Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
pharmaton - tirşik
pharmaton
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. hevaleke min pêşniyazî min kir. Dibêje zînde dike. baş e, nebaş e? aya sûda vî min re çêdibe? Bikêrhatiye? haya kesî jê heye gelo? ez bawer im di vî nêzî de ezê sparij bidim. çibikim, sparij bidim?



24.02.2017 14:02 | rûbar

2. birê min kar tîne, ji gûyekî re nabe...

heke xwarin û vexwarin û razan hwd.. meriv li gor fîzylojiya meriv guncav be û heke di rojê de kêmtir 5 hezar gav biavêje bimeşe tu pêdivî bi tiştên wisa fabrîkasyon û kîmyewî çênabe.

tabê bijîşkên tirşikê wê ji min çêtir zanibin



24.02.2017 15:51 | ferhenga şikestî

3. Li jor agahiyên baş hene. Min jî hinek çav lê gerand. Zerara vê ji yekî re tune xuya dike. Hê min sparij nekiriye lê wek encam ezê bi kar tînim. Pê re sûda vê min re çêbe yan jî zerareke vê gihîşt min ezê binivîsînim.



25.02.2017 07:03 ~07:04 | rûbar

4. vîtamîn e.
li gorî malpera wê bi xwe, tê de ev hene;

kalsîyum, vîtamin c, ginseng g115, hêsin, vîtamin e, vîtamin b3 (nîasin), manganez, Çînko, sifir (bakir), vitamin a, vîtamin b6, vîtamin b2, vîtamin b1, vîtamin d, folîk asît, selenyum, bîotîn, vîtamin b12 heye.

yanî gelek vîtamîn û çend mîneral. jixwe mirovekî ku weke însanan xwarina dixwe , yanî her roj û her dan li derve tiştên beredayî nexwe, bi hêsanî dikare van mîneral û vîtamînan ji xwarinan bistîne.

kurte; ger hûn di jiyana xwe de masî, goşt, şîr û penîr, gêzer, mirîşk, pirteqal, hêk, mûz, beqlîyat, îspanax bixwin jixwe hûn hemû tiştên li jor distînin.

ger em werin meseleya ginseng g115ê, min lêkolînek kûr li ser vê molekûlê nekiriye lê ne tiştek mûcîzewî ye. dikarim vê bêjim. erê têra xwe antîoksîdan dihewîne lê sîr jî têra xwe antîoksîdan dihewîne. yanî bi min wer tê, tenê tiştek tîcarî ye.

weke encam: ger hûn hê jî mîna kurdên berê, li malê xwarina xwe çêkin û bixwin, tu pêdiviya we bi tiştên wisa tune.


ji aliyê din ve weke mînak bemix jî (û bemix c) jî hema bêje van hemû vîtamînan dihewîne û bûhayê wê ez bawer im %20ê pharmatonê ye *

binêrin ev îlaç hemû multîvîtamîn in û li gorî pharmatonê gelek erzan in; Here lînkê
piraniya wan jî kêm zêde heman vîtamînan dihewînin.

ger hûn bêjin ez zêde bikarim fêkî û sewzeyan bixwim, ji xwarina xwe ne bawer im fîlan. qet nebe yek ji yên li jor bikirin. erzantir in.



25.02.2017 11:02 ~11:07 | simurg56

5. Bi rastî, di wextê bêhalbûna biharê de gellek baş e. Pirranî jî ji bo xwendekaran baş e. Zîna wan zêde dike û tiştan dereng dide ji bîrkirin.
Di nav de Panax gîngsenk heye. Ew jî bi dozê giran bên xwarin, mîna Viagra tesîr dide û dilê kal, pîr û hw. geş dike.



26.02.2017 22:03 | apê mihyedîn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pharmaton

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi jiyan marka zanistitenduristi jiyan marka zanistitenduristi jiyan marka
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî