Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
brusk56 - tirşik
brusk56
(21) (1) (11)
di mijarê de bigere

39. (bnr: marketnas)*



15.05.2014 00:23 | ceso

40. ne ji pkkê ne ji siyasetê tu tiştî fêhm nake..

bila qenciyekî li xwe û li civata tirşikê bike û here çend pirtûkên derheqê siyaset û pkkê de bixwîne.. ji pirtûkan qesta min tenê ne serok û sokrates an sümer rahip devletinden demokratik uygarlığa ye tabî.. * eger en yekî serhişk î xeber bi sera nakevin be ez karim sond bixwim piştÎ xwendinên xwe ji fhêtiyan wê bê û hemû peyamên xwe yên derheqê siyaset û pkkê de jê bibe.. *



18.06.2014 02:57 | endazer

41. nivîskarê ku têra xwe pirtûk xwendiye bila tu kes meraq neke û herdû pirtûkên hatî behsê kirin jî nexwendiye.



ji siyasetê fêm kirin li gor kîjan esasê tê diyar kirin min wê fêm nekir. yê ku aligirê pkkê be, ji siyasetê fêm nake, yê ku dijber û dijminê pkkê be ji siyasetê fêm dike an ? an jî, yên ku wek min in ji siyasetê fêm dikin, yên ne wek min in ji siyasetê fêm nakin. eferim ..



tişta ez herî jê nefret dikim ew e ku, herkesê ku dema 2-3 rexneyan li pkkê dike xwe weke rewşenbîrekî kurd dibîne. dema yekî bê û bersiva wan bide jî, zora wan diçe, wan bi nezanînê tewanbar dike felan. yanê hûn çi gû ne, we çi rexne li çi aniye ku hûn zane bûne, em nezan mane ?

gotina nezanînê zora min naçe, elbet tiştên ku ez nizanim jî hene û meseleyên ez tê de ne bes im, ne zane me jî hene. ji ber van meseleyan yekî dikare were bêje tu nezanî felan. lê wê demê mirov yê li hemberê xwe û şîrove û gotinên wî ên di heman meseleyê de dinêre. şîroveyên ku ji ên medyayê tirkan ne baştir û ne rasttir derdikevin pêşberî mirov.

neyse, hê gelek gotinên min hene lê naxwazim dirêj bikim. ne ew qas giring e.



(bnr: ez bersiva te nadim, here 5 pirtûk din jî bixwîne paşê)

(bnr: pir nezan î, xwezî tu bimira)

(bnr: rewşenbîriya ku bi dijminatiya pkkê tê)

(bnr: ez ji herkesî cûda me, ez wek herkesî nafikirim)



18.06.2014 11:43 | brusk56

42. nivîskarekî esîl e û divê ew jî weke herkesî bêtir pirtûkan bixwîne lê ne ji ber nezanbûna wî ez viya dibêjim. ji bo ku hinek tiştên din li zanebûna xwe zêde bike. *



18.06.2014 13:37 | mergehez

43. hevalno ya min dîtiye heya niha ji bilî birêz endazer tu kes ji sîyasetê wek serê pîvazekî fahm nake*heyran mêrik vediçîrîne û diqelişîne û di pey re berhev dike* ez li şûna birêz barzanî bûyama min dê ew wek serşêwirmendê têkilîyên kurdistanê yên derve û hundir cihek jê re terxan bikira*



18.06.2014 18:57 | azad zagros

44. nivîskarê ku ji henekan fam nake û formata tirşikê bi me dide xwendin :D



25.06.2014 15:32 | gernasnenas

45. nivîskarê ku bûye hêviya min * wê ji bo xaniyekê kirê li amedê bibîne.

(bnr: çare brusk56)



28.08.2014 07:26 | xendekî

46. tirşikvanê ku hama bêje di hemû mijaran de peyamên wî hene, ez kîja rojê bikevim tirşikê dibînim ku teqez peyam nivîsandiye lê axirê hejmara peyamên wî negihîstine sê hezarî...

yaw heqqet ev çi îş e? *



27.12.2014 15:05 | ferhenga şikestî

47. yê ku ji ber amedekariya ezmûna tusê , nikare zêde binivîse. herdem peyaman dixwîne, lê mixabin têketin û nivîsandin zehmet e. dîsa jî, bi qasê ku ji dest hat wê binivîse û dixwaze herkes sedema dûr ketine bizane.



16.01.2015 14:54 | brusk56

48. nivîskarê ku ketiye li ber bayê ezmûneke dijwar..

xwedê wî bihêle û serfiraz bike, bila xwe zêde neêşine dinya fanî ye*

jê rîca dikim bila beşa psîkîyatriyê hilbijêre, pêdiviya min/me pê heye.. de qiwet be gidî



16.01.2015 17:49 | ferhenga şikestî

49. Nivîskarê ku serkeftina wî serkeftina tirşikê ye *



16.01.2015 20:38 | xendekî

50. nivîskarê tiştê ez nikarim bikim dike ye. xwedê pê re be. karê wî zor e.



17.01.2015 11:59 | berxweda

51. nivîskarê ku nenivîsandina wî kêmasiyeke girîng e, lê jixwe sedemeke girîng a nenivîsandina wî heye. qet nebe em dizanin ku yê vegere.



17.01.2015 19:31 | nazim tolhildan

52. nivîskarê ku çavê wî lê ye di tirşikê de jin nemînin *



26.03.2015 00:37 | gulan

53. (bnr: marjînal)

(bnr: sedemên xeyîdandina brusk56 ji min)



01.04.2015 19:38 | ceso

54. ji ber ku mêr e mirov nikare bêje kevaniya tirşikê ye. lê dema mirov here derekî yê xêrhatinê dike, ciyê rûniştinê destnîşan dike kê ye di kurdî de jê re çi to gotin nizanim. brusk mirov teşwiqê nivîsandin û xwedîderketina tirşikê dike. û nêrînên wî yên siyasî jî bi diecibînim. gelek xweş qasmîş dike *



01.04.2015 19:42 | bijêrvan

55. ez bûma min selahiyata dengdanê nedidayê. ferqa aqilê wî yê siyasî û ya çûkekî nîne. gava dî min xwend camêr di peyama xwe de dibêje, divê êdî em qebûl bikin ku em û tirk em mecbûr in bi hev re bijîn, çima? ji ber ku öcalan welê dibêje..

mereq e ji bo min öcalan bêje çi, wê bêje na lo ne ew qas jî?!



05.04.2015 03:40 | endazer

56. nivîskarê ku tu caran negotiye "divê êdî em qebûl bikin ku em û tirk em mecbûr in bi hev re bijîn" û ji vê gotinê jî qet hez nake.

mirov bi quna xwe jî bixwîne nikare ji tu peyamên vî nivîskarî vê wateyê derxîne. encaaaax mirov dikare ji quna xwe derxîne..



05.04.2015 09:19 | brusk56

57. ez ê mîna vî nekim û heqeretan lê nekim. bi tenê hay ji rastiya xwe hebe bes e. xwe pirr şibandiye neyarên xwe. tirk ji bo kurdan bi salan tu neman gotin, niha jî li ser ekşiyê çi çax di derheqê kurdan de mijarekê vebe, ji nîvê zêdetir heqeret, henek û tinaz in. neyar tu car qîmet nedane kurdan û wê tucar jî nedin. ez bim ez jî nadim, bila herkes li halê me binihêre, kurdekî ku em dibên qey têgihîştî ye, dikare ji bo kurdekî din î welatparêz, ji bo berjewendiyên partiya xwe, bêje gû û niza çi û çi.. nexwe neyar çima bike? fêm nakim..

ti çi kesî dibî bibe. wesf û meziyetên te çi dibin bila bibin, di nava berdêldayînê de çiqas keda te hene, bila hebin lê tu tiş te nake mafdar ku rabî sekn û helwesta însanan piçûk bixî û binpê bikî.

tu yekem û tekan otorîte nîn î

dibe kesinên din jî heqeret kiribin, qenebî tu heqeretê meşrû neke

edît: sererast



10.04.2015 20:18 ~22:33 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
belki ev jî bala te bikişînin
» brusk56

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî