Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 17 peyam
şikoyê hesen - tirşik
şikoyê hesen
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kilama çivîka zivistanê



adarê bê, baharê bê,

wê bên rojêd ezmançîk,

roj bikene wê eşq, hubê

daxe pencê zêrkilçîk...



ku tune bim ez li dinê

min xem nîne û talaş,

dinê bi gul bibe xinê

û bextê xwe bimîn şaş...



tilbîs, 1965



28.08.2013 14:24 | înano lo

3. ''rojekê kevir li ber lingê min kêlimî,

çi qas rêwî, - got, - bi ser min de likumî,

ez pekandim, gulol kirim, anîm vir,

tu çi zanî, gelo sibehê tu yê li kî bî?''



çarînekî ji qalçîçekê yê şikoyê hesen.



şikoyê hesen, helbestvanê gewre ji kurdên qefqasyayê bû. li gundê camûşvana biçûkê yê herêma axbaranê ya ermenistanê, di 17ê pûşperê sala 1928an de zikê diya xwe terikandiye û di hembêza wê de bi cih bûye.



di van deman de, li herêma axbaranê de yanzdeh heb gundê kurdên êzidî hebûn. piraniya helbestvan, nivîskar û akademîsyenên kurd ên sovyetê jî ji van gundan derketine.



hêj pênç saliya xwe de bavê wî, hesenê mitto miriye û ev jî çûye cem apê xwe, sofî. di navbera salên 1948 - 1953an de li zanîngeha êrîvanê, peymangeha zanîstên rojhilatê de ziman û filolojiyê ermenkî, bi serkeftî qedandiye. helbestên ku di demên xwendekariyê de nivîsandiye; hem di rojnameya riya teze de hatine weşandin û hem jî di bernameya kurdî ya radyoya êrîvanê de hatine xwendin.



bi demeke dirêj mamostetiya ermenkî kiriye. pişt re di radyoya êrîvanê de weke weşînerê kurdî xebitiye û di zanîngeha lenîngradê, enstîtuya gelên afrika û asyayê de beşa kurdolojiyê qedandiye û sala 1965an de weke doktor mezûn bûye. sala 1961an de kitêba qalçîçek, sala 1965an de kitêba tembûrê kurdan û sala 1970an de jî kitêba meramê dilê kurd çap bûye. şikoyê hesen, sala 1976an de întihar kiriye û miriye. piştî saleke mirinê wî, kitêba helbestê yê çaremîn, perweza weten çap bûye. di sala 2008an de bi edîtoriya tosinê reşît ve ji weşanên avestayê antolojiya şi'irên wî çap bûye.



bi qewlê kawa nemir, şikoyê hesen, endamekî ''komela helbestvanên mirî'' ye.



(bnr: dead poets society)



19.06.2016 03:18 ~2016.06.20 00:09 | remlavêj

4. helbestên wî wek helbestên bijarte, bi navê payîz û ba ji aliyê weşana avestayê di sala 2008an de hatine çapkirin.
çapa yekemîn hê xilas nebûye.
erzane jî
ji bo kesên ku bal û meraqa wan li ser helbest û helbestvanên serhed û kafkasyayê hene, ev kîtab dosyeyeke baş e. pêşniyar dikim.



19.04.2018 01:54 | bûtîmar

5. di nav helbestvanên kurd de helbestvanê ku herî herî zehv lê hez dikim. (xêncî wêjeya klasîk)
di helbestên wî de tehma muzîkê heye.
wek senfoniyan in..

şeveke terî
hîveke kerî
malek wî berî
lodek sers serî
kelbek ber derî

/yerêvan
/1961



30.10.2018 12:25 ~12:26 | bûtîmar

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» şikoyê hesen
» hesen ildiz

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî