Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kurd jî weke tirkan ji asya navîn hatine - tirşik
kurd jî weke tirkan ji asya navîn hatine
(10) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. ew ixtimalek mezîn e.
kurd hezar salan ber tirkan ji asya navîn hatin.
asya navîn devereka ku gelên iranî dijin bû. (saka, sogd û îskitan). paşê dema medan ew gelên iranî (kurd jî tewre) ber bi rojava hatin. şuna wan ji tirk û mongolan re ma.



09.02.2017 10:36 | elaziz izzetpasa camii

2. lâ havle ve lâ kuvvete illâ billâhil aliyyil azîm.
na lo, kurd ji afrîkaya jêrîn hatine.



09.02.2017 12:52 | nazim tolhildan

3. kurd cara ewil di ser çiyayên zelandaya nû de hatine dîtin, dûre ji nişka ve ji wir jî ji holê rabûne, tê gotin ku li zelendaya nû de jêmayiyên molotof kokteyl hatine dîtin. loma ihtimaleke mezin rast e, jê du hezar sal paşê li antartîkayê jî destmala kemalê amedê hatiye dîtin, jixwe dibêjin ji ber sermayê kemalê amedê ewqas zêde dileriziya, ji ber sermayê kiriye ku laşê xwe germ bike, ez qane bûm ji vê îzaha zanîstî re. jê du hezar sal paşê jî derbasî meksikayê bûne, jixwe meksikayî û kurd dişibin hevûdû, qismek ji wan hatine rihayê, koka rihayiyan ji meksikayê tên, jixwe bala we jî belkî kişandiye, rihayî jî meksikayî jî ji îsotên tûj hez dikin. ev yek jî nîşanî me dide ku ji heman kokê tên. hinek ji wan ji germa behicîne û çûne sîbiryayê, hezar sal dûre jî ji sibiryayê derbasî mêrdînê bûne, loma keçkên mêrdînê xweşik in, koka wan dihere taa bakûrê rûsyayê. qismek kurd jî ji çînê hatine, li çînê sûrek ava kirine û ji ber xelayê koç kirine û hatine amedê, li amedê dîtine ku ji bo pîşeya wan kar tune ye, ji bo siberoja xwe arz-talep çêkirine û pîşeya sûravakirinê saz kirine. û xelk jî dîtiye ku kêmasiyeke mezin e gotine heqê we heye, û li amedê dest bi çêkirina sûrên amedê kirine. jixwe wek hûn jî dibînin li çînê jî li amedê jî sûr hene. ev yek jî delîleke dîrokî ye.
lê hûn ji min bipirsin alî xarpêtî ji norweçê hatine loma hêşê wan dişuxule û wek di entrya ewil de jî tê dîtin gelek jîr û biaqil in...



09.02.2017 14:06 ~14:08 | ferhenga şikestî

4. piştî çend dewr û dewranan ji ber vê mijara ku derewên bêbingeh di xwe de dihewîne hatim!!! tir li ku das li ku? ma qey cihê kurd jê hatine ne diyar e û tu radibî dereweke wilo dikî? û serde jî gelên îranî ji navenda asyayê nînin. qirna qemên arî cihê ku îro di destê dewleta îranê de bixwe ye, navê wê kevnar "area" ye. "ariya" "êran" û "îran" ji vê kokê tên. navê qewmê "arî" jî ji vir tê herwekî înglîz jî ku qewmekî arî lûxata wan de hê jî peyva "area" heye û wateya wê jî "cih, herêm filan û nêvan e" neyse ewqas bes e hêrsa min çû!!!



09.02.2017 15:51 | ceso

5. Gelo ka em ji îskandinavyayê hatibûn.?



09.02.2017 16:29 | cinorek

6. (bnr: not 404 found)





09.02.2017 16:40 | bûtîmar

7. ez kurda ji çiyaye zagros u kafkas u babil u gavgaz (cacaus)heta sinore afgan u eraba u klik'an.

eva ji perpektifeke diye;



01.04.2021 19:48 | hak buddy

8. Kurd jî wek tirkên tirkiyê neteweyek hevbend (hîbrîd) in. Yek ji elementên ku eslê Kurdan pêk tîne jî xêza Aryen e.
gorê teoriyê gelên arî Ji bakurê Behra Reş hatine devera zagrosan. gava goça wan ew ji asya navîn jî derbas bûne.

wê nexşeyê binerin: Here lînkê

Lê Kurd ne tenê ji eşîrên Arî pêk tên. Gellek ji kokên kurdan ji gelên anatolya û mezopotamyayê eslî ne. lowma ew teorî hem rast e hem jî ne rast.



19.09.2023 04:50 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdiya peyva ana akım-ê
» jîngeh
» weke heciyê li dora kevirê hecê dere û tê
» tirkan şoray
» asya dawid

Kategoriyên mijarê:: nuce dirok nuce dirok nuce dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî