Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 50 peyam
neqla kadaverîk - tirşik
neqla kadaverîk
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: neqla gurçikê)

neqilkirina organan de yek ji alternatîfan e. ji bo naqil kirinê, du çavkaniyên organan heye;

1- organa ku ji miroveke dilxwaz yê nexweş tê standin.

2- organa ku ji mirovên ku mejiyê wan mirî lê laşê wan saxlem, tê standin. (kadavra) ku an ev mirov jiyana xwe de qebûl dikin ku dema bimirin organên wî/wê werin bexşandin an jî mirovên nexweşê mirî vê biryarê didin.



prosedûra neqla kadaverîk wisa ye:

dema mejiyê nexweşek bimire lê laşê wî hê sax be, bi mirovên nexweş re tê axaftin û tê xwestin ku organên nexweşê xwe bibexşînin. ger ew bibexşînin, pêvajoya neqilê destpê dike. berî her tiştî nexweşê ku wê organên wî wê werin derdxistin, divê ne kanser be û divê laşê wî/wê de enfeksiyon tune be. ger yek ji van hebe, nexweş nikare bibe kadavra.

pştî biryara derxistina organ derket, tehlîlên nexweş tên kirin û encamên wê ji wezareta tendurîstiyê de tê şandin. wezaret, li gorî dorê û gorî bajarê ku nexweş lê ye, têkilî bi 'navendên neqla organan' re pêk tîne û gorî rêza dorê, organê pêşkêşî wan dike. dema navendek organê qebûl kir, wezaret lîsteyeke nexweşan ji wan re dişîne. vê lîsteyê de nexweşên wê navendê bixwe hene. ji ber ku her navenda transplantasyonê lîsteya nexweşên xwe yên li benda neqla organê, ji wezaretê re dişîne. wezaret li gorî rewşa nexweşan ya tendûrîstiyê, gorî wexta ku li benda organek e û gorî li hev hatina tehlîlên wî û organê lîsteya 10 nexweşan ji navendê re dişîne.

piştî ku organ ket destê navendê, vê carê navend hinek tehlîlên pêşdetir çêdike. û li gorî encamên van û rewşa nexweşan, ji vê lîsteyê nexweşek hildibijêre û emeliyata neqilê çêdike.

normalê de pêwist e nexweşê ku lîsteyê de yekemîn e, hilbijêre, ger hilbijêre divê sedemek nîşan bide û derbasî ya 2. bibe, ger wê jî hilbijêre divê dîsa sedem nîşan bide û wisa dewam dike.



welhasil pêvajiyek dirêj û zehmet lê ya zehmettir ew e ku divê ev pêvajo gelekî lezgîn were meşandin, ji ber ku piştî ku organ ji laşê mirov derket divê zêde li derve nemîne li benda neqilkirinê.



29.08.2013 11:07 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» neqla kadaverîk

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî