Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 66 peyam
frédéric chopin - tirşik
frédéric chopin
(3) (0) ecêb (0) (5)
di mijarê de bigere

1. hunermendekî namdar ê mûzîka klasik a rojava ye. Di sala 1810’an de li polonya’yê ji dayik bûye lê di emrekî hin taze de (39) li jana zirav dikeve û diçe li ser dilovaniya xwe.. bi ya min Li gorî gellek mûzîkjenên hemdemê xwe mûzîka wî xweştir û lîrîktir e. Yên ku hej piyanoyê dikin divê teqes guhê xwe bidin newayên wî. nemaze bi şevan, beriya razanê guhdarîkirina wî, laş û ruhê mêriv hêsa dike û meriv pê re bi hêdî hêdî dikeve nav xeweke şîrîn.






















2016.12.17-01:41 [guhertin:2016.12.17 01:42]| sergijik

2. piyanovanekî polonî û yekî ji bajarê warşovayê ye. jiyana wî ya dawî li parîsê derbas bûye. di nav bestekarên muzîka klasîkê rojavayê de yekî taybet e.

ji ber ku piyanolêxistina wî ji meqaman azad e, ew ne wekî mozart an beethoven e. Şêweya chopinî di nav wan de cuda ye. serbestiya wî dewlemendî derdixe holê. gava tu guh didî newayên wî, heyra tu dibêjî qey muzika jazz lê dixe. bi guhdarîkirina chopinê hisên kûr di dilê mirovê de peyda dibe.



2018.03.25-23:33 [guhertin:2019.06.18 00:27]| mirovekirind

3. Berhema wî ya nocturne in c sharp minor di fîlmê the pianist de tê lêxistin. Chopin bi xwe ji bajarê warşovayê ya polonya ye. The pianist jî li Polonyayê de derbas dibe.












2018.06.19-23:29 | mîr

4. sala 1810an de li polonyayê hatiye dinyayê û sala 1849an de li fransayê miriye.
ez lê dinhêrim.. mêrik wan çaxa çi muzîkeke payebilind çêkiriye..
lê sal li me bûye 2018 em hê di şemlê da nin. heyf.



2018.10.24-15:53 | hozan serhad

5. bavê şoparan e. ez nizanim çima, xwedê efû bike lê belê ez her tim paşnavê wî camêrî weke "şopar" dixwînim.



2018.10.24-16:59 [guhertin:2019.03.27 20:35]| qeyqurixe

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
duçerxe [2]
bi îngîlîzî bicycle an jî bike. bi-cycle yanî cot-gir...
altan tan [1]
Derbarê vî mîjarê de wek @hespêsor difikirim.Tişta ku dixwazim lê zêde...
motîvasyona misilmanên serhişk [1]
Dijûn kirina fila û êzidiya. Hin kurdên ku serê wan bi olê hatiye şuşt...
li ser rexneyên kurdiya çêkirî û standart [11]
Li ser rexneyên kurdiya standart (zimanê çêker) çend têbiniyên min
gnossienne no1 [2]
berhemek Erik sate, her wiha beşên wê ên 2 û 3an jî heye, berhemekê bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» frédéric chopin
» chopin

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî