Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
operating system - tirşik
operating system
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ango bi kurmancî pergala şixulandinê.
kombers yek ji dîtinên herî mezin û kêrhatî yên mirovahiyê ye. bi saya wan leza pêşketina teknolojiyê pir zêde bûye. di demên wan ên ewil de bi qasî hêwanekê mezin bûn lê niha kombersên bi qasî tilîyekê hene û ji ew kombersên ewil baştir in. em dikarin bêjin ku kombers her wiha xwe jî pir zû bi pêş xist û dixe. pênaseya kombersê evqas bes e. mijar ne kombers e.
em êdî hema hema bê yî kombersan nikarin bijîn lê kombers jî bêyî pergala şixulandinê nikarin bixebitin. esil dikarin bixebitin lê komberseke bê vê pergalê ji tiştekî re nabe, tenê mirov dikare ekraneke reş veke û lê binere. ya rastî ev ekrana reş(ekrana biosê) jî hatiye pêşxistin û bûye ekraneke gelek xweşiktir lê dîsa jî ew tenê kêrî tiştekî nayê. di vê paragrafê de min xwest ku girîngiya pergalê nîşan bikim.
pergala şixulandinê dihêle ku em taybetmendiyên kombersê bikaribin bi kar bînin yanî ew hişkalavên(hardware) ku em ewqas pere didin wan, bi saya vê pergalê dixebitin. ev pergal di navbera hişkalav û bikarhêneran de weke pirekê ye. pergal hemû hişkalavan bi rê ve dibe. mesela ku em bixwazin stranekê ji kombersê guhdarî bikin, tikandina stranê bo me bes e lê li dû vê çalakiyê gelek çalakiyên din hene. tikandin, li ser dîskê lêgerîn û dîtina daneyê(di vir de ev stranek e), li ser dîskê lêgerîn û vekirina bernameya lêdana stranan, veqetandina ramê ji bo bernameyê û stranê, vekirina bernameyê û lêdana stranê....
gelek cureyên pergala şixulandinê hene. ev cure li gorî bikaranîna navikên(core/çekirdek) processorê(işlemcî) tên veqetandin. ev cure jî dîsa di nav xwe de tên veqetandin. mesela windows weke xp, vista, 7,8... hatiye veqetandin. her wiha linux weke ubuntu, Gnome, kali. em ji bo ubuntuyê dibêjin versiyoneke linuxê ye yanî kernela linuxê hatiye bikaranîn.

çend cureyên pergalê:
(bnr: ms-dos)
(bnr: windows)
(bnr: mac os)
(bnr: linux)
(bnr: unix)
(bnr: bsd)

(bnr: android)
(bnr: symbian)
(bnr: ios)
(bnr: blackberry os)


dawînîşe: ev hemû agahiyên li gor ji bo telefon û tabletan jî li kar e. telefon û tablet jî kombersên biçûk û guhertî ne. gelek agahiyên din hene di derbarê pergalê de lê betilîm bes e evqas *



03.01.2017 10:28 ~10:32 | mergehez

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» operating systems
» system recovery

Kategoriyên mijarê:: komputer komputer komputer
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî