Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
şaş fêhmkirinên tirşikvanan - tirşik
şaş fêhmkirinên tirşikvanan
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. piştî rastiya wan hate zanîn, dibin sedema kenînê.

dema ez biçûk bûn straneke koma rojhilat hebû bi navê şervanên gelê me

vê stranê de li cihê dibêje:



"havîn, bûhar, zivistan

tim û tim tên gundê me

çek sîleh li bejna wan

hûn xêr hatin mala me"



min wisa fêhm dikir "çek sîlahlî peşrewan"

ya rast min şaş fêhm nekiriye; min hîç fêhm nekiriye *



30.08.2013 17:13 | simurg56

2. mînakek jî ev e, dîsa di straneke zarokatiya min de digot:

"de were were lawikê gundê me

silavan bîne ji dê û bavê me"

min çawa fêhm dikir: "dee were were lepikê gundê me..." lepik çi ye yaw? vê navberê de, demeke dirêj e min dizaniya şaş e lê beriya 2-3 deqeyan min rastiya wê bihîst *

ma min lawik çi dizanî, cem me lawik tune bû kurik hebû hala hala...



30.08.2013 17:27 | simurg56

3. hingivê şanê min digo qey hingîvê şamê ye lê newsa bûye rastîya wî hingivê şanêye hetanî çendê berê bi xêra ekrem incel min ferq kir.



02.06.2015 13:08 | shorbevan

4. (bnr: firkandina bi kurdî)

(bnr: fîkandına bi kurdî)



02.06.2015 15:34 | serpale

5. strana ciwan hacoyê ya "bircên diyarbekîr", ji bona bircên sûrê hatiye nivîsîn. çend sal berê ku kurdiya min gelek lawaz bû, jê wekê "birçiyên diyarbekir" fehm kiribûm. yanê ji bo zarokên birçî, feqîr û belangaz..
cara yekem de rûyên zarokên xemgîn hatibû çavên min. bi rastî xemgîn bibûm. :(



09.01.2024 21:13 | ciwanzêr

6. Min Jiyanê ti carî fêm nekiriye û her car matmayî dimînim. Ji şaş fêm kirine ez westiyam.



10.01.2024 23:04 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» şaşuwar ebdulwahîd

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî