Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
don't breathe - tirşik

sê xort, ji bo dizehî bikin dikevin mala zilamek kor ku leşkerek kevin e û di şerê iraqê de çavên xwe wenda kirine. ji dûr ve, weke zilamek bêxwedî û belengaz xuya dike lê wê ev şelandin qet ne hêsan ...
(4 şîrove)
don't breathe
(1) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. fîlmek ji cûreya tirsê ye. dema fîlmên tirsê ne li ser bingehên efsûnî û sersirûştî be, zêdetir jê hez dikim.
ev fîlm jî yeke wisa ye.

zilamek ku berê leşker bûye û di şerê iraqê de, her du çavên wî kor bûne, li mala xwe bi tenê dijî. pereyek zêde li mala xwe veşartiye. komek ciwanên ku dizehiyên biçûk dibînin, niyet dikin ku vî pereyê wî jê bidizin. lê ev dizehî wê karê wan yê herî zehmet be.


dema diçin qata jêr û wê jinika dîl-girtî dibînin û zilam bi wan dihese û elektîkê li ser wan dibire, êdî avantaj ya zilamê kor e. ji ber ku ew jixwe kor e û hînî tarîyê bûye. sahneyên di vê taritiyê de dikariya dirêjtir û cûdatir be, lê gelek kut bû kurik jî bi hêsanî ji destê zilam xelas bûnê. lê belê di eslê xwe de, di wan sahneyan de li gorî ciwanan, zilam didît û lê ciwan kor bûn vê carê.

min 83 pûan danê.



01.01.2017 13:52 | simurg56

2. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê cyaxares ve, li kurdî hat wergerandin.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê




têbinî-1: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142


têbinî-2: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



14.07.2020 18:40 | simurg56

3. Kesên ku ji aksîyon û tirsê hez dikin teqezz divê temaşe bikin.Bi mîjar û lîstîkvanan ti carî naşibe fîlmek din.Min bi rastî ev cure (ji aliyê mîjarê ve) fîlm cara yekem e temaşe kir.

Fîlmê de ya dibe ku çend xetayên derhêner hebe lê heke ku hûn zêde bala xwe nedinê dibe ku bala we nekişîne jî.
Fîlm ji aliyê cyaxares ve hatiye wergerandin.Mixabin min wergerandina cyaxares zêde neeciband : ( heke dil bikira û car caran bi avayek din bifikiriya , ez bawer im wê wergerek baştir bikira.Lê hin cîhan jî wergerek gelek baş xwe dide xûya kirin.

Sipas ji bo cyaxares û koma wergera fîlman ya tirşikê re da ku vî fîlmê kirine rojeva tirşikvanan.



17.07.2020 12:04 | brzn

4. (bnr: don't breathe 2)



12.12.2022 20:24 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» don't breathe 2

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî