Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


28 mijar û 46 peyam
fahriye kara - tirşik
fahriye kara
(9) (3) (2)
di mijarê de bigere

1. jineke êlihî ye, yanê kurd e
di sala 1990an de ew û mêrê wê ji bo ku bibin hecî diherin erebîstanê. wê salê li kabeyê îzdîham ango gengeşiyekê diqewime û ji tirkiyê bi qasî 450 kes jiyana xwe ji dêst didin.
heta aniha digotin qey fahriye jî yek ji wan kesan e û ji ber wê bobelatê jiyana xwe ji dêst daye.
piştî 27 salan malbata wê di derheqê wê de dikevin gumanan bi rêya bernameyeke televîzyonÊ li pey dikevin .tê fêmkirin ku fayriye ji wê bobelatê bi saxî filitîye lê erebekî yemenî ew ji wê bobelatê wek birîndar xelas kiriye û dûre dest daniye wê û wê berdest kiriye û ji wê ve jî sê zarok çêkiriye.

wek hûn jî dizanin li erebîstanê ger jinikeke zewicandî bi yekî dî re têkiliyeke cinsî deyne tê recimandin. aniha li bendê ne ku fahriye rave bike vê rewşê, ger bêje min bi dilê xwe têkilî danî, tê recimandin lê ger bêje bi darê zorê ez hatim revandin û berdestkirin wêga jî ew erebê qûnbigû wê were daliqandin.
tê gotin ew ereb yekî hêzdar e û di nava klîkên dewletê de têkiliyên wî hene loma dibe ku fahriye ji tirsan nikaribe rastiyê bêje..
Here lînkê

welhasil tiştên pêkhatî di dewleteke îslamî de rû dane, û ew dewlet bixwe bi zagonên quranê tête birêvebirin.

em hevalên oldar beralî vê mijara jêr bikin, kerem bikin, oldarên dilovan!
(bnr: îslamiyeta rast ne ev e)



16.02.2017 13:24 ~13:36 | ferhenga şikestî

3. erê, erebên ku 1400 sal in misilman in û digel ku quran bi zimanê wan e lê wan rastiya quranê fêm nekirine lê we fêm kiriye! bravoooo bla bla bla
erebîstan bi zagona quranê tê birêvebirin lê jixwe di quranê de her tişt nanivîse loma wexta çarneçar bin hawara xwe digihînin hedîsan. lê ya girîng ew e ku di şerîatê de recimandin heye û recimandin an jî dardekirin tê pêkanîn.
lê ereb ehmeq in tevî ku quran û hedîs bi zimanê wan in jî ew fêm nakin lê hûn fêm dikin newsa?



16.02.2017 13:49 ~13:50 | ferhenga şikestî

4. 12 heb zarokên wê ji mêrê wê, 3 heb jî ji wî erebê bêşeref hene..
jinik niha 74 salî ye û 15 zarokên wê hene

yê ereb, jinik 6 mehan di odeyekî de dîl girtiye û..
idî destê meri naçe ser nivîsandinê

(bnr: di rojhilata navîn de zorbûna jinantiyê)



16.02.2017 14:05 | bûtîmar

6. di hemî mezhebên îslamiyetê de recm heye, û gelek ji wan dibêjin ayeta ku derqehê recimandinê de ye ji hêla bizinekê ve hatiye xwarin.
tabê ev angaştek ne ewle ye.
buharî, muslîm hudud, ebu dawut hwd gelek kesên ku misilman bi giştî bawerî pê hedîsên wan tînin û dibêjin sahîh e, dibêjin cezaya zînayê recm e.
qardaşim wê demê rabin bêjin hedîs giş derew in. çima kîjan hedîs li hesabê we were hûn qebul dikin kîjan li hesabê we neyê hûn dibêjin derew e niza ne sahîh e..



16.02.2017 14:14 | ferhenga şikestî

7. û ez ateîst jî nîn im, sunnî qet nîn im



16.02.2017 14:14 | ferhenga şikestî

8. tirşik anti-islam team li ser kar e.
Hinek din hewl bidin da hûn ê ola islamê binin xwarê.



16.02.2017 14:19 | elaziz izzetpasa camii

10. ez çima ji gotina xwe ya zagonên quranê vedigerim û tobe dikim?
ma şerîat ne zagonên quranê ne?
hê jî nehatiye fêmkirin. di quranê de her tişt nehatiye nivîsandin, sedema vê yekê mijareke dî ye lê ya girîng ev e ku di dewletên ku bi şerîatê tê birêvebirin de recimandin heye, pêk tê.
li gorî çi recmê pêk tînin? li gorî alimên mezheban pêk tînin. wek min li jor jî got; li gorî angaştekê bizinek hatiye û vê ayetê xwariye. ( çi qas rast e an ne rast e em nizanim. ji 1400 sal berê ve kes nemaye. ez qet nizanim ji ber ku ez agnostîsîzt im ) loma jî divê cezaya recmê bête pêkanîn. ji ber ku di gelek hedîsan de tê gotin ku di serdema hz. mihemed de cezaya recimandinê hatiye pêkanîn.



16.02.2017 14:41 ~14:42 | ferhenga şikestî

11. jina ku mixabin di bin zordestiya qanûnên îslamê de maye. mixabin recm, destjêkirin hwd rûreşiyên îslamê ne. hinek heval jî radibin dibêjin nizanim ayeta recmê di quranê de tune. xuya ye qet îslamê nizanin lewra mihemed pêxember bi şexsê xwe çar car hukmê recmê pêk aniye. mihemed bi şexsê xwe dest daye jêkirin. mihemedê bi şexsê xwe dest û piyan çapraz daye jêkirin, bi şexsê xwe çavên kesên ku dest û piyên wan çapraz hatine jêkirin çavên wan qewartiye û ew avêtine çola xwedê ber rawiran, bi şexsê xwe fermana qetla eşîra benî nadr daye ku temamî teslîm bûbûn û serde jî bi keça giregirên wan re zewicî û serde jî di şeva qetla bav û birayên safiye wê di rê de dike paşila xwe... Em vana ji ku zanin? ji taberî. taberî çî ye? Nutuk'a îslamê ye. nimêj jî bi awayê teknîkî di quranê de derbas nabe nizanim çi jî derbas nabe lê hun nimêj dikin. Lê misilman bi awayekî nimêj dikin çima? lewra mihemed jî wisa nimêj dikir û qewmê xwe wisa hîn kiribû. el hasil hukmê recmê di quranê de derbas nabe lê mihemed bi xwe çar car hukma recmê pêk aniye dev ji hedîs û medîsan berdin ev mûtleq e gelî misilmanên romantîk em ne neyarên îslamê ne em dibêjin ku tu tişteke wiha heye û em naxwazin xwe bi romantîzma asri saadet bixapînin, şexsê min ez nikarim ji hovitiyeke wilo re bêjim erê xwezî bila xwedê hebe û bi rastî jî hukmekî wilo ferman kiribe jî dîsa jî hovitî ye bila xwedê li qisûra xwe mêze bike, na eger xwedê tune be bila mihemed pêşî tiştên ku kiriye safî bike bila mihemed ji safiyeya safî bêguneh efkirinê bixwaze...



16.02.2017 15:14 | ceso

12. sernivîsa ku ji mijara xwe dûr ketiye û bûye meydana gengeşiya islamiyetê. ez jî bi avayekê tev lê bim. bi ya min îslamperestên tirşikê rast dibêjin. qet tu sûcê qûral û rist û rêzikên îslamê tuneye. hemû sûc yê fahriye kara û jinên rojhilata navîn e. xwedê bela xwe bide fahriye kara ku weke jinekê çi karê te li erebîstanê hebû? de tu çuyî çuyî, çima di wê baboletê de te pêşa mêre xwe berda? te berda berda, xwedê te hişk bike tu çima weke însanekê namirî? de tu nemirî nemirî çima ketî destê erebekî bênamûs? tu ketî destê erebekî bênamûs ketî, çima piştî 27 salan derdikevî holê? we dît hemû sûsê fahriye kara ye. çi sûcê îslamê heye.



16.02.2017 16:42 | nazim tolhildan

14. qurbana dînê şeytên e. weke li jor jî hatiye gotin di quranê de ji bo vê yekê tu hikm tune ne. ji aliyê din ve di quranê de ji bo ewlehiya tu çavkaniyek din jî referans tune ne. hedîs jî tê de.
yanî li gorî quranê;
- tu hikma hedîsan tune ne
- tu kes ne peywirdar e ku fetwayan fîlan bide.

gotinên pêxember jî tê de, mirov nikare kelîmeyek jî li quranê zêde bike û nikare jê kêm jî bike.
li gorî van rêzikên bingehîn, ev jinik biguneh be jî bêguneh be jî nikare were kuştin. û li gorî van rêzikan, ew dewlet û gelê wê di nav behra şîrkê de dijîn.

bi kurtî, ger mirov bi awayek objektîf li meseleya îslamê binêre, ev dînê ku li rojhilata navîn tê jiyîn, bi tu awayî ne îslama muhammed e. îslama orjînal, derew be jî, ji ezmanan be jî, ne ev bû.
çawa ku di nava çend deh salan de kemalîzma ataturk gelek hatibe guhertin, bi hezaran gotinên wî hatibin guhertin û sîstemek li gorî serdestan hatibe afirandin, îslama ku 1400 sal berî niha derketiye, bi saya bi milyonan hedîsan niha tam li gorî keyfa sadîst, pedofîl, diz, tecawîzkarên rojhilata navîn e.

rewşa niha ev e; li ser navê îslamê quranek heye û bi milyonan hedîs hene.
hûn dikarin ji van hedîsan ji xwe re hinekan hilbijêrin û li gorî keyfa dilê xwe, ji xwe re dînek nipûnû ava bikin. mezheb û tarîqat jî aha ev in. hedîsên hemûyan ji xwe re ne.
ji van hedîsan dînek pozîtîvîst, laîk û modern jî dikare derkeve, daîş jî.

tê gotin ma ereb bi erebî nizanin lê em dizanin... weke ereb bi erebî dizanin, nexwe çawa dibe ku heman tiştan dixwînin û bi sedan mezhep tarîqatan derdixin holê.

yên xwediyê îdîayan zilamek bi navê taberî ji xwe re dikin çavkanî. yaw taberî çi gû ye. li gel ku quran behsa wî nake, çawa dikare evqas şikl bide îslamê. jixwe problem ev e.



16.02.2017 21:00 ~21:07 | simurg56

15. 1400 sal in sal bi sal ekoleke nû ya îslamiyetê derdikeve.
Her kom, hizb, cim'et, tarîqat heman strana dubarebûyî distrê; îslamiyeta rast a me ye!
Kes jî nebêje serê pozka min xwar e. Her kes nêrîneke cuda ji xwe re ava dike. Ji kitêbekê hezar heb tarîqat û ekol derketiye û hemî jî şîroveyên ji hev cihê ne.
Gelo ez mecbur im ku ji ber şerê wê yê teolojîk jiyana xwe di nava xirecirekê de bibihurînim?
Wexta pêxemberê vî dinî mir hê di ser cinazeya wî de şerê navxweyî yê desthilatdariyê dest pê kir. Ji xeynî ebubekir sê xelîfeyên dî hatin kuştin û ji wir heya îroj Hama bêje 1400 sal derbas bûn lê hê jî şerê wan xelas nebûye, her roj çi jin çi zar û zêç qet ferq nake hevudu dikujin, her roj êrîşî hev dikin li her axekî misilman lê ne şerek heye. Bo çi? Ji ber ku her kes dixwaze îslamiyeta xwe ya rasttir saz bike. Belê her kes! Yaw her kes! Her kes dibêje îslamiyeta min rast e. Ma em mecbur in di nava şerê we de bixeniqin? Me eleqedar nake kîja ji we rast e. Ji ber ku hûn giş kujer in



16.02.2017 22:20 | ferhenga şikestî

16. Xwedê ji we razî êdî hinek bivekolînin pêre binivîsînin, pirç li ser zimanê me de hêşîn bû lê mixabin mirovan dîsa wekî berê gotinên ji devan vergirtî re qayil dibin, xwebixwe dihên xapandin. Merivên me hê jî nizanin lêkolîn, xwendin çi ye. Hinek çavderiya çavkaniya bingehîn û ewlemend bikin ji boy xwedê.

benî nadir ango kurên, ewladên nadir di demê avakirina dînê Îslamê de yek ji hawîşeke yanê komeke, qewmeke yehûdî gumrah yên ku di nav bajarê medîneyê de dijîn bûn. benî kaynûka û benî kureyza jî yek ji wan e. Piştî palpişta medînê yanî lihevkirina medînê li gorî pêdiviyê nivîsara peyama hevpar heq û hiqûqê wan, serbestî û azadiya wan, baweriya wan hatibû bin misogerî kirin yanê hatibû bin têmînat kirin. Misilmanan û van qewman bi pêwendiyê peymanê ve him derbarê mijara siyasî û him jî derbarê mijara şer û berevaniya welat de bûne hevalbend. benî nadir û benî kureyza ji sedemê ku riayet lê lihevkinê nekirine ji mêdînê hatibûn derxistin. Dîsa berdewamiyê de yekemîn şer û parastina welatê de qewmê benî kureyza îxanet lihevkirinê dike, berê şerê digel dijminê misilmanan, rêveberên mekkeyîyan dek û dolap didin gerandin yanê komplo çêdikin. Di nava şerê de aliyê xwe diguherin û dikevin nav hêzen mekkî. Ev komplo biserneket, têk çû. Piştî têkçûna ev dek û dolabên benî kureyza ji aliyê xwedê ji wê razî be sad bîn mu'az ve ku bi daxwaz û bijartinên rêveberên benî kureyza re wek hekem hatiyê vebuhandin ango tayîn kirin li gorî bingehên yanê esasên tevratê biryar hatiye danîn. Li gorî tevratê sizayên yanî cezayên îxanetê ev in ku divê mêrên akilkemal yên îxanetkirî bidin ber devê şûran, jin û zarok û malê wan jî wek destketî yanî wek xenîmet bixin destên xwe. Ev biryar tê sepandin. Eger daxwaza biryara li gorî îslamê kiribûbana wekî ez dizanim ger ez şaş nebim nehatibûn kuştin. Hê jî vê serdemê jî li ba tevî cîhanê de û kurdan jî tê de sizayê îxanetê kuştin e. di heman demê de ji aliyê rêveberên benî nadirê ve gelek caran plansaziya kuştinxwaziyê yanê suîqestê pêxember hatiyê çêkirin. bûyer ev e wisa rû daye.

ji aliyê din recimandin û destjêkirin jî heye û selat û selam li ser wî be pêxembere me hezretî muhammed jî sepandiye. Evan hemû li gorî şert û mercên qur'anê tê sepandin. Wilo li gorî daxwaza kesekî nayê sepandin. Mirov pêwîste hinek bivekolîne.

paşekî jî derheqê fahrîye kara de bibêjim tawanê ango sucê wê jî heye an jî jinekî aqilsivik e. dibe ku aqilsiviktî lê hebe. Jixwe mêrik tawanbarê resen e. bistûheft sal ne hindik e, li hişê mirova tiştên cûrbecûr tê. Ev bûyer li gorî min bi temamî encax li axiretê dibe helkirin.



17.02.2017 05:57 | rûbar

17. (bnr: rûbar wants to tell us something)



17.02.2017 11:26 ~11:49 | ferhenga şikestî

18. Jinika neçar di tirşikê de bûye sebeba axaftinên teolojîk.



17.02.2017 11:58 | elaziz izzetpasa camii

20. Wao li vir tofan rabûye û haya min taze jê çêbûye tihem tihem tihem min çawa texmîn nekir vê mijarê ku wê li tirşîkê vebe.

Mijara ku buye sedema gengeşîyekê lê mesele ji jîyana jinek mexdur derketîye hatîye ser reşkirina îslamê jixwe çi gava li dînyayê yekê/î qûnbigû zuqqumek bike sûc dîsa dibe ya îslamê ê ma qet sûcê dizê yemenî nîne ango hırsızın sucu yok mu



18.02.2017 14:18 | azad30

21. Berê hîcretê bajarê medînê wek yesrîb hatibû zanîn. Vê demê li yesrîbê çandeyê yehûdî serdest bû ango kultûrê cihûyan hakim bû. Piştî hîcretê li medînê di navbera hemû şênîyên bajarê de lihevkirinek hevpar hat çêkirin. Ev peyman wek lihevkirina medîne tê zanîn. Li gorî ev peymanê rêveber hezretî pêxember hat qebûl kirin. Hemû aliyan ve hat xwestin ku ger pirsgirêkek derket holê li gorî şerîeta xwe biryar werê danîn.

Li gorî tevratê sizayê têkiliyên cinsî yên bê mehr yanê bê nîkah recimandin e. Di tevratê de cezayê zînayê her kî/kê be, zewicî be, nezewicî be, azad be, bende be ferq nake recim kirin e. Çend bûyer rû daye hezretî pêxember jî wek reveberê medînê li gorî pêdiviyê lihevkirinê biryara recimandinê daye.

Li gorî qu'ranê derbarê mijara zînayê de wek nasiyî yanî wek kronolojîk ev ayet hene;
Nîsa 15-16
Nîsa 25
Nûr 2

Ger Nûr 1-10 werê xwendin baştir e.

Di nûr 2 de sed cara cîv lêxin zînakeran dinivîse. Derbarê ayeta nûr 2 de ev nêrînan hene;
1- bi gelemperî dibêjin ev biryara ji bo nezewicandiyê ne, ji bo ku zewicîne biryara recim kirinê hatiye sepandin.
2- hinek dibêjin ji bo herkesî ye. Piştî vê ayetê recimandin ji holê rabûye, nehatiye sepandin.

Lihevnekirinên, gelemşeyên wisa jî hene;
Beşek dibêjin recimandin tenê ji bo cihûyan li gorî pêwîstke tevratê hatiye sepandin. Yan jî li gorî pediviyê lihevkirina peymanê ji bo herkesî ji ber ku ayeta nûr hê nazil nebûye wek şerîeta berê hatiye sepandin. Piştî ayetê ji bo misilmanan rabûye.
Beşek jî dibêje na, ayetên ku hatiye nazil kirin recim kirina zînakerên zewicî qedexe nake. Tu ayetan de nabêje êdî recim nekin, qedexe ye, ji niha û pê ve sed cara çîv lêbidin. Biryara ji bo zewicandî jixwe holê de ye ev ayet sînora derheqê nazewicandiyan ravedike. Derbarê recimandinê de hedîs jî tînin û bûyerên ku rû daye jî dibêjin.

Evan hedîs û bûyeran de jî lihevkirin nîne. Ji bo bûyeran şîrovekirinên cuda hene. Ji bo hedîsan jî dibêjin li zidê ayetan diçe...
Filan û bêvan....

Pêwîste ku em binêrin û bilêkolînin eceba li gorî rêzeya nazilbûna ayetan yanî li gorî kronolojiya ayetan hezretî pêxember çava xwe amade kiriye, ji bo kî û çava biryar dayê û bi kar aniye. Çimkî qur'ana pîroz li pêxemberê me re hatiye nazil kirin û pêxemberê me re hatiye ravekirin. Ew baş dizanî û biryara Wî rast û licih e. Heke ev hîn sedeman nayê zelalkirinê vê carê em sepandinên xelîfeyan binêrin. Ev jî çênebû êdî nêrîna a'limên rasteqîn û ewlemendan binêrin.

Li ser wan mijaran de xeynî pêxemberê me li gorî mirovekî meriv tu car nikare biryarek bidî. Tenê aqil şixulandinê re, derxistinên beagahî re nabe. Heke agahî nebe aqil bi hêsanî dixelite, dixelitîne.

Ez lê dikolînim. Nêrinên min eger pê re hêj zelaltir bibe eze binivîsînim. Hekena tiştên eynî bêrawest dubare dibe.



18.02.2017 16:31 | rûbar

23. Silavên xwedê li ser te jî be derqamij;

Ev ne meseleyên matematîk e. Di derbarê ayeta Nîsa 25ê de jî nêrînên bi gelemperî li ser vê aliye ku dibêjin cezayê zînakerên dîlîyan nîvê cezayê zînakerên azad yên nezewicandî ye. Yanê wekî te em berisandina matematîkê bikin dibe pêncî cara çov lêxistin. Heger zînaker him dîlî him jî nezewicî be dibêjin hîn jî cezayê kêm bikin yan jî tenê hinek biêşînin yan jî bibexşînin.

Ez hinek çav lê tefsîr û meal gerandim ji bo nûr 2 ji xeyni m. îslamoxlû ve her derê dinivîse ev ayet hikmê yên nezewicî ne. Îslamoxlû dibêje hikmê ji bo herkesî ye. Recim hatiye rakirin.

Yanê herkes wekî gotina te teorîya xwe de hevgirtî ye.

Pirsgirêkê te yê mezin ev e ku tu wateya şandina pêxemberan fêm nekiriye. Xweda ji bo mirov nebêje ku ey xodayê me tu ji bo me pirtûkek pîroz şiyand lê belê me bi aqil şixulandina xwe, bi derxistina xwe wekî wisa fêm kir. Li me çewtiyek jî hebe ne sûcê me ye. Tu nimûne nebû ku em ji xwe ra bikin nimûne û rast û dirust biryar bidin û bijîn. Her pêxemberek bi çavdêriya, bi vebestiya xwedê tevdigerin. Gotinên wan, çêkirin û bi cîh anîna wan wekî gotin û çêkirina xwedê tê hesibandin.
Eger em wekî te ayetan nîşan bidin evan wekî qewlê te hinek bawerî bi xwedê binêre;
Nîsa 80
Hakka 44-45
Necm 3-4
Nûr 51
Ahzab 36
Haşr 7
Âlî Îmran 132
Maîde 92
Enfal 46
Enfal 20......û wekî van.

Xweda di nav van ayetan de dibêje ''xweda û resûlê xuda''. ne nêrinê min yan jî teoriya min e. Em çi bêjin bêjin, çi bifikirin bifikirin dîn gotinê xwêdê ye û gotin û sepandinê pêxember e. Tenê em aqil şixulandinê re, derxistinên beagahî re nabe biryar nikarin bidin. Divê meriv baweriya xwe hemû ayetên xwedê re bêcudayî bîne.

Qur'an ne pirtûkeke pênase ye yanî ne pirtûka tarîf kirinê ye. Ne pirtûka çîroke jî. Belam Qur'an, rêbazek xudawendî û pergala cîhan e. Pêxemberan jî nimûneyên giyanber yê vê rêbaz û pergalê ye. Ji ber vê yekê her tişt wekî pênase nehatiye nazil kirin.

Şaşitiyeke dî ku te hercar dike û tînî ziman ev e ku wek nimûne nimêj di qur'anê de ne hatiye tarîf kirin, lewma nimêj neferz e. Ji hezretî Adem û Nûh û Îbrahîm û Mûsa û Îsa heta hezretî Muhammed saw. nimêj wek ferz tê eda kirin. Îroj jî ne tenê misilman hinek cihû û xiristîyan yanê wekî nimêjê îbadet dikin. Secde dikin, ruk'û dikin, li ser piyan qismek ayetên tevrat û încîlê dixwênin û dua jî dikin. Di facebookê de video jî hene. li devara qudsê û mêrdînê û wekî van deverên dîrokî de hinek endamên mezhebên ku piçek kêm guherîye ve tê kirin. Heta heta li mêrdînê bi zimanê sûryanî ji bo vê îbadetê dibêjin ''suluto''. Erebî jî jixwe salat nimêj e. Nimêj bi kurdî nemaz jî farisî ye. Wekî gotinê te ''du'a'' ye. Em çava bêjin nîne li gorî aqilê xwe.

Em nikarin bêjin recim nîne, destjêkirin nîne... Lê li ser me ferz e em rastî bizanin. kîjan raste çava, ji bo kî, wek biryara kî ve hatiye sepandin bizanin. Lewma dibêjim vekolînin, wilo derxistinên bêagahî neşitaxilin. Bal dikişînim li agahîyê ku çimkî Xweda di ayeta pêşî de ferman dide, dibêje bixwîne, agahdar be.

Her car dibêjim dîsa bêjim xem nake, ez vê nivîsar jî tê de tu car kesê tawanbar nakim û jidilîya herkesî qayil im. Ji lewma tiştan dinivîsînim. Dixwazim sûdmend bibim. Hekena li min çi?

Digel vê ez tu car derbarê mijara recmê de di navbera jin û mêran de ferq nexistiye. Heke dibêjin gotinên min bêbingehin êdî tiştek nabêjim. Kîjan bêbingehe an jî nerast e hevalan bere bêjin. Lê wilo zimaneke berfireh û bi gotineke bingehîn.

Dîsa bêjim ji bo gengeşeyê nabêjim. Ne li gorî aqilê xwe, ne li ser navê xwe dibêjim. Li ser navê xwedê dibêjim. Ne li ser namê terefgirîyê û siyasetê dibêjim. Li ser namê haqîqetê dibêjim heqîqet.

Bimînin xêr û xweşiyê de.



19.02.2017 00:47 ~00:52 | rûbar

25. Bi rêzê hêja derqamij ev meseleyên mamostayên te nimûneyeke binerx e. Mamosteyên te rast û baş çêkirine. Ji ber ku ilm û ferasetên zanyar û lêkolînerên îngilîzîyan ji wan zêde ye wisa biryar dane. Heke tenê Copy-past kirine jî başe lê belê divê hinek tiştan lê zêde kiribûbana yan jî hinek rexneyî nêzikayî lê kiribûbana.

Belê ez jî bi gelemperî copy-past dikim. Tenê aqil şixulandinê xwe, nêrîn û zanyarîya xwe rast, dirust nabînim. Ewan ku ez jê copy-past dikim e 'ilmê wan, agahbûnê wan, ewlemendbûna wan, bingehbûna wan û eqlê wan heye. 'ilm û agahiya wan, ewlemend û bingehbûna wan ji min zêde ye. Ji ber vê yekê em ji wan însanan dibêjin ewan haydar in. Biaqilî ev e jixwe. Berovajiya vî bêaqilî ye. Înkarkirina aqilê xwe jî û zêde ewle bûna aqlê xwe jî nerast e, nebaş e, pirsgirêkeke mezin e.

Li gorî min em formata tirşikê aloz nakin. Evan tiştan ku heta niha hatiye nivîsandin di çarçoveya xweştevgerî de ye. Tu sînora ji çîzê dernakevê.

Helbet çewtiya alim û ehlê sinnet wel cemeetê jî û cimeetên din jî heye û dê hebe. Lê belê ev qas însan derbarê mijareke olî de tişteke hevpar gotibe wek tenê bi aqil şixulandina yekî nabe derewandin. Ev şaşiyeke hêj mezin e.

Ew qas alim û însan heta niha ji xeynî te negotine wateya resûl tenê wek postakar e. Raste resul him postakarê ayetan e him jî bi cîh anîna van ayetan, hînkirina van ayetan, fêmkirina van ayetan, sepandina van ayetan dike. Rastî û hikmetê van ayetan dide nîşan. Şexsiyetê wî ligel sepandinên wî mînakeke zindî û berçav e ku em ji xwe ra bikin nimûne.

Digel vê pêxemberan jî mirov in, însan in. Carinan ewan jî pêkan e bixeta tevbigerin. Lê sepandina pêxemberan bi çavderiya û bi vebestiya xwedê de ne. Di derbarê olê yan jî pêwendiyê mijara dînê de şaşiyeke wan yan jî tevgerîneke çewt yên wan hebe ev hatiye rastkirin. Hişyarî hatiye danîn le pêxembera. Heta hişyariyeke tund derheqê pêxemberê me hezretî muhemmed jî heye. Binêrin, sûreya abese bixwînin. Piştî ev hişyariya tund salat û selam li ser wî be pêxemberê me hezretî muhammed tevgerînê xwe rastkirîye, xwe edilandiye. Lewma em dibêjin pêxamberan bêxeta ne. Yên ku wan çêkirine û gotine rast e. Vê biryarê jî em ji qur'anê dixin destê xwe, têgihên.

Pê re ayetên ku tê nîşan daye hemû rast e. Tu rast nivîsandiye. Lê belê çewtiyeke te dîsa herî balkêş ev e;

Rehman 2 de dinivîse 'allem el-qur'an. Yanî wek gotinê te ya rast hînkarê quranê xwedê ye. Lê belê di berdewamiya ayetê de yan jî di ayetan din de tu car nabêje pêxemberan û aliman nikare însanan hînî quranê bike. Lê belê carianan dibêje însanan hîn bikin belam xwe ev qas neêşînin, neperitînin. Çimkî derbarê baweriya yêkî de li gorî dilê wan qerara dawî ezê dikarim bidim. Ne destên we de ye.

Wekî dî herkesek dizane ku şexsiyetê pêxember û şexsiyeta xwedê ji hev cuda ne.  Xweda xwedawend e, reb e. Pêxember nebî ye, resul e, wekî gotinê te postakar e. Ev der diyar e, berçavan de ye. Lê belê di ayetan de westar e ango sabît e ku xweda dibêje biryara ku pêxemberên ku min şandiye wekî biryara min e. Dibêje ewan biryaran ku pêxember danîye mecbûr in îtaetê bikin. Hûn eger li wan îteet bikin wekî îteeta ku li min dikin e. Îtaeta ''min û resûlê min'' bikin. Ne carek dibêje heke ez dîsa nîşan bidim cîh namîne. Carinan di ayetan de dibêje hûn xwesteka dê û bawan jî mecbûr in îtaetê bikin. Îtaêtê ku hûn dê û bavên xwe ra dikin wekî ku îtaetê li min dikin e. Bêguman çarçoveya îtaeta dê û bavan hatiye çixêzkirin, aşîkarkirin.

Di derbarê maîde 99 de jî dinivîse teblîx. Wateya peyvê teblîx ne tenê gotin e. Tirkî wergerandine duyurmak. Kurdî jî wergerandine ragihandin. Evan ne çewt in. Teblîx yanê ragihandin ne tenê gotinê re çêdibe. Ragihandina baş û dirist di nav jiyarê xwe de tetbîq kirin e. Ji gotinan gelek gelek bibandor e, bitesîr e yanê.

Tu hemu ayetan wekî eql û fîkrê xwe dimeyizênê lê ayet ne tenê têgihiştina yekî ve tê rast fêmkirin. Eqlê yekî carinan dixelite û yekî dixelitîne. Saîdê Kurdî ku ew qas bi'ilm û zîrek e û şexsiyeteke pêşveçûyîye dibêje heke çewtiyek min hebe ev tawanê min e û rastîya min jî hemû bi saya qur'anê ye. Ew jî qebul dike û dixe berçavan ku eql her car ewlebûnê re nayê.

Ayet parçe parçe hatiye şandin. Ayetan hevdû tewaw dike, temam dike.
Ayeteke de dibêje postaker
Ayeteke de dibêje reblîxker
Ayeteke de dibêje tirsdêr
Ayeteke de dibêje hişyarker......
Yanê divê em baweriya xwe bi temamiya ayetan pêkve bînin. Ayetan ji hev cuda nîne. Ji hev jî hilnaweşîne.

Gava ku rewş û mesele wisa ye pêxemberan çava hikmê xwedê yanê wek bêhemdî jî tê de biguherîne?

Wek birayek te wek pêşniyaziyeke dibêjim tu jî wekî min bi gelemperê zanyaran bixwîne û bilêkolîne daku nêrînên te bingeh û rast bin. Digel vê aqilê xwe jî bişuxulîne û rexneyî bibe. Pêdiviyek standina şaşiyên wan de nîne. Tenê wisa têgihiştinên mirov baş dibe. Tenê bi derandinên aqilê yekî şaş e.

Belê, raste însan ji tewhîdê dûr in, ji rebtiya xwedê dûr in lê ji ber vê li her derê kuştin û talan nîne. Li ewropa û amerîka kuştin û talan nîne li wan deran jî tewhîd û baweriyek rast nîne. Mafê mirovan û edalet li pêş de ye. Nebûna tewhîdê sedemê kuştin û talanê niye. Sedemê kuştin û talanê nebûna dadî û maf û nerxê mirovan e. Ewropa ji me zehftir misilmantî nêziktir in. Tewhîd nebe jî însan dikare adil bibe lê însan nizane ku adalet çiye nikare yekitiya xwedê baş fêm bike. Yanî adalet û tewhîd sereke stûnê Îslamê ne. Yên dî jî biratîya ûmmet e. Yanê ne sedemê kuştin û talan in. Heke insan insan bê adil dibe û kuştin, talan nake. Heke însan hem dibe insan hem jî adil û li ser tewhîdê dibe vê gavê dibe misilman.

Ez lêkolîna xwe heke çend fersend bibînim berfirehtir bikim. Û spasiya te dikim. Pê re ezê heke firsend bibînim mijarên din jî tê de ezê binivîsînim. Lê çewtiyek li mirovan dibînim carinan nikarim bisekinim. Û dilê min tu car ji ber kesî namînê lê carinan ji min hêrs dibin. Gotinên min xweşiya wan naçe û sûd ji min nagirin. Hêj xiraptir dibin. Him ewan tajang yanê heqaret dikin him jî wan diqehirin. Wisa nabe başe. Tiştekî dî naxwazim.

Slav û rêz.



19.02.2017 21:24 | rûbar

26. mijara ku bûye xebergeha derqamij û
rûbar brano ku ji hev hez dikin herin dm ê an jî telefona xwe bidin hev herin wassapê gidî (:



19.02.2017 21:28 | ceso

27. Daxwaza min ev e ku bila herkes bixwîne. Tiştên balkêş û sûdmend lê hene. Heke em wek dm binivîsînin tirşik çima heye. Ev ne ferhengeke çaba dibêjin înteraktîf e :;). Belkî kesekî dê dixwîne û mijarek weke û em jî tiştekî din bialimin.



19.02.2017 21:57 ~21:58 | rûbar

29. birayê delal di navbera peyvê belexe û teblîxê de çî ferq heye. Yekî qurm e ê dî jî tewandiyê. heke kesek ji kesê din re bi gotinê te belexe bike yanî rabigihîne ev dibê teblîx yanê ragihandin.

Tu raste dibêje la îlahe îllahlah lê belê tu ji bîr dikê dibêje muhammed rasul allah.
ev herdu jî ayetên xwedê ne. Cihû û îsawiyan jî digot Rabbê me xweda ye. Lê ewan pêxemberê me qebul nedikirin.

Ez dîsa dibêjim xwedê gotiya biryara resul wek biryara min e. Heke ji min bawer dikin, itaaetê resûl jî bikin. Biryara wî bipejirînin. Misilman pewîste hemû ayetên xwedê bi hev re qebûl bike. Gotina te tê wateya ez xwedê qebûl dikim lê belê pêxember qebûl nakim. Ew tenê postaker qebûl dikim. Ev şaşiyeke bilind e. İnsan çava xwedê qebûl dike û di heman demê de gotinê xwedê qebûl nake nizanim? Wan ayet ne ayetên min in. Ne nêrînên min in, ne jî teoriya min in. Vê gavê jî tenê ayeteke ku ev jî enam 114 e biryar didî. Tu têgihiştinên xwe wisa eyar kiriye ku li ba te du ayet pêkve naşixulê. lewma hercar biryara şaş didê. Meyzêne her peyv peyveke. Lê peyv kom dibin û rêz dibin vê gavê dibin hevokek. Eynî wisa ayetek ayetek e. ayetân kom dibê dibê sûre. sûreyan rêz dibe vê gavê jî dibe qur'an. heke tu pêkve lê nameyzêne ev nabê qur'an.

digel vê tu hem dinivîse 3=1 him jî dibêje tewhîd. Yanê eceba tenê ez li nivîsandina te de jimareyê 3 dibînim nizanim? Ewan dibêjin him sê ye him jî yek e. Yaw teqezê vê maye qey? Ka bipirsin ji xiristiyanan sê ye yan jî yek e? Ewan jî nizanin ku lewma wisa xeber didin. Ji ber ku eqlên xwe xistine pêşiyê agahiyê bi eqlê xwe bêhûde ewle bûne wisa dibin kenawer. Eger agahîyek lê gotinên wan de hebûn, bi derxistinên bêbingeh re xeber nedibûn hîç digotin hem 3 ye hem 1 e.

silavên germ te û hemû xwendevanan.



20.02.2017 00:52 ~00:53 | rûbar

31. Bi rêzê heja min negotiye gotinê min tije delîn in. Dibêjim em wekî te nikarin bêjîn ewan tişt derbas nabe ji ber vê di şerietê de nîne. Dibêjim em wekî te bêbingeh û bêlêkolîn nikarin bêjin ev ayet nîne.

Tu dîsa wisa dike, tenê fikrê xwe dibêje, binêre;

Fetîh 29
Rasterast dibêje muhammed rasul allah

Ahzab 40
Him dibêje rasul him jî dibêje resulê dawî

Tu ahzab 33 mînak didê lê tu hê temamîya sûreya ahzabê nexwendiye. Hercar ji te re dibêjim ayetên qur'an pêkve ne pêkve.

Ahzab 36
Bi tirkî
''Allah ve Resûlü bir iş hakkında hüküm verdikleri zaman, hiçbir mü’min erkek ve hiçbir mü’min kadın için kendi işleri konusunda tercih kullanma hakları yoktur. Kim Allah’a ve Resûlüne karşı gelirse, şüphesiz ki o apaçık bir şekilde sapmıştır. (Ahzâb 33:36, Diyanet İşleri)''

Xwedê biryara resul wekî biryara xwe dihesibîne. Çimkî pêxember di nav hîn kirina xwedê de derbas bûye. Ev ne teoriya min e. Ayet e ayet.

Dîsa li holê ye ku tu ahzab 33 dizane lê hê waneyê yanê dersê ahzab 36ê nedîtiye. Tê negihiştiye vê dersê.

Min bi qest tirkî nivîsand daku tu fêm bikî. Tu kurmancî fêm nakî.

Di ayeta fussilet 6ê de jî nabêje rasul nikare biryar bide. Dibêje îlah yek e û berovaji tevnegerin.

Tu jî digel vê ayetê wekî ku îlahê me di ayeta ahzab 36ê de dibêje baweriya xwe bîne. Baweriya xwe li hemû ayetêtên xwedê re bêcudatî, pêkve bîne. Rast ev e.

Ez dîsa û dîsa bêjim bi gotinê te belexe bikim, ragihînim ku tu lê qur'anê parçe parçe dimeyzênê. Wisa şaş e. Bi temamiya ayetan û sûreyan bixwêne. Nêrînên zanyarên ewlemend û bibingeha binerxîne. Aqlê xwe jî ji bîr meke. Wisa biryar bide. Ez hêvîdarim tu wisa bike fêm bike.

Di derbarê mijara recimandinê jî ez hê jî lêkolînim. Wekî te bi tenê serê xwe biryar nadim. Heta ku agahiyên ku min destê xwe xistîye li jor min nivîsandiye.

Tu dibêje kurmanciya te xweş e, spasiya te dikim. Lê bizane ku kurmanciya min nebaş e. Ez ne kurmancîzimanim jî. Nikarim rêze û dirust biaxivim. Tirkîzimanim. Ez hê hîn dibim.

Ez ji xwe re tu tevgeran heval napejirînim. Heke kesek yan jî tevgerek rast dibêje û dike ez dibêjim rast e nikarim bêjim şaş e. Lê şaş dibêje û dike nikarim bêjim rast e dibêjim çewt e. Li ser min ferz e.

Heke tu dibêje bese, mijar dirêj bû helbet ez jî bêjim bes e. Lê tu wekî wisa bêbingeh û berçavan dibêje nîne, nanîvîsê, neferz e filan û bêvan ez nikarim bêdeng bimînim. Berê jî mijaran hatiye vekirin ez nivîsandim e. Ne ji bo te ye. Li ser min wekî hemû misilmanan ferz e. Ez li stuyê misilmanan vê binbariyê radikim, li xwe bar dikim. Ta ku bipertav bim yanê bitaqet bim. Wisa berdewam bê.

Silav ji te re jî.



20.02.2017 05:45 ~06:58 | rûbar

32. Hevalên ku min serê wan piçekî êşandime min bibexşînin.
Qesas 55 jî daxwazek jidil dixwazim bixwînin.
Ê ku kî wekî ku vê ayetê de derbas dibe tevdigere êdî hûn baş dizanin. Û ayet çava dixwaze êdî li ser ve ferz e. Divêtiya ayetê bi cîh werînin. Bibêjin.

Silavên germ.



20.02.2017 05:54 | rûbar

33. Carinan eqlê yekî dixelite û yekî dixelitîne, yekî bêhemdî û bêdil çewtî çêdike, şaş dibe. Min dixwast ku li jorê de youtube binivîsînim lê xuyaye ez wek facebook nivîsandime.

Lê belê pirsgirêk niye. Jixwe wilo mirovan hene ku dikarin bi aqilê xwe rastiyê derxînin. Eqlê van şaşî nake. Ji wan bipirsin ewan ji we re bêjin.

Here lînkê



20.02.2017 09:41 ~09:42 | rûbar


35. Li ser navê xwedê ez sund dixum ez serketî nînim. Tenê min copy-past kiriye. Tevde ku min nîşan daye ayetên xwedê ne. Berhemên baş û ewlemend û bibingeh jî min meyizand. Hinek aqilê xwe jî şixuland ku wanan bînim cem hev. Ev qas aqil jî bi herkesî re heye.

Digel vê ez bi derqamij re gulaş nagirim. Kesayetê derqamij re tu tevî heviya min nîne. Jixwe ez nas jî nakim. Naxwazim werim şaş fêmkirinê. Têkoşinê min li ser ramanê ne. Hekena ez xwe tiştek hesab kiribûbana min digote li me çi? Têkiliya xwe jê birîbûbana û xelas.

Ez bi saya derqamij fêrî tiştên nû bûm. Bi saya wî tiştên ku ji bîra min çû bû anî bîra xwe. Ji ber vê yekê ez spasiya derqamij dikim.

Dawîya dawî ji herkesî re dibêjim ku,
Heke dixwaze serbikeve, ta bizane ku serkeftin hey bi xweda ye.



20.02.2017 14:25 | rûbar

37. (bnr: bes lêxin mijar mir)*



20.02.2017 14:52 | ferhenga şikestî

38. (bnr: tirşik forum)



20.02.2017 20:06 | simurg56

39. Berê li binê vê mijarê de zêdetir li ser mijara recmê û mijara xwedê û resûlê wî peyaman nivîsandibûm. Dawiyê de min gotibû ezê hê jî li ser wan mijaran bilêkolînim û ger agahiyên ji wan ciyatir bi dest bixim ezê binivîsim.

Xuyaye min tiştên çewt jî bi we re hempişkî kiriye. Û tiştên gelek baş jî nivîsandiye.

Îşev ji ber xewê nikarim lê di demekî herî nêzîk de ev peyaman ji wir rakim û bi awayekî hemî di nav peyamekî de di gel rastkirina çewtiyên xwe wan rabicivînim.

Li bendê bin.



04.07.2019 03:20 | rûbar

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» fahriye adsay
» karagul

Kategoriyên mijarê:: nuce jiyan oldin nuce jiyan oldin nuce jiyan oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî