Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    0 mijar û peyam
        detachment - tirşik

        Jevqetîn, jevqutbûn, jevbelabûn. Behsa bêedaletiya civakî ya di navenda mirovan de dikê. Bi teyebetî behsa xort û keçên ji malbat û rastiya jiyanê dûrketî, jinan û mamosteyan dikê. Yanî merivê hevîş...
        (2 şîrove)
        detachment
        (0) (0) ecêb (0) (2)
        di mijarê de bigere

        1. fîlma dawîn a derhênerê amerîkî tony kaye yê ku bi fîlma american history x li cîhana sînemayê deng vedabûye.. di fîlmê de aktor û aktrîstên navdar û serkeftî yên wekê adrien brody, marcia gay harden, christina hendricks, bryan cranston, lucy liu û james caan dileyîzin.. fîlmê ji gelek festîvalên navneteweyî yên fîlman xelat wergirtiye..

        fîlm rexneyên tûj û dijwar li sîstema perwerdehiya dibistanên li amerîkayê digire û berê kadrajê dide ser alozî û arîşeyên ku wekê tumorekî hebîs laş û giyanê xwendekar û mamosteyên li dibistanê vegirtiye.. fîlm bi replîkên xwe bi jest û mîmîkên lîstikvanên xwe bi rastî jî hêjayî behs û pesn û wesfê ye..ji ber mijara xwe wek întîbaya ewilîn dibe ku fÎlmên klîşe ku her wextî tê de hêma û temayên wek xwendekarên berdûş û beredayî yên travmaxwarî û mamosteyên îdealîst yên ku di derba pêşîn nayên hejêkirin lê di dawiya fÎlmê de xwendekar daw û delinga wan bernadin hene bîneran re çêbe.. lê ev fîlm ji fîlmên din ên ku ji aliyê tez û mijara xwe ve di heman klasmanê de ne gelekî cihêtir û çêtir û serkeftîtir e..

        di nav fîlmê de ji nivîskar û helbestvanên meşhûr alber camus û edgar allen poe jî pasajinin hene.. hêj gelek tişt hene ku divê mirov derheqê fîlmê de bêje lê divê pêşiyê ji bin wê hewas û atmosfera depresîf û melankolîk ya fîlmê derkevim.. axirê heçiyê bikaribe fîlmê bidest bixe bila xwe jê nehêle û lêvên xwe lê şirr neke.. the end..



        2013.08.28-05:13 | endazer

        2. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

        2016.04.21-20:24 | ciwan

        dengdanên dawîn (Yên Din..)
        ji înternetê kirîna albûmên kurdî [1]
        mixabin hê jî ne pêkan e. ya xerabtir ew e ku êdî jixwe mûzîkjen cd de...
        invisible man [1]
        Navê romana ralph ellisonî ye. ralph ellison bixwe nivîskarekî...
        besime şen [1]
        di zanîngeha mîmar sînan de prof. e. di hejmara sêyem ya ziryabê de ni...
        tirşik translate [1]
        bahis oynamak bi kurdî şert girtin e. li cem me wisa tê bikara...
        lîstikên zarokan [3]
        Hopanê, hopanê
        Kejiya min a panê
        Avêt gola hanê
        G...
        belki ev jî bala te bikişînin
        » detachment

        Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
        nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


        sitemap
        reklamokên beredayî