Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; li amedê cihên gerê
peyamên çepikkirî

96762. (bnr: amed)
(bnr: diyarbekir)

cihên turîstîk:
-mizgefta mezin
-xana hesenpaşa
-xana zêlûyan
-minara Çarling (niha girtîye, lê tu dikarî ser wa sênca re li malwêranîyê binêrî)
-mala dengbêjan
-birca keçika/keçi burcu (girtîye lê binya wê jî xweş e, li wir jî cihê rûniştine heye, hewsel manzarali)
-ji wir dikarî herî pira dehderî (dema çûyî birca keçika, ji wir minibus bi 2 milyona diçin pirê, lê heke dinya sar be neçe)
-jixwe nava kolanên sûrê her der turîstîk e. nava kolanên wê bixwe xweş in. dikarî li nava sûka şewitî bigerî. mixabin dêr hemû qedexe ne, tu nikarî herî dêrê. yanî ji dêrê bûyî, lê mizgeft he ne *

xwarin
-ji bo xwarina nîvro jî: cihê xalê miheme he ye, li rexa cigerci remzi ye; cigera xalê miheme xweş e. heke te ew der peyda nekir here cigerim ocakbasi. (ev hemû li derîyê çîyê ne)

rûniştin
wekî din dikarî herî ofîsê cafe mafe hemû li wir he ne, kolana hunerê, pirtûkxaneya aramê, pirtûkfiroşê pirtukakurdi.com'ê, ev hemû li ofîsê ne.

nkf (avm)
wek navenda kirîn-firotinê (avm) jî: forum he ye, ceylan karavil he ye, ninova he ye, ncity he ye. ya herî mezin forum e, ya herî popûler ceylan karavil e, yên kalîta wa kêm bûyî: ninova û ncity ne. di hemûyan de sînema he ye, heke bixwazî herî sînemayê bernameyên wa di înternetê de he ne. niha şanoyên şanogeha dewletê (dt) destpê kirine, şanoyên dt'yê xweş in; heke tu hij şanoyê bikî teqez here: cihê wê li vilayetê ye, li rex stadyûma ku niha tê xirakirin e.



07.06.2013 18:27 | brusk56