Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; the loophole
peyamên çepikkirî

95770. (bnr: seksa qûnê)

(bnr: eleq 6-7). Dema meriv xwe bêkemasî/temam/bes bibîne teqez har (taxut) dibe.
Bi rastî heke têkiliya we bi psîkolojî hebe, hûnê têbighên ku pirranî tahde/zilm ji ber jixwerazî bûnê pêk tên. Gotinek berbelav heye dibêjin; kurmanc ku pere ketin dest yan zilam dikuje yan jî jina xwe berdide. Ev tisht ne bes jibo mêrên kurmanc e, ji bo hemî însanan wisa ye. Ku xwe desthilatdar bibînin miheqeq tahde dikin.

Keçika vidyoyê dibêje "xweda bi vî awayî xwest" û tomet û îftira li xweda û dînê xwe dike.

Wexta em li jiyana jinên welatên modern û ya jinên misilman dinêrin; em dibînin ku her dû alî jî bi awayek diyalektik bûne koleyên mêran. Mêrên "misilman" tevî bedena jinan ser û çavên wan jî girtne, bi vî awayî şexsiyeta wan daxwazên wana jî veşartne. Li aliyê din mêrên modern/kapitalist jin kirine eşya û ji wan fêde distine, ne hewceyê ravekirinê ye; di reklaman de jixwe têra xwe bedewiya jinan û bedena wan ligel eşyayê ku difroşin tên pêşkêşkirin. Ev dialektik bingeha xwe ji ruhbanên kristianiyan digre, pistî ruhbanî kete misilmantî (haremlik selamlik) û jin ji cîvakê bidûr ketin êdî jinén kapitalîst "azad" in û jinên dîndar paşverû ne.

Berpirsê va çewtiyan her çiqas mêr bin ewqas jî jin in. Kêm difikirin, dibin pêlîstoka mêran û bi ser navê eşq û azadî wek mêrê kapitalîst ew jî har dibin. Dixwazin herkes ji wan hez bikin, têr nabin çavên wan her li derveye. Heta ku ciwantî wan diterikîne jî har û zalim in. Ji bo şerefa xwe tênakoşin. Min qet neditiye jin li hember jinên fahişe dengê xwe bilind kiribin.

Qewlê xwedê ew bû ku, têkiliya cinsî veşartî nebe, bi peymanekê ve girêdayî be (bnr: mar) (mehr). Û wexta ji hev veqetiyan jî ji bo ku tahde li jinan neyê kirin divê mehr (pere yan milk) li cem wan bimîne. Li nav kurdan eviya kirine "qelen" ew jî kirine "berdêl" heqê jinikê ji malabavê re dibe qezenç.

Hêviya min, keçên kurd wek keçika di vidyoyê de bêar û bêedeb nebin, daxwaza kebanitîyê bikin, daxwaza karên birûmet bikin. Ji lewra ku jin çavkaniya jiyanê ne, xweda dibêje ew zeviyên we ne. Zilamê kêmferaset ev ayet jî li gor berjewendiyên xwe fêm dike . Di rastiyê da zevî çawa rih dide dar û leman wana şîn dike jin jî ji ber ku zarokan çêdike û ji wan re mamosteyî dike çavkaniya çand û kulturê ne û bi vî awayî rih didin gelan.



26.06.2013 22:46 | simurg56