Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
zerî - tirşik
zerî
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Li gorî mirovê welatekî, bajareki, gundekî Keçên ji wir hatine dayîn. Em bêjin keça filankes ji gundê me bi yekî ji gundekî dî re zewiciye. îda ew keç dibe zeriya me (zeriya hemû gundiyên me).

+ gelo bûka hecî xalit ji kû ye?
-bûka hecî xalit zeriya me ye. Malbavên wê li gund cîranê me ne.

(bnr: peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin)

Wekî dî di wîkîferhengê de wilo tê îfadekirin :
1.keça yan jina porrzer
2.dilber, jina delal
3.bernavek rêzgirtinê bo keçan



05.02.2017 19:39 ~19:39 | gumgumok

2. Zerî tên û diyar nabin
Çi xweş tên û sitar nabin
Çi cindî tên siwar nabin
Bû ye tarî li kolanê. Weke di vê çarîna Bateyî de jî xuya dibe ji keçên ciwan û bedew re zerî dibêjin. Ji yên porzer re jî dibêjin. Zerî yanî ya por zer. Zerikî.



05.02.2017 19:42 | hêvî

3. Ji çirya paşiyê pê da
Melayê Bateyê kanê
Sefer kêşa bi Miksê da
Li ser weqtê zivistanê

Zivistanê evî yolê
Evî beryê evî çolê
Mijê avête derdolê
Xwinavê girtî kêstanê

Xwinavê girtî nesrîne
Cemed çêbû li sewlîne
Girya me tê ji bo asmîne
Zerî nayêne seyranê

Zerî tên û diyar nabin
Çi xweș tên û sitar nabin
Çi cindî tên siwar nabin
Bûye tarî li kolanê


Bûye tarî û zulmate
Sir û serma ji nû hate
Yeqîn kanûn eda hate
Binêrin dax û kovanê

Binêr daxa me êxsîra
Xezam zer bûn rezê mîra
Reyhan barî di avê da
Reyhan barî di eywanê

Perîşan in li hingorê
Ji Comerza gola jorê
Mecalêd Berçela borî
Zerî nayêne seyranê
MÊLEYE BATÊYÎ





05.02.2017 22:50 ~22:52 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zerî

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî