Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
rudaw tv - tirşik
rudaw tv
(7) (11) (5)
di mijarê de bigere

1. tvyeke nû ji başurê kurdistanê. gorî nuçeyeka li ser înternetê ev tv bi piştgirî heta bi destê tirkiyê dest bi weşanê kiriye û armanca sereke jî rê li ber xwerêxistinkirina pkkê girtin û şerê psîkolojîk a li dijî pkkê ye. va nuçeya bes hatî kirin jî: http://www.kursam.com/news_detail.php?id=3674



31.08.2013 11:43 | azadixwaz

2. televîzyona malpera rudaw.net'ê ye. ji aliyê kê ve çima hatiye vekirin nizanim, lê gelek nûçeyên dijberî pkk diweşînin. nûçeya li jor rast be an jî ne rast be zêde ne xem e. her rêxistina ku dijberî an jî dijminahiya pkk dike jixwe dostên xwezayî ya tirkiyê ne. vêca navbera wan û tirkiyê de têkiliyên organîk hebe nebe nizanim. ez vê yekê ne ji bo reşkirinê dibêjim, ev tespîta min e. pêwist e mirov pozîsona xwe li gorî van rastiyan ji nû ve diyar bike.

ger em vegerin meseleya rudawê, ez bawer nakim rasterast ji bo dijminatiya pkk hatibe vekirin, lê helbet fikreke herkesî heye û ew fikir ne mecbûra %100 weke pkkê be.



malpera rudawê pênaseya xwe wisa nivîsandiye;

"Tora Medyayî ya Rûdawê grûbekî medyayî ya kurdî û azad e. Di warê çapemeniyê yên tê dîtin û bihîstin (Bi awayê kaxez, deng, reng û elektronî) berheman pêşkêşî xelkê dike.

Tora Medyayî ya Rûdawê kompaniyekî bazirganiyê ye, lê gihandina zanyariyên rast û beşdarîkirina di çespandina bingehên azadiya raderbirînê (xwe îfadekirinê) de ji bidestxistina qezenca maddî giringtir dibîne. Herwiha di warê belavkirin û gihandina berhemên xwe di sînorekî diyarkirî de ranaweste û ji bo xebitînê dîtinekî cîhanî heye."



(bnr: ez tatmîn bûm)



31.08.2013 12:15 | simurg56

3. nuçeyên çavkaniya wan ne maileke nediyar bin mirov dikin nava şikê, helbet wextê nava karê behs tê kirin de wezareta karên derve ya tirkiyê jî hebe ji xwe mirov hinekî disekine.

pênas: tvya kes nizane ka binyata wê çi ye.



31.08.2013 13:12 | azadixwaz

5. bi qasê ku ez weşana wê ya li ser internetê teqîb dikim.. heta jê tê li gorî konsept û prensîbên kurdistanî weşanê dike.. du kêmasiyên mezin yê vê qenalê hene yek jê heta êvarî nûçeyên derheqê gendelî û bêexlaqiya ku li xwîn û avika başûriyan geriyaye diweşîne û başûriyên ku hemû kar û xizmetên xwe spartine xulam û xidamên ji welatên wekê hîndîstan û efrîqayê hatine û keftine xem û derdê quzzê jinên têrmakyaj û qûnbeş û singfireh dihetikîne û dike ku ji şerman nekaribin derkevin ji derve.. û kêmasiyan dî ya mezin jî strana ''bilind apo, mezin apo, serok apo, rêberê gelê me'' naweşîne.. û nûçeyên anfê û yên azadiya welat naweşîne.. filan..



31.08.2013 18:23 | endazer

6. ji têkoşîna Ypg bêbextî lê kirin.li bangeşe öso dikin.



31.08.2013 20:38 | mitra

7. rudaw tv çermê hemû pêşmerge, gerîlla, şêrgelan digore ji kîrê teceyê re dike kondom û teceyê bera ser xwe de dide. televîzyona nêçîrvan barzaniyê fîrewn e! konsepta kurd1ê negirt îcar jî rûdaw tv vekiriye, baş e ku wekî miqnetisê hemû kurm, kêzik, gû û rêxê dikişîne xwe û dostê me! yên dijiminê postê me wekî ku daweta diya wan be govenda wê digerînin. va ye belgeya xwefiroşiya bêrû-daw tvyê

http://lekolin.org/news_detail.php?id=3674

kêmasiyeke wê ya din jî heye çêlik mêlikên di lîseyên fetoş de xwendiye, dikare bigire cem xwe, bila ew jî bikaribin heqê "ttnet sınırsız 8 mpsye kadar"ê bidin



01.09.2013 01:09 | quto

8. kêmasiyeke din ya mezin ya vê tvyê jî ew e ku bi zimanê tirkî weşanê nake û di weşanên xwe de cih nade bernameyên bi tirkî.. êê babam bi xwudê gelekî normal e ku ehmeqên me yên ultra rêxistinparêz ku bi serê kîrê xwe difikirin û dipeyîvin û dinivîsin û her tişta bi kurdî ye bi eşîrî û teesûb û feodaliyê tometbar dikin rabin û bêjin nêçîrvanê fîrewn emr û dîrektîf ji teceyê standiye û ji bo dijminî û dijayetiya pkkê ev kanal daniye.. çimkî heçiyê kurdistan û welatparêzî ye di bin tekela wan û girava wan a di bin dest û kontrola teceyê de ye.. heçiyê ne ji wan be li dijî wan e.. kêmasiyeke din a mezin ya vê kanalê jî heta êvarê bijî bijiya wan ya ji bo nêçîrvanê fîrewn e heçî nizanibe wê bêje qey camêr xaka xwe ya bindest ji bin destê dijmin bi şerr û têkoşîneke destanewer azad kiriye.. tabî feqîrên kêmaqil yên ku nekarîne û heta hetayê wê nekaribin di heyata xwe de qene ji ezmûnekî jî puanek baş bistînin û belaş û bêpere mafê xwendinê di dibistanên taybet de bistînin radibin kurrên xelkê bi fîrewniyê û nizanim çi quzzilqurtê îtham dikin.. sedam çû vaye esed jî diçe ku siba erdoğan jî here nizanim hûn ê xwe bispêrin kîjan qubletê..



01.09.2013 01:42 | endazer

10. ger ku belge hebin, ew belge ji kur hatin û çawa gîhştin destê wan.



02.09.2013 16:06 | rêdûrkobanî

11. rûdawê di bersiva xwe de kevirek qerrase li nava tehta eniya neweyî û bêbextiyên çapemeniya pkkê daye.. ''Pêwîstiya Rûdawê bi pere û pêwendiyên MÎTa Tirkiyê nîne û rayedar û berpirsên PKKê dikarin dema digel MÎTê hevdîtin dikin, li ser vê mijarê jî gotûbêj bikin û lêkolîn bikin..''

fermo ateîstno û sempatîzanno de werin û vî kerî ji vê bihorê derxînin..



02.09.2013 16:17 | endazer

13. hinekan dibejin ko ew tv'ya bi destÊ dewleta tirkiya hatiye avakirin. ger wusa ye dewleta tirkiye karekÎ pir xweş çekiriye. dive em hemÛ karÊn wiha ra çeppik lÊdin.

ewÊn ko tenÊ karÊn apociyan qabÛl dikin, pewiste ko rind bizanibin ko:

trtşeş karekÎ xweş e dive be pesandin.

kurdoloji karekÎ xweş e dive be pesandin.



21.09.2013 20:08 | cinorek

14. ger televizyonek rewşa hewayÊ wusa dide, ew televizyona kurdperwer e, neteweperest e. ÊdÎ hiÇ peyv nemawa jÎ reş kirina wê:

http://rudaw.net/sorani/kurdistan/2309201310



23.09.2013 16:39 | cinorek

15. bi weşana xwe ya profesyonel û şarezayî, bi kurmancî ya fesîh a ku tê de tê bikaranîn ve hebûna xwe pirr li xweşiya min tê. Herwiha malpera xwe jî bi her awayî ve gelek pisporane, jêhatiyane û şarezayene ye. malpera xwe him bi soranî, him bi kurmancî tim tim tê rojanekirin.

êdî gerek di hin tiştan de partîzanî, sekterî bê terikandin û tiştên rind re rind bê gotin, ên xerab re jî xerab bên gotin. belê tiştên rind liyaqa kurdan in jî.



24.09.2013 00:01 | fethî ronî

16. televizyona ku êdÎ li ser satelîta TurkSat jÎ dest bi weşana xwe kir. Êdî gelÊ bakurê Kurdistanê dikarin bi rihetî Rûdawê bişopînin. tewanin frekansÊN Wê;

http://www.avestakurd.net/nceyn-rojane/rdaw-li-ser-turk-sat-dest-bi-wesana-xwe-kir-h5128.html



17.11.2013 19:43 | cinorek

17. televîzyonek kurdî ye ku tirkiyeya ku ji bo girtina televîzyonên din yên kurdî çi ji destê were dike, destûr dayê ku li satalayta tirkiyê bixwe de weşanê bike.

tê wê wateyê ku vê qenalê de tiştên ku ji bo dewleta tirk "talûke" be, tune ye.

ez şaş im gelo?



18.11.2013 21:20 | simurg56

18. televizyona ku di ser turksatê de jî êdî weşanê dike.

televîzyonêk gelekî bi qalîte ye û gelek profesyonel e. weşana wî hd ye.

îro min di vê qenalê de guhdarî bernameyek di derbarê rojavayê kurdistanê de kir. 6-7 kes nivîskar-siyasetmedar û hwd hatibûn. bi zimanekî xweşik guftûgoyên gelek xweşik dikirin. mirov dikare bi saetan guhdarî vê qenalê bike



22.11.2013 00:51 | brusk56

19. Televizyona kû piştî ser peyka turksatê dest bi weşanê kirî ve temaşe dikim e. Pêşiyê di lîsteya qenalan de stêrk tv di rêza yekê de bû. Lê piştî kû rudawê li ser turksatê dest bi weşanê kir êdî derfet çêbû kû ez temaşe bikim û naha di lîsteya qenalan de ew di rêza yekê de û stêrk jî di rêza diduyan de ye..



22.11.2013 00:58 | nan û av

22. bi weşana xwe kurd1 tîne bîra min ku hineke bêpartîbunê esas digire, lê ji kurd1ê gelekî wêdetir û baştir bernameyan çêdike û alê siyasî de jî polîtîkaya min tu tiştî nebihîstiye nameşîne. weke din di derbarê rojava de weşanên pir bi qalîte çêdikin.



22.11.2013 22:41 | azadixwaz

23. kî fînanse dike ne dîyar e. lê nêzîkî pdk weşanê dikê û tê idia kirin neçîrvan barzanî fînanse dike. (bnr: ) http://kurdistantribune.com/2012/nechirvan-barzanis-association-media-corruption-rudaw-company-as-example/



22.11.2013 23:37 | diljan

24. kanala ku camêr û ciwanikên ku berê bi derew û dezenformasyonan dev diavêjtinê û direşikandin niha behsa başî û kalîteya wê dikin.. nizanim kanalê xwe rast kir û berê peyka xwe berev îmraliyê ve dagerand an heval bi xwe hesiyan û ji ya xwe poşman bûn..

ji ber ku tvya min tune nikarim darî weşanên wê bikim.. lê ji malpera rûdaw.netê carûbaran eger bernameyeke bi dilê min hebe darî dikim.. kalîteya dîtbariyê gelekî baş e.. wekê kanalên nêzikî pkkê hemû bernameyên xwe li heman stûdyoyê û bi heman dekorasyonê û li paş heman fonî çênakin û pêşkêş nakin.. kurmanciya ku pêşkêşkerên kanalê bikar tînin çendî behdînîkî be jî nêzikî zimanê xelkê ye.. bi kê ve girêdayiye nizanim an ji aliyê kê ve tê fînansekirin ji min re ne xem e, polîtîkaya wan a weşanê ne teng û sînorkirî û beralîkirî û li ser hesabê partî û îdeolojiyekî ye.. yanî wekê kanalên din ne ji çarçeveyeka teng ya partiyekî li bûyer û pêşketinên li kurdistanê û li seranserê dinyayê dinêrin..



23.11.2013 02:11 | endazer

25. qenala dest bi weşana li ser hotbirdê kirî. li ser fînans an xwediyê tiştekê gotegotan kirin an tiştna gotin tişteke din, lê behsa qalîte yan weşana wê kirin tişteke din e. behsa aliyeke kirin nayê wê wateyê ku li ser aliyên din tu ditinê mirov tune ne, an bala mirov nakişîne.



23.11.2013 10:16 | azadixwaz

26. qanaleke bi teşqele ye, serê gavê dev diavêje pkkê.



23.11.2013 23:09 | rojgar

27. kanala ku nizanim ji ber çi nûçegihanên wê dema di dawiya nÛçeyên xwe de navê xwe û navê rudawê dibêjin xwe wiha dişidînin.. tê bêjî qey hemû esker in û li hemberî fermandarên xwe tekmîlê didin..



28.12.2013 07:11 | endazer


29. televizyoneke bi du zaravaya kurmancî - soranî weşanê dike. Qaliteya deng û rengan pir baş e Weşana wê hdye. Qanal aligirê barzanî ye û dijberî pkkê ye. anchormen ê xeberên kurmancî dilbixwîn daraye. bi Kurmancîyeke têkûz û biteql nuçeyan pêşkêş dike. "Beden dili"ya wî jî ne xerab e. dîsa min bihîst ku gulistan perwer jî di Rudawê de bernamekê amade dike, mêhvanekî wê jî şivan perwer bû.



28.12.2013 15:38 | seydayê_peyvan

30. tê îddia kirin ku ji alîyê sixûr a tirkîyê hatîye damezrandin.



28.12.2013 17:53 | fırat evdal

31. li gorî min televizyona kurdî ya herî bi rêk û pêK E. Fikra çi be bila be. lê jiber ku kurdistanî ye ev televizyon bala min pir dikişîne. xwezî televizyonên me hemÛ bi vi avayî nûjen(modern) bûya



28.12.2013 20:18 | bakur-başûr

32. kanalek jı hewlerê weşanê dike.yek ji televîzyonên kurdî ya herî baş e.weşana tv yê hinek alîgirê barzanî ye.lê ez dîsa jî gelek temaşe dikim.ji bo min ferq nake alîgirê kê be.weşana wê gelek baş e u hd ye.bi serbilindî dikarim bibêjîm kanala kurdî ye.ji wan tv yên din ên tewşo meyşo gelek baştir e.înş wê baştir jî bibe.serkeftin ji wan re.



08.01.2014 18:59 | feqiyêteyran

33. http://ku.firatajans.com/news/rojane/ruye-res-ci-hewceyi-teniye-ye-rudaw-amed-dicle.htm#.UtvEHS3_r2V.twitter



19.01.2014 18:39 | feqiyêteyran

34. televîzyona rexneyên amed dîcle heq kiriye ye.

wê rojê min guhdarî nûçeyên derbarê rojavayê de dikir. nûçeyek derket di vê qenalê de ku ez gelek aciz kirim.

2 keç tevlî ypgê kiribû û rudawê vê nûçeyê weke "2 keç ji aliyê ypgê ve hat revandin" da. paşê çima venexwendina kurdan a li cenev-2ê qewimî û nizanim çi . ji ber ku hûn gelek welatparêz û gelek yekîtîhez û gelek kurdistanî ne lewma



20.01.2014 14:18 | brusk56

35. eW KANAL E KU DİBÊJE Jİ BER PRENSÎBÊN ROJNAMEVANİYÊ EM NİKARİN Jİ ŞERVANÊN yPG'Ê YÊN Dİ ŞER DE JİYANA XWE Jİ DEST DANE BÊJİN ŞEHİD.eNDAMÊN daİŞÊ Û YÊN YPG HER DU Jî Jİ BO WAN YEK E Tİ FERQî di nav van de nîn e.

Di amîdakurd.com'ê de nivîsekê de wisa behsê dike.

http://tinyurl.com/owmqpbw



Mesela “Qetlîam Nîn e”yê



Yek jî mijara li ser Rojava derbarê qetliamên li Til Hasil û Til Eranê de ye. Rûdaw TV diyar kiribû ku li deverên YPG behs dike qetliam û komkujî nîn e. ...... Û tişta dî ya ecêb, Rûdawa ku dixwast bêje li Til Eranê qetliam nîn e di nûçeya xwe ya vidyoyî ya bi sernavê “Kurdên rojava behsa komkujiya Til Eran û Til Hasil dikin” xwe û KurdWatchê bi destê xwe derewîn derdixe ku li wê nûçeya vidyoyî de rastiyên qetliamê tên vegotin.(1) Bi van delîl, şahid û bûyerên qewimî hekî hêj pirsên “ka qetliam heye an nîn e” hebin êdî tiştek namîne mirov bikaribe li ser bêje.



1-Nûçeya Rûdawê ya derbarê Til Eranê: http://tinyurl.com/neadwlr



20.01.2014 17:01 | cekdar

36. ger kanala ku bi zimanê ingilizÎ jî ava bikin ew Ê bibe mina al jazeera ye.

ez wÊ rûşenÎyÊ dibinim ji rudawÊ. btw car caran hinek video-nuçeyÊn ingilizÎ jÎ çêdikin.

ew dive bibe amadekirina kanalÊ ye.

http://rudaw.net/english/world/28012014



29.01.2014 15:36 | cinorek

37. gava ku hemÛ hÊvÎyên me têkçûn, belkÎ ew me ji nû ve giyandar bike.

ew kanala ku 2 parlementerÊn meclÎsa tirk bi kurdÎ dide axaftin.

ev şoreşek e.

di programa 2 ali de “parlamenterê bdpê esat canan û parlamenterê berê yê AKPê abdurrahman kurd

http://rudaw.net/kurmanci/onair/tv/episodes/episode/2ali05022014muh



12.02.2014 18:35 | cinorek

38. hindî teqlîda bbc dikin hema ji qestî navê qenatî ne kirîne bbc kurdish.

(bnr: dinya nedîtî)



26.02.2014 16:51 | dastanekkevin

39. televîzyona ku vêga encamên hilbijartina heremî ya tirkiyê, zindî dide.

(bnr: mirov bi rastî ecêbmayî dibe)



30.03.2014 19:13 | simurg56

40. tvya hilbijartinan ji nuçe tv xweştir pêşkêş dike. (bnr: heyf ji hinan re)



30.03.2014 22:13 | azadixwaz

41. vêga nûçegihana wê ya ji stembolê bal dikişÎne û dil dibijîne ser xwe.. *



30.03.2014 22:20 | endazer

42. qenala ku spîkerên kevin ên roj tv, dilbixwîn dara û hêvîdar zana standiye û nûçeyan li wan dide pêşkêş kirin. herdû jî ew qas xweşik diaxive ku mirov ji kurmanciyê hez dike. herdû jî, ne ji mehmet ali birand ê rehmetî an jî ji banu guven ne kêmtir e. axaftina wan gelek herîkbar e.



lê divê rudaw dev ji tirkiyê berde. ma te ji xwel meseleyên tirkan e. qey kurdistana başûr eyaletekî tirkiyê ye.

mesela, bernameyekî wan heye. li stenbolê tê çêkirin. keçika spîker rojnameyên tirkan dixwîne û piştre jî dîmenên stenbolê diherike felan. wê rojê min bir ser rudaw'e û min hew nêrî keçik rojnameya tirkiyeyê dixwîne. yanê bi min ev ne tiştek rast e. bila ferka wan ji trt6ê hebe. ji xwe gelê kurdistana başûr zêde evîndarê tirkan e, bi vî awayî zêdetir jî dibe.



22.06.2014 11:12 | brusk56

43. tesbîtên brusk56 rast in, ez kengî qanala hanê vekim, nûçeya ku pêrgî wê têm, di derheqê de rûdan û bûyeran li tirkiyeyê qewîmîne ne. mariv dibê qey atv ye lê tenê ziman cuda ye



22.06.2014 13:34 | ferhenga şikestî

44. (bnr: rûneş tv)



22.06.2014 16:07 | gernasnenas

45. temam zimanê wan û weşana wan xweş e fîlan lê êdî eleqaya xwe ya ji bo tirkiyê fîşal dikin. min îro li nûçeyên şevê ya vê qenalê temaşe kir, willeh û billeh bêhenek dibêjim herî kêm %70-80ê nûçeyan di derbarê tiekiyê de bû. temam bila ji tirkiyê jî nûçe bidin ji ber ku cîranek girîng e. lê me çi ji lehiya stenbolê, pira sêyemîn û mûzeyeke ki li stenbolê vebûye, ye?



21.07.2014 00:48 | simurg56

46. ji bo Erdoğan "doğan grubu" çi ye, ji bo barzanî jî rûdaw ew e.



21.08.2014 09:22 | nazim tolhildan

47. YEKEM TELEVIZYONA PROFESYONELA KURDAYE MUQAYESE KIRINA Wê BI TELEVIZYONêN PARTIYAN NE RASTE.



21.08.2014 11:41 | ferzad

48. Televizyona DAİŞ Û mİT YE kARéWAN HEMİ DİJBERTİYA kURDAYE KéRİ PénÇ QURİŞA NAKE jİ BO Wİ GELE WERE GİRTİN



21.08.2014 13:07 | xewn

49. televîzyona ku îro davutoglu yê serokwezîrê tirkan, pirsa wê kiriye. di serdana xwe ya başûr de, dema dîtiye ku rûdaw ne li hawirdor e, gotiye "ka rûdaw?".

ecêb e tabî...



http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/211120148



21.11.2014 19:09 | simurg56

50. tv ya ku misyona wê xapandina gelê kurd, vir û derew û afirandina kurdên wek kerîyên mîhan pêştir tiştek nîne.



14.01.2015 22:02 | nazim tolhildan

51. Zehf kêfa min jêr tê dema peyamnêr di dawiya nûçeyan de nav û cihê ew lê ne dibêjin. Mesele; pêşewa pehlewî, rûdaaaaww, hewlêr.



15.01.2015 03:45 | seydayê_peyvan

52. li gorî kanalên din ên kurdî, wek trt kurdî, stêrk tv, nûçe tv, newroz tv, dunya tv, kurdistan tv filan dema mirv berê xwe didiyê bi xwudê zêrê bîstûçar eyar e, gelek kêmasiyên wê hene erê lê kanalên din nahêjin serê neynûka wê.. cara ewil kurdan bi rûdaw tv yê zanî bê ka bi profesyonelî karê televîzyonê çawa tê çêkirin.. yên ku li ber ber wan kanalên ku di stûdyoyên xwe yên teng û tarî de heta êvarî propagandaya partiya xwe dikin mezin bûne nikarin vê yekê fêhm bikin..




53. di nûçeyên wan de tiştê him xweş him jî nexweş ew e ku nîv kurmancî nîv soranî ye. weke mînak pêşkeşkarê nûçeyê kurtenûçeyê bi kurmancî dibêje û naveroka nûçeyê bi soranî çêdibe. ji ber ku pêşkeşkar kêm-zêde behsa nûçeyê kiriye mirov ji naveroka soranî jî kêm-zêde fêm dike. bi vî awayî kurmancekanî soranînezan fêrî zimanê soranî dibin.



15.01.2015 18:30 | oxir

54. di nav televiyonên kurdî ên nuçeyan de heta niha ya herî serkeftî û bêali ye. her çi qas hin gotinên wekî li dijî pkk ê propaganda dike hebin jî heta niha min tiştekî wiha nedît. berovajî vê yekê gelek caran ne kêmî med nûçe tv ye li hember pkk ê.



03.04.2015 01:39 | nistiman

55. Rûdaw

Bînahiya çavên me ye...



03.05.2015 12:25 | yûsivcewher

56. Tvya mitîngên akpê bi zindî û simultane wergerê dide lê di vê rewşa awarte de behsa teqînên li mitînga hdpê nake. Vaye ji te re bêalîtî. Ez birîm bêalîtiyeke wisa de.



05.06.2015 23:07 | azadixwaz

57. Te gotin ku (bnr: rudaw tv) behsa teqînên li Amedê nake. Lê ev ne wisa ye. Vaye li vir http://rudaw.net/kurmanci di rûpela ewil de hatiye danîn.



06.06.2015 02:36 ~02:40 | bikarhêner

58. Tvya ku xebatên wê li herêma Kobaniyê ji aliyê rêveberên vê kantonê hatiye qedexe kirin e. Ne tenê xebatên wê her weha kesek nikarê bi vê tvyê re hevpeyvîn bikê, ji wê re nûçeyan bişînê. Ev hemû hatine qedexe kirin..

Belê maşallah çi demokrasiyeka pêşketî ye. Me digot e ev der wê bibê Koreya Bakûr lê wellehî rahmet li Koreya Bakûr. Ne bi vê ecêbê jî...



25.02.2016 22:03 ~22:16 | nan û av

61. (bnr: qure)



04.02.2017 22:40 | biruya hayao miyazaki

62. Di peyama kurd de nuçeyek belav buye li ser xaîntîya rudawê . Mirov dimîne heytî tv yrk kurdî çawa hej dijminên xwe bike Here lînkê



24.07.2017 12:16 | azad30

63. Qenala ku ji Turksatê hatiye derxistin. Êdî kes nikare bêje " Qenala berzanî di turksatê de ye " .



25.09.2017 17:43 | biaqila malê

64. Rudaw bi weşanên xwe rasterast êrîşî kurd dikir û dijî kurdan xebat dikir ji bona wê yekê destûr didan ku weşanên xwe li turksatê pêş bixin. Kengî rudaw ji bo azadiya kurdistanê û ji bo berjewendiya kurd dest pê xebat û weşanê kir seetek neçû tora rudaw û wekî wî torên din jî hate ji turksatê derxistin.

Gava rêveberên tirk gef li kurdan dixwar rudaw wek zindî weşanê dikir. A niha jî di her çaryek seetê de rêvêberekî tirk gef li kurdan dixwê lê rudaw weşanê nadê. Ji ber vê yekê jî hate derxistin.

Hinek insan hene çiqa bêaql in. Mêjiyê wan tewiziye. Xwedê şîfa bişînê. Dibînin jî fêm nakin. Dûrî haziran bê inşaela.



25.09.2017 19:51 | rûbar

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rudaw tv

Kategoriyên mijarê:: tvradyoqenal kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî