyan bi awayekî psîkolojîk xwe amade dikim. |
|
04.12.2019 23:14 |
ceso
|
45. jêhre an jî hinek re şirînayî ye |
|
05.12.2019 14:33 |
keratî
|
46. Li ser rûyê dinyayê yek ji tişta ku jê aciz im ev mîrat e. Min qet nekişandiye û bi sond û peyman im ku ez ê nekişînim * ji bêhna wê serê min gêj dibe û dilê min dixele. |
|
05.12.2019 20:46 |
xeyda
|
47. tişta ku ji ber xerabiyekê min divê jê dûr bim lê her tim dilê min diçiyê û hîşê min de ye. xwezika roja mirina xwe zanîbam wî şiklî min dikarî çend salê xwe yî dawî bi kişandina wê xerç kiriba. |
|
26.05.2021 01:07 |
hueyn
|
48. tiştê ku her kes qala zirarên wê dike lê bi avzekirina hormona dopamînê hestên motîvasyon xurttir dike. ji ber wê li dijî stresê tiştekî baş e. |
|
04.08.2021 22:14 |
hueyn
|
49. Xalê minî mezin gava ji Sûrî cixarên qaçax derbasî qapî dikir ji bo cenderme wî negiri li dora çîmên xwe bant dikir. Îca gava silametî digiha malê wan banta vedikir ku komek pirç jî pê re radibû.... |
|
05.08.2021 00:06 ~00:08 |
pîroz
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |