Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
nivîskarên ji tirsa şaş nivîsinê nanivisin - tirşik
nivîskarên ji tirsa şaş nivîsinê nanivisin
(4) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Ew Ez bûm.
Min xeylek wext tirşik tenê dixwand.
Lê gava min didit ku şaşiyên biçûk tên rexnekirin min nediwerî bibim endam.
Dibejin heval tirkmancî. Dibejin heval zayendiya peyvanû hvd.
Axerin jiber ku yên neendam in nikarin mijarên siyasî biminin min ji xwe re hesabek vekir û ez î li vir im.
Ger şaşiyên mezîn di nivisên min de hene bi avayek "yapici" min xeberdar bikin.



13.02.2017 19:48 | elaziz izzetpasa camii

2. ez jidil dibêjim, bila kes ji nivîsandinê netirse. her kes bi qasê ku jê tê binivîse, ji ber ku nivîs bi rêya nivîsandinê xweştir û geştir dibe. ji bo ku karibî biaxifî divê tu her gav biaxifî, ji bo ku karibî xweştir bixwînî divê tu her gav bixwînî, cebir bi rêya pratîkê pêş ve dihere, tu qet neçî antremanê nikarî bi gogê bilizî her wekî dî çareya her tiştî bi dubare û pratîkkirinê ve girêdayî ye.
meriv wexta xeletî bike ger yek jê re xeletiyên wî/ê bêje dikare xeletiyên xwe rast dike loma di vî warî de ji kerema xwudê re hinekî xwe ragirin û te'amûl bikin. rexne gelek normal e ji rexneyê netirsin. henek û tinaz tiştekî dî ye, rexneyên çêker tiştekî dî ye.
min gelek caran bi rêya peyamên taybet çewtiyên nivîskarinan ji wan re îzah kirine, gelek caran jî wek entry min nivîsandine. rexneyên min ji bo silametiya wî/ê kesî/ê ye.
kurmancî zimanekî rûniştî û peşveçûyî nîn e hê teşeya xwe ya dawî negirtiye, hê jî baş nekemiliye û heta ku bi vî zimanî perwerde çênebe nikare baş standart bibe û teşeya xwe ya dawî bigire. loma her kesek ku bi vî zimanî emelên xwe dikin bi tena serê xwe hîn bûne, an jî ji qûrsan hîn bûne, vê taliyê di zankoyan de beşên kurdî vebûn ji xeynî wan kes ne universal e. loma herkes şaşî dike normal e yanî



14.02.2017 11:16 | ferhenga şikestî

3. ziman ew lebat e ku meriv pê ji hev fam bike û bide û bistîne. piştî ku me ji hev fam kir, hezkî bila ne şaşiyek lê hezar şaşî hebin di nivîsandinê de. bes divê meriv hewl bide ku şaşiyên xwe sererast bike û dilê kesî nehêle ji ber nivîsandina şaş. ez hez nakim ku meriv însanan nîşan bide û bibêje filankeso an jî bêvankesê kurdiyeke pir baş dizane û dinivîse. ê helbet ew ê baş be, çimkî kurd e, ji dinyayeke din nehatiye.



14.02.2017 14:47 | înano lo

4. Tirsandina herî metirsîdar e. Tirşikvan ew kes e ku li gel çewtiyên xwe ramanên xwe bîne zimên û tevlî nîqaşan bibe û nirxandinên xwe bike.



14.02.2017 21:36 | darînê daryo

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» nivîskarên bi xwe re nabînin binivîsin
» tirsa spoilerê di danasîna fîlman de
» şaş-xwendinên nivîskaran

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî