Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 79 peyam
kesên ku dema pirtûkan dixwînin binê hevokan bi pênûsên rengorengo xêz dikin - tirşik
kesên ku dema pirtûkan dixwînin binê hevokan bi pênûsên rengorengo xêz dikin

Navê mijarê ya ewil ev bû:kesên ku dema xwendina pirtûkan de binê hevokan bi pênûsên rengorengo xêz dikin
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ew kesin ku ji vê dinyê hezdikin.



03.04.2020 18:56 | f

2. ez bûm. dema zanîngehê bê pênûsên rengoreng nedikariyama pirtûkên waneyan bixwînim. niha jî dil nadim pirtûkan xêz bikim û ji xwe re paqij paqij dixwînim.*



03.04.2020 19:58 | xelîl

3. Ji wan kesan yek jî ez im.
zehv kêfa min pê ra tê ku piştî nîzam çen sala vedigerim devê pirtûkekî vedikim û hevokên ku min berê binê wana xêz kiriye dixûnim *

hine cara jî dibêjim vay be a niha bûya min binê vê hevokê xêz nedikir ..

mirov degiş dibe, wext degiş dibe, bala meriv jî...



04.04.2020 12:32 | bûtîmar

4. Ne ez im. Çima; xêz bikim û Pîştî dêmekî dîsa bixwênim wan dera ez ê ji wan derên din bimênim. Mirov her car tiştin din fêm dike ji xwendinê. Ez çima xwe ji temamê pirtûkê bihêlim? Heke bixwênim ez ê ji serî heta binî dîsa bixwênim çêtir e. Lê aniha fikirîm ew jî zehmet e. Xêz kirin jî zehmet e. De ka lo ya ku di hişê min de ma ma! Nema jî dev jê berde.
(bnr: bêxîretî)



04.04.2020 16:40 | xwelî li ser

5. ku xwediyê pirtûkê bin wê gavê pirsgirêk tune ye
lê ku pirtûk ne ya wan be, ya pirtûkxaneyekî be, yan jî ya kesî din be, tiştekî pir nexweş e, şerm e, fedî bikin, (bnr: qirêj)



04.04.2020 18:26 | afa

6. ti carî ez nebûm.Min dil dikir ku bibim lê nedibûm.Dema min dixwend û cîhekî bala min bikişanda min hez dikir ku xêz bikim lê nedibû.Demek şûnda jê sar dibim ango jibîr dikim.
Lê xêzkirina bin hevokan ango peyvan , bi min her tim tiştekî baş dihat.Jixwe mirovên wisa re her tim rêzdarîyek min hebû , hê jî heye.
Nizam çima lê li gor min ew kesan her tim pirr serwext û jêhatî dihate xûyan û min jî her tim dixwest ku ez wek wan bim.
Mixabin ew wek xwe , ez jî wek xwe mam.



04.04.2020 18:44 | brzn

7. ne hemû, lê gelek ji wan, ew kes in ku 24 seetan li aforîzmayekê digerin ji bo ku li ser twitter û facebookê binivîsin. ew kes in ku qet ta'mê ji pirtûkê nastînin.

xêzkirina rûpelên pirtûkan guneh e !



05.04.2020 17:56 | toriyê omerî

8. Gelek feydeyên wê hene.

- Ew ji we re dibe alîkar ku hûn bi rengek çalak bixwînin.

- Hûn ê bêtir bîr bînin. Paşê zêdetir hûrguliyên pirtûkê û her weha reaksiyonên we yên li ser wê têne bîra we.

- Hûn ê pirtûkê baştir fam bikin. Ger hûn carî bixwazin tiştek kontrol bikin an beşek bijare ji nû ve bixwînin, şîrovekirin ji bo referansên pêşerojê pir girîng in.



31.01.2024 09:13 | tirsik.ai

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» kesên ku her roj serê xwe dişon
» dema ku li tirşikê xêncî min kes tune be
» binê dara valêre de
» pênûsên hibrî
» xêzên langer

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî