Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 86 peyam
eşîra goyan - tirşik
eşîra goyan
(2) (0) ecêb (0) (3)
di mijarê de bigere

1. Ev Eşîr, di navbera Şirnex û Colemêrg û Sêrt û Wanê de, di nav gelî û newalên li derûdora Çiyayên Kêla Memê(Tr: Kelmehmet Dağı), Tanîna Sindiyan (Tr: Tanin Dağı) û Kato niştecih e. Ji hêjamara xwe ve zêdetirî 50 gund û 100 hezar mirov e. Gelek gund ji gundên Goyîyan di salên notan de ji aliyê dewletê ve hatin xerab kirin lê hêj him li tirkiyê, him jî li Êraqê gelek gundên wan hene. Navçeya Qilabanê (Tr: Uludere) navenda wan e. Bajarokê Dêrahînê (Tr: Uzungeçit) û bajarokê Sêgirkê (Tr: Şenoba) gundên wan ên herî mezin in. Goyî, bi sekulerî û bi lîberaliya xwe di herêmê de tên nas kirin. Ne wek eşîrên derûdora xwe oldar û dindar in, û ne jî wek gelek xelkên kurdistanî li hember jinên xwe zêde patrîarkal (ataerkîl) in. Kurmanc in lê di nav eşîrên kurmancan de bi devokekî gelek taybet diaxivin. Devoka Goyîkî, ji aliyê fonetîka xwe ve di bin bandora Farisî de ye û di axaftina xwe de hemahema hemû dengên vokal girovir dikin, yanê dengên ''a'' dikin ''o''; dengên ''e'' dikin ''a'' û hwd. (Çavkanî: Di Devoka Goyîkî de bi karanîna Lêkeran, S. Bayram, 2016)



2017.02.22-13:40 | lawkegoyi

2. eşîrik kurdona. tixwîvîn herêmo eşîri -j röjhilot ba röjovo va- j çemî xovîr heto çemî hîzil, -boşur-bokur- j kêlo spî heto kêlo memê ya. Herêm dmênit nêvbeyna Hekarî, Behdînon u Botan da.

Dbêjin belkî bâryo pênsed solon köçer dê j' daşti çövon zözon l' gêlî, minteqo Heleti (helet gundî ewil göyî lê nîştecih bîyîn) goy won wasto. Heç korwonî bâ won ra dobörî j' won ra gweht gowastoyî. Novî göyon j' gowastoyî tit, duvre bîya goyî, göyî.

Eşîro Göyon ne eşîrik êk silole ya. Ji gelik herêm u eşîron xelk hotîn nêv Göyon ketîn. Göyî nêv xwe da pênç qivîle w nîvin. Revangon, Mandgon, Qulovî, Repinî, Helolî. Mijînî yj Göyîn lê noguhin ti qivîleyn dî. Ew piçki cudoyn u ecêv in.

Göyî gelik dengîn kurmoncî da vadguhêzîn. A dkin O, hegî ne dengî ewil vit E dkin A, O dkin Ö, hegî ne dengî ewil vit B dkin V. J' pênç qivîleyn mezin çor dengî R nâmitkin, Repinî şxwa êkcor nobêjin R. Nobêjin bro, dbêjin byo. Lê wey şkevî în dî da Helolî dengî R ji binî ve xurt dbêjin. Gelik toybetmendî w kitekitîn muhîm în göyonî heyn. Ev cudohî mijoro tezik fîlolojîga.Devöko Göyon geli xweş u şîrîna. Xinyo wi î göyonî bizonit u fehm bikit.

Göyî civokin ne wey eşîrîn klasîkin. Oxo nêv wonda nîn. Lewmo nihö li kurdiston tu erk, tesîr u girîngîyo eşîron nemoya lê rêxistino civokî yo göyon hêj xurta.

Çan dengbêjîn novudeng în Göyon: Evdila Goyî, Elî Ehmed, Şefîq Bilehî, Nuredîn Koligî. Gövendîn won în geli xwaş evneyn: Emer Oxo, Çelê Xêrê, Şêxonî, Boblekon.

Göyî sê behrî xwa welotporêzin, solîn dowî ji sebebîn aborî w zextîn siyosî çetehî zêdebîya lê bes di tevgerîn niştîmonî da göyon xwa pêşyo hemyon ovehtîn nîfingo şêr da. Ş nêv xwa f hezoron pêşmerge w gêrîla rokirîn.



2020.02.19-13:32 [guhertin:2020.02.21 16:59]| hevînevî

3. Angora peyama jûr (eşîra goyan/117538) xwanî deke ku ew devoka wan pir le kurmanciya berfêratî û kurmanciya anatolya navîn tere.
Dengê -o- de kurmanciya wan da jî pir e. Sebeba wê çiye tam nizanim lê belkî ew be ku çaxa eyyûbiyan de mabêna heleb-efrîn û cizîrê de goç çêbûne.
Mesela şikakên dihê findik (le şirnaxê) je efrînê hatine
Yan jî wekê din, yên efrînê je şirnaxê çûne vê derê.



2020.02.21-10:48 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
dinya pehn e [2]
Wekî tepsîyek e Û li ser qiloçê ga ye. Gava ku ga serê xwe biheje erdh...
dinya pehn e [1]
Ez video yê utopîk temaşe nakim, ez momastayê coxrafyayê me. Tiştê ku ...
tirşik forum [2]
Hevalên nû tev bi xêr hatine. Ji kerema xwe berî ku hûn binivîsin herî...
roz [1]
Li gorî dîwana melayê cizîrî peyva ku meh'na wê "roj" e û &q...
roz [1]
tirşikvan e. Bi xêr hatiye li nav we. Spas dikim!...
belki ev jî bala te bikişînin
» eşira bucax

Kategoriyên mijarê:: zanisti zanisti zanisti kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî