Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


24 mijar û 35 peyam
diyarbekir - tirşik
diyarbekir
(4) (0) ecêb (0) (12)
di mijarê de bigere

1. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

2013.08.29-14:59 | devliken kelogiri

2. (bnr: amed)



2013.09.29-02:24 | saladin

3. diyarbekir, diyarê bekir an diyarê baqır (bi qewlê şivan perwer) *














2014.12.08-11:49 | xwelî li ser

4. Li gor nêrînekî demekî li vê herêmê eşîra bekiran hebû. Û wê eşîrê ev der kiribû bin desthilatiya xwe de. Ji bo wê navê wê bûye diyarê bekiran

Lê Amed amîd navê kevin e.



2014.12.08-15:38 | xendekî

5. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

2015.02.16-17:05 | qivaro

6. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

2015.02.16-17:35 | qivaro

7. Bajarê ku dikeve başûrê xarpêtê.
îro kurdên çepgir dibejin amed.
Dilê min nare ez bêjim amed. Esaleta diyarbekr baştir e.



2017.01.15-20:46 | elaziz izzetpasa camii

8. Zû de ye berê min neketibû wî alî. Taliyê duh li wir bûm, li Diyarbekirê.. rojeke têr û tije bû, kolan bi kolan geriyam, bi hevalan re civateke xweş ava kir. Her ku digeriyam xemginiyekê xwe diavêt nav dilê min. Her kolan bîranînek bû, hevalek bû, teşqele û şahiyek bû lê tev çûbûn. Bi ser de Diyarbekir jî ne wekî berê bi coş û xeml bû û nizanim çima mirovên lê dijîn, ji min re cudatir dihatin Xûya. Di reng û rûçikên wan de çavên wan de kûvîtiyek hebû û hinekî jî êrîşkarî. Dema vegeriyam malê li ser vê fikirîm * bajar û mirov gelkî dişibin hev.



2017.05.02-18:10 | sergijik

9. Bajarê min e. bajarokên wî bismil, çêrmûg, çinar, erxenî, gêl, farqîn, hezro, hênê, karaz, licê, pasûr, pîran, şankuş.
(bnr: rêbera rastnivîsînê)

(nnr: "î" ya dîyarbekirê) (bnr: dernakeve loma)



2019.12.09-23:17 [guhertin:2019.12.10 21:16]| mirovekirind

10. Dema ez mirim, min ji hin kesan ra gotîye, min vegerînin wêrê! piştî mirinê be jî, dê erd û kevirên wî, av û xwelîyên wî li min baş bê.



2019.12.09-23:34 | mirovekirind

11. Bajarekî kurdan ê ku kurdî li navenda wî ber bi mirinê ve diçe ye. Tirkîya wan jî ne ti tirkî ye bi telaq! Nîşe: ez jî Diyarbekirî me lê ne ji navendê me çoq şikir *



2019.12.10-02:32 [guhertin:2019.12.10 11:05]| dilbirîno

12. û herwiha (bnr: amed).



2019.12.10-08:14 | xelîl

13. kurdî ne tenê li amedê her wiha li botanê jî ber bi mirinê ve diçe lê her kes amedê tawanbar dike. bila kes nebêje em li botan bi kurdî dipeyivin. piştî xendekan li temama bakurê kurdistanê tirkî bû zimanê rojane.



2019.12.10-12:33 | kurê xelkê

14. bajarê ku mêrdînî jê re dibêjin carbekir. Herçend di şerê azadiya kurdan de bajarê pêşeng jî be eger ne ji navçeyên wê yên kurdewar bûya tu eleqeya wê û kurdbûnê bi hev re nedima. tişta ku diyarbekir dike kurd barkirina kurdên ji navçeyan a ber bi navenda bajêr e. û kesên ku diyarbekir bi wan navdar bûye jî ev in. ji xwecihên diyarbekir heya îro min yek merivek kurdewar nedîtiye. dev ji nivîskar û hunermendan berdin hema bila yek kes rabe were bibêje eslê me ji navendê ye û vaye ez bi kurdî zanim û binivîsim ez ê lêborîna xwe bixwazim. navenda bajêr heya îro bi huner û edebiyata xwe tenê ji zimanê tirkî re xizmet kiriye. herwekî ji hêla edebiyatê ve cahit sitki taranci, ziya gokalp, orhan asena, sezai karakoç, süleyman nazif, ali emiri li gel ku kurd in û ji diyarbekir in jî berê xwe dane tirkîtiyê. û her wekî stranbêjên mezin yên weke celal yarıcı, celal güzelses û hwd. taybetiya vana ya hevpar ew e ku ji navendê ne. helbet ji xeynî cemîlpaşazadeyan. tişta ku diyarbekir dike diyarbekir gelê farqîn û bismil û hezro û licê û çinar û erxen û hênê û qulpê ne. jixwe ev bi tena serê xwe ji 600.000î zêdetir in.



2019.12.10-13:07 [guhertin:2019.12.10 13:25]| ceso

dengdanên dawîn (Yên Din..)
rengawaz [1]
Peyveke di pirtûka Têbîniyek ya Înan Eroglu de derbas dibe ye. Di ti f...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
hêja - belkî
spotify: (lînk: ht...
hevînevî [1]
Bi peyamek pir xweş başlê kiriye tirşikwaniyê. eşîra goyan/117538 Bi Devoka go...
eşîra goyan [1]
Dbêjin belkî bâryo pênsed solon köçer dê j' daşti çövon zözon l' gêlî ...
sahibinden.com [1]
Îro li reklamê wê ra rast hatim. Salvegera 20. ya wan bubuye. Li nav w...
belki ev jî bala te bikişînin
» dîyarbekir

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî