Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
cryonics - tirşik
cryonics
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. proseya cemidandina mirovên bermirin ku bi nexweşiyên giran yên ku çare lê nabe ketine, bi hêviya rojekî dema bijîşkî û zanist pêşde çû û dermanê wan nexweşiyan û rê û rêbazek ji bo vejadina wan meytên cemidî hat dîtin, ji nû ve bên vejandin.

ji peyva κρύος 'kryos-' (sar) ya yunanî ketiye nav îngîlîzî û zimanên dî.

sala 1962ê fîzîkzan Robert Ettinger di pirtûka The prospect for immortalty de cara ewil behsa Cryonics (kirayanik tê xwendin) dike.
sala 1964ê Evan Cooper saziya life extension society dadimezrîne.
sala 1967an cara ewil li ser wesiyeta wî profesorê psîkolojiyê james bedford, li enstîtûya cryonicsê, hat cemidandin. sala 1979an ferq dikin ku sîstem têk çûye, û meytên di tankan de hemû rizîne, bi vî awayî 9meytên heta hingî hatîn cemidandin dirizin, lê çawa nizanim meytê james beford jê xilas dikin.

prose ji van gehînekên jêr pêk tê;

- di nav du saetan de divê mirî berdest be.
- ji bo xwîna di demaran de neguvê/nemeyê dermanek bi navê ''heparîn''enjekte dikin.
- meyt pêşiyê bi qalibên qeşayê tê cemidandin.
- sing tê qelaştin, xwîna di demaran de tê kişandin.
- avikek bi navê glîserol ku -50 C ye, li demaran enjekte dikin. bi vî awayî têhn û germa mirî jî dicemide û dibe -50 C. (ez ne xelet bim niha şûna glîserolê avikek nû enjekte dikin, ji bo şane zirarê nebînin. )
- mirî têxin kîsekî taybet de û di sindoqekî de hiltînin, ev sindoq ji hindur ve fîber-glas e û ji derve jî dep e. qeşaya ziwa datînin ser vê sindoqê heta ku germa meyt bibe -40 C.
- pişt re vê sindoqê di tankekî de hiltînin ku tê de nîtrojena avî heye, ev gehînek jî bi qasê hefteyekî dom dike, dawiyê germa meyt dibe -196 C.
- û dawiyê vê tankê jî têxin tankeke din ya bi navê cryostat de.
- û hûn sax û miriyê me bi silamet ;)


heta niha 5 şîrket hene ku vî karî dikin, çar ji wan li amerîkayê û yek jî li rusyayê ye. di nav wan de ya herî binavûdeng alcor e. heta niha nêzî 250 kesî meytê xwe daye cemidandin û dîsa nêzî 1500 kes bi van şîrketan re peyman daniye ji bo meytê wan bê cemidandin. du cure cemidandin hene; hinek jê tenê serê xwe dicemidînin, ji ber ku li gorî baweriyê siberojê dema zanist û bijîşkî pêşket wê bikaribin ji kromozomekî hemû laşê mayî ji nû ve vejînin û hinek jî hemû laşê xwe dicemidînin.
bazara vê proseyê li gorî şîketan ferq dike, lê buhayên şîkerta alcorli gorî zanyariyên li ser netê; ji bo serî; 80 hezar û ji bo cemidandina temamê laşî jî 150 hezar dolar dixwazin.

1. Alcor Life Extension Foundation (Amerîka - Arizona)
2. American Cryonics Society (Amerîka - California)
3. Cryonics Institute (Amerîka - Michigan)
4. Trans Time (Amerîka - California)
5. KrioRus (Rusya - Moskow)



25.11.2016 03:37 | endazer

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» cryonics

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî