Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
serşûştina erebkî - tirşik
serşûştina erebkî
(11) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kul û derdê xwelî li ser bû.
min xwest jê re bibim derman û xweliya li ser daweşînim ;)
biwêjek e, ji bo şûştina serî bikar tînin, divê tenê serê xwe bişû, laşê xwe şil nekî, peşka avê bibeyê laşê te te biwêj betal dibe, em li cizîrê bi vê wateyê dibêjin serê xwe ji stû re şûştin wek; ez ê serê xwe ji stû re bişûm, tu hewlî û mexmelan ji min re neyîne. gerçî di mijara erebkî de tirşikvan têra tirşikekî li ser sekinîne lê lê lê lê...



29.11.2016 03:20 ~03:23 | endazer

2. Ez dibêm ev biwêj ji erebên bedewî derketiye. Li çolê koçberîyê dikin av biqîmet e û hindik e ew jî nikarin bi temametî xwe bişûn ji ber vê tenê serê xwe dişûn. Yanî ez dibêm! *



23.11.2017 14:55 | xwelî li ser

3. em dibêjin ''Kotkî''



23.11.2017 19:45 | xelefêserhedî

4. em dibêjin "serê xwe ji stû va şûştin"



23.11.2017 23:57 | bûtîmar

5. Di zarokatîya xwe de dema min vê gotinê dibihîst min digo gelo çima dibên erebkî
Lê piştî ku ez çum warê xwendevana (ogrencî yurdu) di jura min de erebek hebu ev bênamus serê xwe nedişuşt hew tenê heftê carek serê xwe bi erebkî dişuşt her tim bêhna gû jê dihat û ev bêhn diket jûrê jî
Ew çax min fem kir çima dibên erebkî

Rojekî Vî bênamusî saxoyê xwe bi dar vekiribu û min jî pêve kir û bu sibê min saxoyê xwe li xwe kir ew bêhna gu ketibû saxoyê min jî min bi heft ava şuşt û min da şuştina zuha hete ku ew bêhn jê derket

Edît: bi ereba nezewicin hingî daxivin serê mirova gêj dikin û ji xwe min behsa bêhna wan jî kiribû



07.01.2020 20:50 ~2020.01.12 16:01 | tîrêj zana 21

6. dema ku mi ev sernivîs dît, zarokatiya mi hat bîra mi. mi jî carna tenê serê xwe dişuşt. lê wek wî erebê ku 'tirêj zana 21' qal dike, mi nedihişt bêhna gû ji mi bê.



07.01.2020 21:10 | yusiv hemed

7. serşuştina ewropî anî bîra min.

berevajî serşuştina erebkî, fransiz/ewropî dikevin serşokê, li pê disekinin, laşê xwe dişon, serê xwe dihêlin. ji bo ku av bi porê wan nekeve, wê şil neke, carinan kumikeke taybet ya bo serşokê didin ser serê xwe.

ji vê kumikê re îngilîz dibêjin shower cap. ziwakirina poran zehmet e. heke porê te yê çêkirî ji te re lazim be, jixwe tu dê qethî wek ewropî serê xwe bişoyî.

min got ewropî lê ne ku ez navê vê şuştinê baş dizanim. dibe ku serşuştina kurdan be jî. ezê kurdo, wekî mînak, bi salan e serê xwe car caran bi vî awayî dişom. lê mixabin shower cap a me ji me kêm e.



02.05.2021 21:07 | mirovekirind

8. Serşûştina di zaroktiya xwe de min jî pir bihîstiye. Lêbelê ji zû de li cem me nayê gotin, hetta min ji bîr kiribû. Neka min di tirşikê de dît hat bîra min lêbelê naveroka vê cure şûştinê nehat bîra min. De bila wek tirşikvana be. Eger wek wan be sebeba bêhna Ereban min fêhm kir îja.
Bi rastî di jiyana min de min du sê heb kurd jî nas kirin bêhna wan jî ne xweş bû. Hetta yek Semsûrî bû û em di jûrekê de diman, eûzûbillahîmîneşşeytanîrrecîm, çiqas bêhnek wîyî nexweş hebû, Xwedayo tu me efû bikî. Ez dibêjim qey evana serşûştina Erebkî derbas nekirine loma wisa bûn.



03.05.2021 04:00 | xabûrî

9. şûştina ku bawerim ji ber kêmasiya avê derketiye holê.
piraniya cihê ku ereb lê dijîn, avhewaya çolê heye.
Ji ber vê yekî mecbûr mane ku tenê serê xwe bişonin.
lê ev tenê texmîneke (¬_¬ )

edît: pîştî nivîsandina entryê dibînim ku hin kese din jî wisa gotineಠ_ಠ



03.05.2021 04:10 ~04:13 | merwano

10. (bnr: serşûştina qirkî)

Şûştina ku em li tetwan jê re dibêjin serşûştina qirkî. Nizanim xêyn ji me kes dibêje? Min nû serşûştina erebkî bihîst.



03.05.2021 08:45 | xelîl

11. Li cem me navê wê serê xwe ji ber de şuştin e.Tê bîra min mezinên me hema hema her roj bi vî awayî serê xwe dişuştin.tabî heftê de carekî jî canê xwe tevde dişuştin.wê wextê av hindik bû û germkirina avê jî zehmet bû lewma însanan ji xwe re çareyek wisa dîtîbûn.



03.05.2021 13:17 | bayesar

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» serşûştina erebkî
» erebkî

Kategoriyên mijarê:: zimanbiwej zimanbiwej zimanbiwej kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî