Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
nusret - tirşik
nusret
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Xwarinxaneyeke ku piștî min fatûrayeke 45.000tl dît, dilê min jê xelihaye. Ku ava zimzim û kewserê jî li ser tepsîna zêr jî bidin, dîse di vê dinyaya ku feqîr û belengaz tijîne nehêjaye. Mînak, Qurtek dew 17 Tl. Ji xwidê ve guneh e yaw. Ew e ku kevir bi serê me de nabarin. Ya star ya staar...



21.11.2016 00:05 ~00:07 | gumgumok

2. Ji şenkayaya erziromê ye.
Eslê xwe kurd e.
Here lînkê



15.06.2017 21:39 | elaziz izzetpasa camii

3. ciye xarin u vexareneye, ev ci goste sor cedike u difirose. xaye we nusret gokce'ye. nusret, zilame ki kurde li bajar erzurime'ye.



23.04.2020 16:40 | tomcruise

4. Gelek caran dibînim vîdyo û resmên xwe de cilên xwe û tîpa xwe wekî tony montana ya scarface ji me re nîşan dide, Dixwaze bibe ew.

Bi rastî jî jiyana piçikekî dişibe wî, ewilî firaqan temîz dikir niha bûye împarator. Lê Dawiya fîlma nisret hê nehatiye ka sebir kin em ê çi bibînin bîna tony Montana derpiyê wî neyê xwarê baş e...



06.06.2020 22:15 | mîr

5. ji bajarê erziromê ye.
Navê wî nusret gokçe ye.
kesekî kurd e.
lêêêêêêêêêê *
ji aliyê kurdbûnê vê hê me tu nîşan nedîtine.



car caran di bin stranên kurdî de govendê bi xebatkarên xwe re digirê
lê ev tiştekî pûç û vala ye....




07.06.2020 11:42 ~11:46 | merwano

6. yekem kesek navdar e ku li ser înstagramê wî dişopînim. Du roj berê li ser hesabê xwe bi stranek Kurdî vîdeoyek belav kiriye. ji şopînerên xwe re bo dîmenê pirsiye çawa ye. Here lînkê

Ji bo kurd û kurdayetî kêm be jî kêfa min aniye. Em hêvî dikin kurdbûna xwe bêtir û pirtir nîşan bide.



06.07.2020 01:18 | kajav

8. mêro wek çawaye nenivîsandiye. bawer nakim haya wî ji rastnivîsandina qertafan hebe lê dîsa jî bala meriv diçe ser.

nusret/125993



06.07.2020 02:42 ~02:42 | ezcan

9. helbet ji bo kurd û kurdistan tiştek çênekirîye(bi eşkere tiştek çênekîriye, belkî bi dizî çêdike, yan çêbike) lê ji bo tirka jî pir tişt çênekîriye. tirk çima ji nusret re piştgirî didin? kurd çima xwe qurre dikin, pozê xwe radikin? ehmektiyek mezin...
kesên wekî nusret kesayetên sembolîne. heger wan kurdperwer bibin yan em bikaribin wan kurdperwer bikin, ji bo kurdayetî tiştek erenî dibe.
kurdên me dixwazin kesayetên wisa bi eşkere dijminatiya tirka bikin, dijî tirka xeber bidin.
lê tirk çi dikin, çiqas hov bibin jî kengî devê xwe vedikin dibêjin "tirk û kurd bira ne". acun ılıcalı çi dikir, yani kurdî programên wê de qedexe bu lê qet dijî kurda xeberda? na.
hin kurdê kêmaqil li ser jiyanên kurdên din, biryar didin, tenê fikrên xwe yên qels bereday bereday xeber didin.

Pirsekî din:
heger nusret nav belengazî de bibuya, em qet navê wî nehesîbîna, gelo wan kurdên me yên pozbilind ji bo wê tiştek-xêrek çêdikirin yan na?
bersiv helbet na ye.
piştî wan gotina em ji bo nusret tiştek çênekirin, wê çima xwe bavêje agirê û çima ji bo me jiyana xwe bike dojeh, çima ji bo me têk biçe?
têkçun? helbet têkçun, tirk qet rê didin kurdperwer bijîn?

tu kes ji mesut özil re xwedî der neket, ew jî xwe avêt dest tirka. nusret jî wisa bibe?

do dengbêj seyîdxanê boyaxçî çu ser dilowanîya xweda. wê çi gotîbu kes ji min re xwedî der neket. dengbêj seyîdxanê boyaxçî/125981
şakiro çi gotîbu tê bîra we...(ew jî heman tiştê got)
...
...
kurd tiştek çênakin, zarokê xwe ra xwedî dernakevin, piştê bê şerm û fedî xeber didin.



06.07.2020 12:23 ~12:42 | lonw karda

10. Kesê ku ji bo min ne miroveke sembolîk e. Kesên bixwazin dikarin wî wek sembol an îdolekî bibînin. Herwiha bêyî ku dijminahiya tirka bike jî dikare ji netewa xwe re bibe alîkar. Em jî dizanin ne dewlemendtrîn kesê gerdûnê ye. Lê belê li gor hêza xwe dîsa kare ji netewa xwe re bibe alîkar. Weke mînak heke rabe li cizîrê çend malên xîzan tespît bike û hinekî bi wan re bibe alîkar, ma pêdivî heye bi tirka re dijminahî bike? An ji malpereke weke tirşikê hinekî bexş bike ma divê dijminahiya tirka bike.?

Mesela xîzanbûn an dewlemendbûna wî me eleqedar nake. Hin kes pirs kirine gelo ew ne kesek navdar bûna û me hay jê tune bûna dema belengaz bû wenê pê re alîkar bibûna? Ev ne meseleyeke netewî ye. Dema xîzan bû divê malbata wî, mervê wî an cîranên wî pê re alîkar bin. An na me çi hay jê hebe? Ha kesî negotiye bila tim feqîr û jar be, qet dewlemend nebe.

Hingî em kurd bê moral û xwedî mane, dema kesekî awha peyveke bi kurdî dike dibe canik û delalîkê ber dilê me. Axaftina wî ya bi kurdî ne tişteke xerab e, hêvî hîn berdewam bibe. Lê heke kurdayetiya xwe bide pêş jî dê bibe ji wan kesên " biratiya gelan" ji ber aboriya wî di destê dagirkera de ye û nikare raste rast li kurdayetiya xwe xwudî derkeve. Ji ber vê çendê nivîsandina wî ya kurdî heye ku bala hin kurda bide ser zimên. Wekî din ne bawerim ku ji vê qeysê berjortir here.



06.07.2020 14:15 | tîrêj zana 21

11. nusret rewşa kurdên apolitic derdixe holê. mirovêkî kurd bibe apolitic yanî kurdbûna xwe bide alîqî çiqas serketi dibe nusret vê me dide nîşan kirin.
parveya nusret bi strana kurdî kirîye şîroveyên tirkan binî binerin hûnê min fehm kin.



06.07.2020 17:08 | doesntmatter

12. mirovek komîk e.
eslê wî kurd e û bi qasê dibînim kurdbûna xwe xef nake an jî jê fedî nake. lê ne yekî polîtîk e û belkî nasnameya wî ya kurdîtîyê jê re qet ne xem be. ya rast, em nikarin vê rewşa wî, wî tawanbar jî bikin. mirov ne mecbûr in li ser netew, îdeolojî û an jî dînê bav û kalên xwe bin.
eger li gelê xwe xwedî derketa û di dinyayê de wek şefê kurd yê fenomen bihata naskirin, wê baştir bûya tabî.



23.07.2020 20:41 | simurg56

13. dibe ku mirovek apolîtîk be lê gundê ku jê hatiye sedî sed kurd e.Hemû ji reng û rûyê xwe kurd in.Kurdiyek zelal diaxivin , wêneyên zarokatiya nûsret jî kifş e ku ji tunebûnê da bûye.Welhasil wek peyama 14. a simurg56 an de jî hatiye gotin heke bi vî navdarbûna xwe ve kurdbûna xwe derxista pêş wê gelek kurdên ku hebûna xwe vedişartin zêdetir derketina pêş.
Aliyek din ve jî ku nûsret bigota ez kurd im , tirkiyê nedihîşt ku bakûr bi kurdbûna nûsret bihise.wek her gavê wê medyayê jî xwe bê guh bikira û nûsret bidana ber kevira û nedihiştin ku şaxên goşt yên nûsr-et jî vebibin.
wek her gavê em dev jê berdin , ma çima ku kulamek kurdî li ser vîdyoya xwe weşandiye em ê bêjin bila bi deng bêje ez kurd im.
Gelek ttrk jî kurdî guhdar dikin û diweşînin ev jî wek wan dqn.



23.07.2020 22:31 | brzn

14. Wa bû cara duyem stranê kurdî parve dike. Mirovên wiha ji bo gel giring e. Lê nusretê goşthêz kurdîtîya xwe nade nîşan. Lê kêfa min kapîçînoyê re tê. *



30.09.2020 23:51 | yûsiv

15. Kurdek e ku li ser instagramê xwediyê herî zêde şopiner e.
Ji 30 mîlyon zêdetir şopinerên xwe hene.



01.10.2020 19:36 | cinorek

16. kesê go nizam çima kêfa gelê kurd ewqa jê ra tê ye. bera ji kurda ra tiştekî neke lê ji bo tirka jî neke. piştî go xwe dide ber ala dagirkera kurd be çi ye, koreyî be çi ye.



15.12.2020 18:40 | hueyn

17. goştfiroşê ku ez ça navê wî dibînim me`dê min diçe goşt.
wekî din, hereketên wî yên qeşmer hene.
kurmanc e. Hine cara li ser înstagramê kilamê kurmancî par dike..



15.12.2020 22:05 | bûtîmar

18. Kurdê ku êdî ez difikirim ku henekê xwe bi Kurdî dike. Stranên Kurdî parve dike, ev tiştekî baş e lêbelê her tim bi Tirkmancî dinivîse. Mînak: like yapiştirmîşkee, dewamkeee, nizanim çi kerratî etmîşkeee...
Gelek biyanî û kurdên kurdîNezan jî wî dişopînin. Ew ê di mejiyê wan de jî Kurdî bi vî rengî bimîne mixabin.



16.12.2020 04:15 ~04:16 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nusret imir

Kategoriyên mijarê:: geruturistik xwarinvexwarin geruturistik xwarinvexwarin geruturistik xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî